Rêşad Sorgul bi navê nasnameyê Kutbettin Akgül ,(jdb. 1968 li gundê Qerqatkê (Çinar, Diyarbekir) nivîskar, pêşkêşvanê televîzyonê û rojnamevanekî kurd e.
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê | Kudbettin Akgül |
Perwerde | Zanîngeha Bêrûtê, Zanîngeha Elezherê (Misir) |
Pîşe | Nivîskar, rojnamevan, pêşkêşvanê televîzyonê |
Salên çalak | 1994–niha |
Zimanê pê dinivîse |
Rêşad Sorgul di sala 1968an de li navçeya Çinara Diyarbekirê li gundê Qerqatkê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Ji zaroktiya xwe heta ji welêt derket cotkarî kir. Di sala 1991ê de çû paytexta Misirê Qahîreyê. Sê salan li Qahîreyê ma. Salekê li zanîngeha Bêrûtê şaxê Iskenderiye beşa hiqûqê xwend. Du salan jî li Zanîngeha Elezherê beşa dîrokê xwend. Di îlona sala 1994an de ji Qahîreyê derket. Piştî çar mehan xwe gihand bajarê Hannoverê yê Almanyayê. Du salan jî di derxistina kovara Baweriyê de xebitî. Di gulana sala 1997an de li ser MED TVyê dest bi xebatê kir. Paşê li ser Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Newroz TV û Ronahî TVyê xebitî. Niha jî li ser Stêrk TVyê dixebite.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Rêşad Sorgul, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.