Şerîf Omerî an jî Sherif Omeri hunermendekî bi nav û deng e û xwedî bi cureyên stranên Reggîton, Hip hop, Pop, Dance û Metalica ye.
Ew di 1987an de li Qamişlo, Rojavaya Kurdistanê, hate dinyayê.
Şerîf Omerî Sherif Omeri | |
---|---|
Jidayikbûn | 1987 (36–37 salî) Qamişlo, Kurdistan |
Netewe | Sûrî Almanya |
Cureyê muzîkê | Reggîton, Hip hop, Disco, Rap, Metalica, Pop |
Pîşe | Rapvan, hunermend, helbestvan |
Amûr | Deng |
Salên çalak | 2004- heta niha |
Etîketa qeydê | Vîn Production |
Çalakiyên têkildar | Rênas Mîran, Hesen Şerîf, Azado Xelila, Şiyar Agirî, Koma Qamişlo, Dezz Denîz |
biguhêre |
Şerîf Omerî weke yekemîn rapvanê Rojavayê Kurdistanê tê qebûlkirin û stranên xwe bi zaravayê kurmancî distre. Ew bi rapên xwe yên balkêş mijarên rojane yên Rojavayê Kurdistanê tîne ziman, wek pêşketinên dawî yên şoreşa Sûriyê. Omerî yekem konsera xwe ya mezin di çarçoveya xwepêşandineke kurdan de pêk anî û gelek rastî ecibandinan hat. Meriv kare bibêje ku Omerî êdî bûye dengê ciwanên şoreşa rojavayê Kurdistanê, ji ber ku bi dengê xwe yê dilêş û gotinên xwe yên otantîk bandorekê bêhempa dide guhdarvanan û pirsgirêk, hêvî û daxwazên ciwanên rojavayî bi awayeke bêsansur tîne ziman.
Hunermendê Hîp Hopê Şerîf Omerî di sala 1987'an de li bajarê Qamişlo hatiye dinê û xwendina xwe li Zanîngeha Helebê di beşa civaknasiyê dewam kir.
Di sala 2004an de li Qamişlo dest bi hunerê kir. Tevlî pêşbirka muzîkê ya li Efrînê SuperStar bû û cihê yekê girt.
Tevahiya stranên wî bi şêweya rojhilatî ne. Di sala 2006'an de berhema xweyî pêshîn a bi navê Bavê Gemar derxist. Gotin û muzîka vê albûmê tev yên hunermend Şerîf Omerî ne û bi alîkariya hunermendê navdar Şiyar Agirî hatine amade kirin.
Di sala 2008'an de, Şerîf Omerî bû endamê Koma Qamişlo.
Dengê Şerîf Omerî hinkî zirav be jî, mijarên gotinên wî giran û kûr in.[çavkanî hewce ye] Ji hêla xwendinê ve gelek jêhatî ye û lewra stranên xwe pir hişkî (lezgîn) dixwîne.
Hêjayî gotinê ye ku gelek klîbên wî yên weşandî li taxên bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine kişandin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şerîf Omerî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.