Parîs, paytext û bajarê herî qerebalixê Fransayê ye û di heman demê de paytexta herêma Île-de-France ye.
Parîs yek ji bajarên herî mezin ên parzemîna Ewropayê ye. Li gorî hêjmartina sala 2009an 12.161.542 kes li Parîsê jiyan dikin.
Parîs | |
---|---|
Paytexta Fransayê | |
Paris | |
Navê(n) din: | |
Dirûşm: | |
Parîs li ser nexşeyê | |
Koordînat: 48°51′24″Bk 2°21′8″Rh / 48.85667°Bk 2.35222°Rh | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Fransa, Keyaniya Fransayê, Francia, German military administration in occupied France during World War II, Fransa, First French Empire, French First Republic |
Li beşa îdarî |
|
Paytexta |
|
Dema avabûnê | Sedsala 3an b.z. |
Îdarî | |
• Şaredar | Anne Hidalgo (Partiya Sosyalîst, 2014–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 105.4 km2 (407 sq mi) |
Bilindahî | 28 m (92 ft) |
Nifûs | 2.145.906 (2020) |
Dem | |
Koda telefonê | 1 |
Plakaya erebeyê | 75 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Parîs di Yekîtiya Ewropayê de bajarê herî zêde ye ku kes lê dijîn. Li Ewropayê piştî Moskowayê (bi Londonê re) bajarê dûyem e û di cîhanê de di nav 20 metropolên herî mezin de ye. Parîs di cîhanê de bi navê Bajarê Ronahiyê (la Ville Lumière) tê naskirin, navendeke tûrîstan e. Ji sedsala 17an vir ve bajar yek ji navendên sereke yên aborî, dîplomasî, bazirganî, moda, gastronomî, zanist û hunerê ye û carinan wekî paytexta cîhanê tê binavkirin.
Parîsî, bin-eşîrek ji senonên keltî ye di dora nîvê sedsala 3em a berî zayînê li herêma Parîsê jiyan kirine. Yek ji rêyên bazirganiyê yên bakur-başûr ên herêmê Seine li ser île de la Cité derbas bû; ev cihê kombûna rêyên bazirganiya bejahî û avê gav bi gav bû navendeke girîng a bazirganiyê. Parîsiyan bi gelek bajarên çeman re (hinek bi qasî nîvgirava Îberyayê dûr) bazirganiyê dikirin û ji bo vê mebestê pereyên xwe derdixistin.
Romayiyan di sala 52ê berî zayînê de Hewzeya Parîsê zeft kirin û dest bi rûniştina xwe li aliyê çepê ya Parîsê kirin. Bajarê Romayê bi koka xwe navê wî Lutetia bû (bi tevahî, Lutetia Parisiorum, "Lutetia of the Parisi", bi fransiya nûjen Lutèce). Bajêr bi forum, hemam, perestgeh, şano û amfiyê xwe dibe bajarekî dewlemend.
Di dawiya Împaratoriya Romaya Rojava de, bajarok wekî Parisius, navek latînî ye ku paşê bi fransî bûye Parîs, dihate zanîn.
Nifûsa Parîsê ji 400.000 kesê di sala 1640an de gihîşt 650.000 kesê. Dema ku taxa çîna karker a Faubourg Saint-Antoine li devera rojhilatê bajêr her ku diçe bi karkerên koçber ên ji herêmên din ên Fransayê ne qelebalix dibû, bûlvara nû ya Champs-Élysées, ji rojava heta Étoile dirêj bû.
Parîs bû navenda vedana çalakiya felsefî û zanistî ku wekî Serdema Ronahî tê zanîn. Diderot û d'Alembert di sala 1751ê de ensîklopediya xwe weşandin û Birayên Montgolfier di 21ê çiriya paşîn a sala 1783an de, ji bexçeyên Chateau de la Muette, yekem firîna mirovî bi balonek hewayê germ da dest pê kirin.
Di havîna sala 1789an de Parîs bû qada navendî ya Şoreşa Fransayê. Di 14ê tîrmehê de, girseyek qerebalix cebilxaneya li Invalidesê desteser kirin. Bi vî desteserkirina cebilxaneyê bi hezaran çek bi dest xistin û avêtin ser Bastille ku sembola desthilatdariya padîşahiyê bû. Yekemîn Komuna Parîsê ya serbixwe yan jî meclîsa bajêr, li Hôtel de Ville civîna xwe pêk anî û di 15ê tîrmehê de astronom Jean Sylvain Bailly wekî şaredar hilbijart.
Parîs li bakurê navendî ya Fransayê ye ku di nav kelekek bakur-bendî ya çemê Seine de ye ku qeşa wî du giravên Île Saint-Louis û mezintirîn Île de la Cité dihewîne ku beşa herî kevn a bajêr pêk tîne. Devê çemê li ser qenala Îngilîzî (La Manche) ku bi qasî 375 km ji bajêr dûr e. Bajêr di roja îro de li her du peravên çem bi awayekî berfireh belav bûye. Bi tevayî, bajar deşte û xala herî jêrîn 35 mêtre ji asta deryayê bilindtir e. Li Parîsê çend girên navdar hene. Gira herî bilind Gira Montmartre ye ku bi bilindahiya 130 mêtreyê bilind e.
Parîs xwedan avhewayê okyanûsa Ewropaya Rojavayî ya tîpîk e ku ji aliyê Hêza Atlantîka Bakur ve tê bi bandor kirin. Li seranserê salê hewaya giştî nerm e û xwediyê hewakî bi baranî ye. Rojên havînê bi gelemperî germ û xweş in û germahiya navînî di navbera 15 û 25 °C yê de ye. Lêbelê, her sal çend roj hene ku germahî heta 32 °C yê bilind dibe. Demên dirêjtir ên germa dijwar carinan carinan wekê pêla germê ya sala 2003an dema ku germahî bi hefteyan ji 30 °Cyê derbas bibû di hinek rojan de germahî gihîşt 40 °Cyê û hinek caran jî bi şev sar dibe.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Parîs, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.