Time, navê kovareke nûçe û polîtîkayê ya DYAyî ye.
Navenda wê li DYAyê ye û gelek nivîsgehên wê û çapkirinên wê yên cuda jî hene.
Wekî hefteyî tê çapkirin. Navê wê ji dirûşmeya The International Magazine of Events (Kovara navneteweyî ya bûyeran) tê. Di 3'ê adarê 1923'î de wekî yekemîn kovara hefteyî ya DYAyê ji aliyê Briton Hadden û Henry Luce hatiye damezrandin. Zimanê kovarê îngîlîzî ye û tîraja wê li dora 5,2 Mîlyonê ye.
Polîtîkayeka lîberalîzma çepgir dihewîne. Navenda versiyona wê ya bi navê Time Europa li Londonê ye. Herwiha ya Time Asia jî li Hong Kongê ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Time (kovar), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.