Serûpê cureyekî xwarineke bigoşt ê quşxaneyê ye.
Di pêjgeha kurd, herwiha ya gelên cîran de cihê wê heye. Ji serî û pêyên pez an dewaran tê çêkirin. Ji ber ku amadekirina wê gelek dijwar e dem jê re pêwîst e, herwiha pez-dewar jî ne erzan in, îro wekî xwarineke biqîmet tê dîtin.
Kurd ji cureyekî wê re dibêjin narîn an norîn û vê xwarinê wekî "serûpêya filehan / ermeniyan" jî bi nav dikin.
Ermenî jê re xaş (Խաշ) dibêjin ku ji lêkera xaşelê tê, ango xaşandin. Li Ewropayê ev xwarin piranî wekî xwarineke ermeniyan tê zanîn, jê re khash (xaş) dibêjin. Tirk û faris jî kalla paçe, kelle paça dibêjin. Li Efxanistan, Kurdistan, Pakistan, Hindistanê jê re serûpê (sîr û pa, sîrî pad ûww) tê gotin.
Dibêjin ev xwarin ji Hindistanê belav bûye, wextekê xwarina zadeganan bûye. Ji bo tenduristiyê baş e, bi taybetî bo kesên ku ba di jinûyên (çokên) wan de hene. Helbet divê mirov bi gotî û temiyên bijîşkan tevbigere, wan jî pejirandin, bixwin.
Serî û pêyên ajalê tên paqijkirin, pûrta wê jê dibin û bo demekê dirêj dikelînin. Gava êdî çerm û hestî ji hev qetiyan, êdî amade ye.
Gelek tişt dikevinê, li ser daxwazê herwiha gelek jî biharat tevlî dibin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Serûpê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.