7-10
Bersorik, bûkesor | |
---|---|
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Passeriformes |
Famîle: | Muscicapidae |
Cins: | Erithacus |
Cure: | E. rubecula |
Navê zanistî yê latînî | |
Erithacus rubecula (Linnaeus, 1758) | |
Binecure | |
Bersorik, sîngsor an jî bûkesor (bi latînî: Erithacus rubecula), cureyekî mêşgiran (Muscicapidae)e ku dengxweş û fîkar e.
Dirêjiya bersorikê nêzî 14 cm. Serê wî û pişta wî rengê qehwe û hinekkî gewr, nava wî spiyê berzere, sîng û serçavê wî jî sor e. Çavên wî jî reşê tarî ye.
Bersorik li Ewropa û bo milê rojhilat heta rojavaya Sîbîrya û joriya Îranê, têjikan diînte der. zivistana xwe, li joriya rojavaya Îranê û jorîya Îraqê (Kurdistanê) diborînit.
Li daristanan û baxçeyan dijîn. li kurdistanê, ji nîva meha Çiriya pêşîn pê de heta dûmahiya meha Avdarê, xweş di nav bîstan û baxçe û terraş û daristanan de tê dîtin. Hêlîn ji aliyê mêyê ve, li ciyên wek qul, derz, heyta çaydan û solên avêtî, li her ciyî dihê çêkirin.
Di navbera 4-6 hêkan dikin. Salê 2 caran qurp dikevin, lê carinan ev derdikeve 3 û 4'an jî.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Bersorik, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.