Med TV, yekemîn televizyona kurdî ya ser satelîtê bû.
MED TV | |
---|---|
Destpêk | 15ê gulana 1995an |
Welat | London, Brîtanya |
Ziman | Kurdî, tirkî, erebî, farsî, ingilîzî, suryanî |
Malper | Malpera MED TV li ser Arcive.orgê |
Berdestî | |
Peyik | |
Hotbird 4 | – |
biguhêre |
Med TVê di 15ê gulana 1995an de dest bi weşana xwe ji bajarê Londonê kir. Med TVê rojane şeş saetan bi zimanên kurdî, tirkî, asûrî û erebî weşana xwe dikir û li Ewropa, Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn dihate temaşekirin. MED TVê bi vê yekê gaveke mezin di dîroka çapemeniya kurdî ya nûjen de avêt û sînorên di nav kurdan de bi riyeke modern, bi riya teknolojiyê rakirin.
Ji destpêka weşana xwe da MED TV bi zextên dewleta tirk re rûbirû ma. Bêriya ku MED TV dest bi weşanê bikê, dewleta tirk ket hewldanan û MED TV bi propaganda nerast li ber çavê raya giştî û dewletên Ewropayê reş kir û weke televîzyona PKKê îlan kir. Paşê bi zextên li ser Almanya, Keyaniya Yekbûyî, Polonya, Spanya, Fransa û Portûgalê xwest MED TV bidê rawestandin. Di nîsana 1999an de Komisyona Serbixwe ya Televizyonê ya Brîtanyayê (Independent Television Commission, ITC) lîsansa MED TVê betal kir û weşana wê rawestand. Lê sê meh şûn de, di tîrmeha 1999an de Medya TV dest bi weşana xwe kir û cihê MED-TVê tijî kir.
Ev gotara têkildarî televîzyonê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article MED TV, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.