Bafil Talebanî: Siyasetmedarek kurd

Bafil Celal Talebanî bi navê ku tê zanîn Bafil Talebani, (jdb.

1ê çileya 1973an) siyasetmedarê kurd, kurê mezin ê serokê berê yê YNKê Celal Talebanî û serokê niha yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

Kariyera leşkerî

Bafil Talebanî perwerdeya fermî ya leşkerî bi Lejyona Biyanî ya Fransî û Hêzên Taybet ên Brîtanî re wergirtiye. Di sala 2003an de piştî têkçûna rejîma Sadam Huseyn, Talebanî vegeriya Silêmaniyê û yekem erka xwe ya fermî wek berpirsê Zanyarî ku yekîneya îstixbarata YNKê ye wergirt. Di sala 2005an de CTG Kurdistanê ava kir û bi rê ve bir û endamên pêşmerge yên ku ji bo piştevaniya Hêza Pirneteweyî – Iraq kar dikir tovkir. Di destpêkê de li dijî belavbûna Elqaîde ya li Iraqê têkoşîn dikir.

Di sala 2010an de ji bo piştgirîkirina berjewendiyên siyasî yên YNKê dest ji erka xwe ya leşkeriyê berdide û di sala 2010an de ji bo ku tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe carek din dîsa vedigere leşkeriyê.

Kariyera siyasî

Bafil Talebanî piştî dest ji xizmeta çalak berdide li avahiya malbatê ya li Silêmaniyê bi cih dibe. Talebanî wek kesayetek lihevhatinî û sererastkerê siyasî di nav partiyê de tê binavkirin û herwiha dikare bi aramî li ser perçeyên hizbî di berjewendiya Kurdistanê de bimeşe. Bafil her wiha piştgiriya birayê xwe yê biçûk Qubad Talebanî dike ku Qubad Talebani jî wek kesayetiyek siyasî yê Başûrê Kurdistanê ye û herî dawî bûye cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Bafil Talebanî di sala 2016an de serokatiya desteya biryardanê ya YNKê kiriye û ligel şanda YNKê ji bo danûstandinan çûye Îranê. Tê îdiakirin ku wekê endamekî payebilind ê malbata Talebanî roleke wî yê diyarkar di derbarê vegerandina serkirdeyên kevneşopî yên YNKê de heye. Ew bi kêmkirina kêşeyên YNKê, vegerandina serkirdayetiya hevbeş a YNKê ligel Tevgera Goran û amadekirina bersiveke yekgirtî ji bo Mesûd Barzanî ku serokê berê ya Herêma Kurdistanê ye û serokê berê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, tê naskirin.

Jiyana kesane

Bafil Talebanî wekê kurê sekreterê giştî yê berê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî û Hêro Îbrahîm Ehmed di sala 1973an de li Bexdayê hatiye dinyaye. Bafil Talebanî birayê Qubad Talebanî yê mezin e û pismamê Lahur Talebanî ye. Bi keça Mele Bextiyar re zewicî ye ku Mele Bextiyar wekê kesekî plansazê YNKê tê binavkirin. Di 27ê tebax sala 2020an de Bafil Talebanî tûşî vîrusa COVID-19 dibe û di 8ê îlona sala 2020an de ji tûşbûna vîrusê xilas dibe.

Çavkanî

Tags:

Bafil Talebanî Kariyera leşkerîBafil Talebanî Kariyera siyasîBafil Talebanî Jiyana kesaneBafil Talebanî ÇavkanîBafil TalebanîCelal TalebanîYekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (soranî)

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Elîşêr KoçgirîPisîkNûredîn ZazaDêrika HemkoQelenû18Alfabeya kurdî ya latînîXinûsGaffar OkkanHurîÎmperatoriya EşkanîDeath NoteMahsum KorkmazDRMGêziya ceryanêKeyaniya YekbûyîEbû Kamil ŞucaŞoreşa pîşesaziyêSelahattin DemirtaşSeyda PerînçekBêrîvanSerbistanXwezaAfrîkaya BakurAcaristanÎmperatoriya Awistirya-MecaristanêXwepêşandanQamişloviyetnamÎmperatoriya RûsîHîperlînkGurbet AydinFTPArşak IFilîpînEndezyariya elektrîkêNecat ZivingîISO 4217YouTubeAramê DîkranZerika zerSait KırmızıtoprakBerûOsman SebrîEnder BalkirZeugmaDînoRoj (stêrk)PêşveçûnBerxwedana Wanê 2024Zimanê kroatîZimanê bav û kalanİbrahim BilginHecî EmerKulîçeKurdên cihûJava (zimanê bernamesaziyê)Şêx Fethullahê WerqanisîAzerbaycana Rojava (parêzgeh)Huznu OkşarGoogle ChromeXemgîn BîrhatEbdurehmanê Axtepî1923Ermenistan🡆 More