Siyasetnasî dîsîplîneke civaknasiyê ye ku bi xebatên dewlet û netewe û hikûmet û siyaset û siyaseta hikûmetê ve têkildar e.
Arîstotelês vî karî wek xebatên dewletê dide nasîn[çavkanî hewce ye]. Ev li gel teorî û praktîkên siyasetê û analîzên sîstemên siyasetê û tevgera, çanda siyasetê ve têkildar e. Zanyarên siyasetê xwe wek mijûlkerên rûdaw û rewşên siyasî yên di bin têkiliyan de derdikevin dibînin û ev zanyarên hane ji bo prensîbên giştî derbarê rêberiya dinyayê yên xebatên siyasî dixebitin.
Siyasetzanî li gel warên din jî têkildar e; aborîyê, dadê, civaknasîyê, dîrokê, mirovnasiyê, rêvebirina civakê, siyaseta giştî, siyaseta netewî, têkiliyên navnetewî, siyasetên berawird, derûnnasî, rêxistinên siyasî û felsefeya siyasetê dihundirîne. Her çend li sedsala 19an de kodkiriyî be jî, dema hemû civakzanî ava bûn, siyasetzanî xwediyê rehên kevn bû; bi rastî, ew berî 2500 sal pêş niha di nav xebatên Platon û Arîstotelês de hebû.
Siyasetnasî gelek caran dibe 5 parên cuda yên bin-dîsîplînê ku rewşên hevrebûnê çêdike.
Felsefeya siyasetê li gel lêzedekirinên cur be cur yên ramanvanên klasîk wek Arîstotelês, Niccolò Machiavelli, Cicero, Platon û yên din ve gelek têkildar e.
Ev gotara têkildarî zanistê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Siyasetnasî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.