Di seqazanistî da, nixte ji hemî coreyên peytbûn anko xestbûna hilma av a baspehirê ko bibit sedema barîna wê hilmê bi ser erdî ra dihêt gotin.
Nixte hingî rû didit ko baspehir bi hilma avê têr dibit û ew hilm peyt anko xest dibit û bi ser erdî dibarit. Nixteyê gelek şikil anko form hene: baran, befir anko berf, şlove anko têkhileka baran û befirê, terig anko gijlok, xûsar û xunav. Nixte qonaxeka girin ji gera avê ye û serûkaniya piranî ya ava ser rûyê erdî ji nixteyê ye. Her sal zêdetir ji 505,000 kîlometirên sêca (km³) nixte dibarit, 398,000 km³ ji wê li ser okyanîsan dibarin.
Sê coreyên serekî yên nixteyî hene:
Dema bayê gerim û ter ber bi jor hildiçit hilma avê peyt dibit. Bi vî awayî ewir peyda dibin û eger peytbûn berdewam bikit, peşikên avê mezintir dibin û nixte dibarit.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Nixte, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.