Pêşmerge, hêzên leşkerî ya kurd e ku berpirsê ewlekariya Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) ye.
Hêzên Pêşmerge li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, berpirsê ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ye. Li gorî yasayên Iraqê ya niha qedexe ye ku hêzên çekdar ên Iraqê derbasê herêma ewlehiya berpirs a hêzên pêşmerge (Herêma Kurdistanê) bibin.
Pêşmerge | |
---|---|
Damezrandin | Ji salên 1920an heta niha |
Welat | başûrê Kurdistanê |
Cure | Artêş |
Mezinahî | 390.000 |
Dîroka Pêşmerge vedigere sedsala 18an ku di bin destê Osmanî û Safewiyan de weke hêzeke tund-eşîretî dest pê kir û paşê di sedsala 19an de guherî hêzeke gerîlayî ya bi dîsîplîn û perwerdekirî. Di sedsala 20an de hêzên pêşmerge wekî artêşeke nîzamî berpirsyariya ewlekariya Başûrê Kurdistanê girtiye ser xwe.
Peyva "Pêşmerge" tê wateya "pêş girtina mirinê". Valentine diyar dike ku ev nav yekem car ji aliyê Qazî Mihemed ve di dema Komara Mehabadê de (1946-1947) hatiye bikaranîn.
Kevneşopiya serhildanê ya şervanên Kurd bi hezar salan li gel daxwazên serxwebûnê heye û şervanên Kurd ên destpêkê li dijî Împeratoriyên farisî, Împeratoriya Osmanî û Împaratoriya Brîtanyayê şer kirine.
Di dîrokê de Pêşmerge cara yekem wekî rêxistineke gerîlayî hebûn lê di bin Komara Kurdistanê a Mehabadê ya xweser (1946-1947) de, hêzên Pêşmerge bi serokatiya Mistefa Barzanî bû artêşa fermî ya komarê. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê a Mehabadê û bidarvekirin serokê komarê Qazî Mihemed, hêzên Pêşmerge dîsa wek rêxistineke gerîlayî derketiye holê.
Li Başûrê Kurdistanê piraniya Pêşmergeyan bi serokatiya Mistefa Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê dihate birêvebirin. Di sala 1975an de Pêşmerge di şerê duyem ê Iraq û Kurdistanê de têk çû. Endamê serkirdayetiya PDKê Celal Talebanî di heman salê de ji bo zindîkirina berxwedanê derket û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê damezrand. Ev bûyer dibe bingehek ji bo nerazîbûna siyasî di navbera PDK û YNKê de ku heta îro hêzên Pêşmerge û piraniya civaka Kurdistanê ku li Kurdistanê parçe bûye.
Piştî mirina Mistefa Barzanî di sala 1979an de kurê wî Mesûd Barzanî cihê wî girt. Ji ber ku alozî di navbera PDK û YNKê de zêde bû, piraniya Pêşmergeyan şer kirin ku herêmekê di bin kontrola partiya xwe de bihêlin û di heman demê de li hember êrişên artêşa Iraqê jî bisekinin.
Di sala 2022an de jibo yekkirina hêzên Pêşmerge niqaş hene.
Ev beş hê vala ye. Tu dikarî lê zêde bikî. |
Îngilîzî | Kurdî |
---|---|
General | Payedar |
Lieutenant General | Salar |
Major General | Serdar |
Brigadier | Sertîp |
Colonel | Serheng |
Lieutenant Colonel | Pêşkar |
Major | Pêşrew |
Captain | Pêşeng |
First Lieutenant | Cîdarî yekem |
Second Lieutenant | Cîdar |
Çavkanî |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Pêşmerge, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.