Roja Cîhanî ya Jinan roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye.
Di sala 1857'an de Neteweyên Yekbûyî roja 8'ê adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand.
Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970'î de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800'î tê. Di 8 adara sala 1857'an de jinan li New Yorkê grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900'î de destpê dike. Di sala 1903'an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Kualîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908'an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana "roja jinan" tê pejirandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909'an de ji bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da. Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bi tesîr kiriye. Di sala 1910'an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya Diduyan hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate pejirandin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem Roja Cîhanî ya Jinan di 19 adara 1911'an de li Almanya, Awistralya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku keyê Prusyayê di sala 1848an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn. Pîrozkirina 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972an de bi rêxistineke mezin ya bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin, destpêkir. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985'an weke "Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî" îlan kir, di 16 kanûna 1977'an de jî 8 adarê weke "Roja Cîhanî ya Jinan" îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyîne 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kirin.
Ev beş hê vala ye. Tu dikarî lê zêde bikî. |
Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan di pêşengiya PKK'ê bi navê TAJK ango Yekîtiya Azadiya Jina Kurdistan di sala 1987'an de hate sazkirin. Her wiha ev tevger di sala 1988'an de jî xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan YJWK guhert. Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd, di sala 1995'an de jî bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. Yekîtiya Azdiya Jinên Kurdistan YAJK jî di sala 1998'an de weke Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kire partî. Di sala 2000'î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3'an ya Awaret li darxist û ji nû ve xwe weke Partiya Jina Azad PJA bi nav kir. Partiya Jina Azad PJA ji bo azadiya Jinan tê dikoşe[çavkanî hewce ye].
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Roja Cîhanî ya Jinan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.