Holokost, Şoah, nîjadkujiya cihûyan, rehqelana cihûyan, jenosîda cihûyan, rehkolana cihûyan ji nîjadkujiya ku ji aliyê sazûmaniya nazîstan ve li Almanya û seranser Ewropayê hatiye kirin re tê gotin.
Holokost | |
---|---|
| |
Dewlet | Almanyaya Nazî |
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Hejmara miriyan | |
Pêk tê ji |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Holokost bi grekî tê wateya (ὁλόκαυστον holókauston "bi giştî şewitandin, qelandin") û Şoah jî (herwiha Shoah; bi (îbranî) הַשׁוֹאָה haShoah "nepîroz" an "karesata mezin")[çavkanî hewce ye].
Di zimanê kurdî de nîjadkujî, rehqelan, rehkolan, kuştarî, qelaço tê gotin. Ji komkujî cudatir e. Lewra di komkujiyê de komek an pirraniya gelek tê qirkirin lê di nîjadkujiyê de jiholêrakirina nîjadek, qewmek tê kirin[çavkanî hewce ye].
Bi hatina ser desthilatê ya naziyan ve, di nava salên 1933 û 1945an de li seranser Ewropayê gelê cihû hatine berhevkirin. Nazî wekî dijminê sereke ji xwe re cihûyan dibînin. Ji ber ku gelê cihû xwendî û dewlemend bû, ji ber ku Almanya di şerê cîhanê yê yekem de têk çûbû û xizan ketibû, naziyan bi zanebûn, ji bo gel bixapînin, bixin ser riya xwe, sedemê tevahiya xirabiyan gelê cihû dan nîşandan.
Nasyonalsosyalîstan cihû berhev kirin, li kampan cibandin, ew dane xebitandin, li ser wan ceribandinên dijmirovane kirin û di wargehên nîjadkujiyê de birêkûpêk ji holê rakirin. Di nîjadkujiya cihûyan de kêmzêde şeş milyon cihû hatine tunekirin.
Di nîjadkujiyê de herwiha çîgan (roman), bawermendên şahidên Yehowa, hevzayendbaz, nexweşên psîkolojîk, kesên astengiyên wan ên jîriyê hebûn ûêd jî di kampan de hatine kuştin. Hin kes hejmara qurbaniyan wekî 17 milyon jî didin diyarkirin[çavkanî hewce ye].
Tê gotin 100.000 astengdar, 20.000 almanên komûnîst û demokrat, 7.000 hevzayend, 1.200 alîgirên şahîdên Yahowa hatine qirkirin.
Adolf Hitler û sazûmaniya nazîstan sala 1933 dest bi plana xwe ya tunekirina cihûyan dikin. Berê peywirdarî, paye, xwedîtiyên cihûyan tên betalkirin. Gava duyem destdana ser milkê wan e. Dest didin ser dewlemendiya wan û li seranser Ewropayê cihûyan berhev dikin, wan di kampan de dicivînin.
Li kampan bi hovane tên xebitan û dawiyê de jî wan dikujin. Kuştin di odeyên gazê, firûnan de pêk tê. Yan jî wan bi rêbazên din dikujin. Ango gava dawî jiholêrakirina cihûyan bû.
Di 15ê îlona 1935an de hikûmeta Adolf Hitler (Zagonên Nürnbergê]] dertînin. Bi van zagonan "kesên ku ne ji gelên arî (aryan) ne, marîbûn (zewac) bi wan re tê qedexekirin". Qewmên din wekî "mirovên nizm, mirovên kêmnirx" tên binavkirin[çavkanî hewce ye].
Partiya nazîst NSDAP sala 1938 di şeva 9-10ê çiriya paşîn de bi navê Şeva Krîstalî tevçalakiyek lidardixin, kinîşt, dikan û xaniyên cihûyan dişewitînin. Gelê cihû dikujin û mirandin. Bi van çalakiyan reaksiyonên almanan û cîhanê dihatin pîvandin, testkirin.
Hikûmeta Almanyayê ya wê demê di 9ê çiriya pêşîn 1941ê de li cihûyan dike ferz ku stêrka Dawid bi xwe ve bikin, daku ew li kolanan bi hêsanî bên naskirin ku cihû ne. Deh roj şûnde bazirganî bi cihûyan re tê qedexekirin. Li seranser Almanyayê nêçîra cihûyan dest pê dike.
Yekemîn kampa mirinê sala 1933 li Dachauyê tê amadekirin. Li vir almanên demokrat jî hatin berhevkirin û kuştin.
Di heman demê de li kampan li ser mirovan ceribandinên curbecur dihatin kirin. Josef Mengele yek ji wan kesan bû ku li ser girtiyan ceribandinên dijmirovane dikir.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Holokost, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.