Bûyer
Kurdistan
- 1923 – Rojnameya siyasî û hefteyî Banga Heq organa hikumeta Şêx Mehmûdê Berzencî bû ku yekem hejmara wê li Surdaşê ango (Silêmanî) derket. Hejmara dawî jî, her di wê salê de, di meha nîsanê de derket. Rojname ji ber êrîşên Îngîlîzan, weşana xwe sekinand û paşê jî mekîneyên çapê kete destê wan.
- 1959 – Serhildana Şewaf li bajarê Mûsilê pêk hat.
- 1927 – Di erdkolanên li Îraqê de, hin alavên destan hatin dîtin ku hate diyar kirin yê bajarê Urê ne û yên beriya niha 5 hezar salîn e.
- 1991 – Bajarê Silêmaniyê ji aliyê gel ve hate azadkirin û li bajarokê Çemçemal û herêma Şarezorê serhildan destpê kir.
- 1998 – Yek ji komên çandî û hunerî ya girêdayî Navenda Çanda Mezopotamyayê, NÇM, Koma Asmîn ji hêla jinên NÇM'î ve hate damezrandin.
- 2000 – Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê projeya xwe ya aştiyê li Brukselê bi civîneke çapemeniyê daxuyand.
- 2010 – Li Xarpêtê erdehejeke bi mezinahiya 6,0 a ligorî pîvanên Richterê qewimî. Di encamê de 41 kesî jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî brîndar bûn.
Cîhan
Jidayikbûn
Mirin
Cejn û salveger
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article 8ê adarê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.