Sir Ahmed Salman Rushdie (bilêvkirina kurdî: Ehmed Selman Ruşdî) navê nivîskarê navdarê biregez Brîtanî-Hindî ye.
Xebata wî bi gelemperî realîzma efsûnî bi çîroka dîrokî re dike yek û di serî de bi girêdan, têkçûn û koçberiyên di navbera şaristaniyên Rojhilat û Rojava de mijûl dibe, ên ku bi giranî li ser parzemîna Hindistanê pêk tên.
Salman Rushdie | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 19 hezîran 1947 Mumbaî (Bombay Presidency, British Raj) |
Hevwelatî | Keyaniya Yekbûyî (1964–), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (2016–), Hindistan (Overseas Citizenship of India, possibly invalid entry requiring further references) |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat | |
Bandorbar |
|
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Romana duyem a Rushdie, Zarokên Nîvê Şevê (1981), di sala 1981 de xelata Booker wergirt û du caran - di carcoveya 25 û 40 saliya xelatê de - wekî "romana herî baş a hemî serketiyan" hate hesibandin. Romana wî ya çaremîn, Ayetên Şeytanî (1988) bû mijara nîqaşan û ji aliyê misilmanan ve bû sedema nerazîbûnan. Gefên kuştinê li dijî wî hatin kirin, di nav wan de fetwaya kuştina wî ya ku ji aliyê Ayetullah Ruhollah Xumeynî, Rêberê Bilind ê Îranê, di sala 1989 de hat dayîn. Hikûmeta Brîtanya Ruşdî xiste bin parastina polîs.
Di sala 1983an de, Ruşdî wek endamê Cemiyeta Qraliyetê ya Wêjeyê hat hilbijartin. Ew di sala 1999 de wek Commandeur de l'Ordre des Arts et des Lettres a Fransayê hat tayîn kirin. Di sala 2007 de, ji ber xizmetên wî yên ji bo edebiyatê, ew wek şovalye hat wergirtin. Di 2008 de, The Times ew di rêza sêzdehemîn de di lîsteya xwe ya 50 nivîskarên herî mezin ên Brîtanî de ji sala 1945-an vir ve kir. Ruşdî ji sala 2000 de li Amerîka dijî. Ew di sala 2015-an de li Enstîtuya Rojnamegeriyê ya Arthur L. Carter ya Zanîngeha New Yorkê wekî Nivîskarê Birûmet hate binavkirin. Berê, wî li Zanîngeha Emory ders da. Ew ji bo Akademiya Huner û Wêjeyê ya Amerîkî hate hilbijartin. Di 2012-an de, wî Joseph Anton: Bîranînek çap kir, li ser jiyana wî ya li dû nakokiyên li ser Ayetên Şeytanî.
Di 12 tebax 2022 de, Rushdie di dema bernameyeke li Chautauqua, New York de, rastî êrişê hat. Zilamek bi lez û bez derket ser sehnê û berî ku nivîskar gotarekê bide, çend caran kêrê li Ruşdî da.
Ev gotara li ser nivîskar an helbestvanekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Salman Rushdie, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.