Xwarina bilez an jî Fastfood (îngilîzî.
fast food = zû xwarin, bilez xwarin) ji xwarinên di demekê kurt de amade dibin re tê gotin.
Dema mirov behsa xwarina bi lezê dike, pirranî hambûrger, kartolên sorkirî, sosîsên biraştî yan kelandî tên bîra kurdan. Ji ber ku xwarina bi lez bo tenduristiyê ne baş e, jê re di zimanê kolanî de wekî îroniyekê junkfood dibêjin.
Xwarina bilez di pêjgeha kurd de ne ewçend cihekê girîng digire. Kurd pirranî li malê, di atmosfera malbatî de, yan heger li xaringehan jî bin, bi hevaltî û civakî xwarinê dixwin. Kurd li ser destexaneyê gelek dimînin, suhbetê dikin. Ji xwe bijîşk jî viya temî dikin. Lewra bo hezmandina xwarinan dem pêwîst e, baş e ku mirov hêdî xwarinê bixwe.
Xwarina bi lez encameke jiyana nûjen e. Li bajaran jiyan divê birêkûpêk û bilez be. Wextê gelekan nîne ku bi hêviya amadebûna xwarinên giran bimîne. Sosîseke kelandî, ketçap, stekanekê kola carnan dibe xwarina danekê.
Fastfoodê sazûmaniya xwaringehan jî guhertiye. Berê garson li pey mişteriyan digeriyan, niha kiriyar bi xwe xwarina xwe digire. Herwiha pergala servîskirin û rûniştinê jî hatiye guhertin.
Zincîre-kargehên xwarina bilezê vebûne û gelek markayên wê derketine. Li bajarên Kurdistanê jî şaxên wan vebûne û vedibin. Di van dikanan de bi diravekê erzan xwarin tên dayîn. Pirranî adan û berkeliyên qerimandî ji sarincan tê derxistin, wan germ dikin û didin muşteriyan. Him ew kar dikin, him jî kiriyar xwarina xwe bilez dixwin.
Lê lêkolînên zanistî dane nîşandan ku xwarina bi lez ziyanê dide laşê mirov.
Di serdemên antîk de jî xwarina bilez hebûye lê pirranî bi jiyana nûjen re berfireh bûye. Li Kurdistanê kuftefiroş, lazûtfiroş, tablakar ûêd jî xwarinên wiha bilez tên amadekirin û xwarin didin. Lê li Kurdistanê jî hêdî hêdî fastfoodên qerimandî yên li cîhana rojava tên xwarin bipêşdikevin. Xwarina bilezên Kurdistan û Asyayê bi qasî yên rojavayiyan ziyanê nadin laşê mirov.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Xwarina bilez, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.