JİTEM (kurteya navê tirkî Jandarma İstihbarat ve Terörle Mücadele ye, anku Saloxgêrî û têkoşîna li dijî terorê ya jendirme) saziyeke sîxurî û çalakiyan ya ku li dijî kurdan hatiye avakirin.
Ji ber ku ne fermî, dizî ye, derbarê wê de agahiyên sedî sed rast nîne. Damezrênerê wê Cem Ersever beriya ku were kuştin bi pirtûkek xwe û hin daxûyaniyên xwe yên li rojnameyan hebûna vê saziyê ragihand. Gelek şahîd û pisporan di dadgehên dewleta Tirk de hebûn û xebata vê saziyê îlankirin, lê ji aliyê dewletê ve hebûna wê tê înkarkirin.
Piştî Îtrafên bersûcê Doza Ergenekonê Arif Doğan serdozgeriya Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin û neçarî man û hebûna Jitemê qebûl kirin. Di tîrmeha 2011an de hebûna Jitemê ji hêla Serfermandariya giştî a Tirkiye yê hate qebûl kirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article JİTEM, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.