Tirs halekî derûnî yî mirov e û hestekî ji hestên bingehîn ên mirov û giyaneweran e.
Tirs ji hestên mirovan yên girîngan yek e. Mirovên tirsonek jî, mirovên netirsonek jî xwedî hesteyê tirsê ne. Tirs her çiqas pir caran nebaş bê dîtin jî ji bona berdewamkirina jîyanê hesteyek zaf lazim/girîng e. Hesta tirsê mirovan hember tehlûkeyan hişyar dike, ji bona xwe paraztinê xeberdar dike .
Tirs hestek wisaye ku bi xwestin û nexwestina mirov dernakeve ortê û wenda nabe. Ew bi xwe gor şert û şurtên mirov otomatik derdikeve holê, li ser mirov tesîr dike. Mirov tenê dikare li hember tirsê ji xwe re rîyekî bibîne û bikare hal û hereketên xwe kontrol bike. Di saya hesta tirsê mirov tedarîka xwe dibîne, dibe kifşker û hêzdar.
Mirovî tirsonek li hember tiştên an jî halên jê ditirse hinî xwe paraztinê nebûye, nizane çer hareket bike, xwe di emnîyetê de nabîne, ditirse. Mirovî natirse hinî xwe paraztinê bû ye, dizane çer hereket bike, xwe di emnîyetê de dibîne û natirse. Bi tecrûbeyan mirov hinî hal û tiştên ji bo wan nenas dibe. Bi naskirina wan hal û tiştan mirov êdî xwe emnîyetê de dibîne, natirse.
Tehlûke dîtin û revandin saya hesteya me ya tirsê derdikeve ortê. Ji ber hestê tirsê tu mirov nikare were niqaşkirin û şermezarkirin. Niqaşkirin û şermezarkirina hesteyê tirsê neheqîyek li wî mirovî kirin e. Çimkî ji tiştekî an jî halekî tirsîn ne tiştekî di destên mirov da ye. Tê zanîn ku tirs hîssekê derî xwestin û ramanên mirov e. Tirs hesteyekî derhiş e.
Tirs parçeyek giringî jiyanê ye. Domandina jiyanê bê tirs nabe, lê ew tirsa ger tirsek bi pîvan be.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Tirs, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.