Luciano Pavarotti, (jdb. 12ê çiriya pêşîn a 1935an, Modena - m. 6ê îlona 2007an, Modena), tenorê Îtalî û ji yek hunermendên herî girîng yê operaya nûjen bû.
Luciano Pavarotti | |
---|---|
Jidayikbûn | 12ê çiriya pêşîn a 1935an |
Mirin | 6ê îlona 2007an (71 salî) Modena |
Sedema mirinê | Pancreatic cancer (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | cemetery of Montale Rangone |
Hevwelatî | Îtalî |
Pîşe | |
Hevjîn | |
Dê û bav | |
Xelat | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Luciano Pavarotti, di sala 1935 li bajarê Modena bi ser Îtalyayê ji dayik bû. Tecrubeya xwe ya pêşîn ya muzîkê di koroya xwe ya Modenayê bi bavê xwe Fernando re jiya. Di xortaniya xwe de bi bavê xwe re bi koroya Gioachino Rossini çû Gallerê. Di pêşbirka stranbêjiya navneteweyî ya Llangollen ê de bû yekemîn, ev yek wî ji bo ku bibe tenorek hêz da wî. Ya rastî Pavarotti ji bo ku bibe mamosteyek hatibû perwerdekirin. Perwerdeya ku ji Arrgio Pola û Ettore Campogallianni stendibû di sala 1961an xelata bi navê "Concorso İnternazionale" bidestxist û di 29ê nîsana heman salê de jî bi berhema La bohème di saloneke şanoyê de dest bi operayê kir. Piştre li Amerîkaya Bakur, Amerîkaya Başûr, Asya, Afrîka, Ewropa û li Awistralya gelek konsêrtan bidarxist. Dûv re, li Modenayê ji bo stranbêjên ciwan perwerde bike dibistanek saz kir. Di 6ê îlonê sala 2007'an de ji ber nexweşiya şêrpençeya pankreasê jiyana xwe ji dest da.
Pavarotti pêşkêşvaniya konsertên alîkariyê ya bi navê "Pavarotti û hevalên xwe" ku li Modenayê dihate lidarxistin dikir. Di van konseran de ji her hêla endustriya muzîkê muzîkvan û stranbêjan ji bo organizasyonên Neteweyên Yekbûyî pereyan kom dikirin û ev pere ji bo kes û malbatên mexdûrên şerên Bosna, Guatemala, Kosova û Iraqê dihate bikaranîn.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Luciano Pavarotti, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.