Va ye lîsteya kanalên televîzyonê yên kurdî ye.
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(adar 2024) |
Bi destpêkirina weşanên herêmî a televîzyonên PDK û YNK 1991an ji vir ve nêzî 15 sal derbas bû. Di 15 salan de televîzyonvaniya kurdî gelek pêşket. XEBAT TV ku li Dihokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî bi navê K.TV-DUHOK weşan dike, televîzyona pêşîn a bi kurdî li Kurdistanê bû. Her wiha li Başûrê Kurdistanê televîzyona Parlamena Kurdistanê jî her roj 1-2 katjimêr weşan dikir[çavkanî hewce ye].
Med TV yekem televîzyona kurdî bi satelît bû. Med TV di sala 1994an de dest bi weşanê kir û di sala 1999an de hate girtin. Piştî girtina MED TV Medya TV dest bi weşanê kir. Medya TV jî di sala 2003an de hate girtin. Di heman salan de Kurdistan TV û Kurdsat TV jî li Herêma Kurdistanê ya Başurê Kurdistanê de bi riya satelît dest bi weşanê kirin. Televîzyona fermî ya Îranê Sahar TV jî her roj nêzî 5 katjimêr kurdî weşan dike. Televîzyona fermî ya Tirkiyê TRT jî di 2004an de dest bi weşana bi kurdî dike. Li Bakurê Kurdistanê hin televîzyonên cigayî hindik be jî kurdî weşan dikin, piranî klipên kurdî diweşînin[çavkanî hewce ye].
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Kanalên televîzyonê yên kurdî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.