Josef Mengele (jdb.
16ê adara 1911an li Günzburg; m. 7ê sibata 1979an li Bertioga, Brezîl) yek ji bijîşkên navdar ên kampên mirinê yên naziyan bû. Li ser girtiyan ceribandinên hovane dikir, ew wekî kobay bikardianî. Navê wî dibe "firîşteyê mirinê". Piştî şer wekî gelekên din diçe başûrê parzemîna Amerîkayê. Sala 1960 ji aliyê Mossadê ve tê selmandin lê dest nadinê.
Josef Mengele | |
---|---|
Jidayikbûn | 16 adar 1911 |
Mirin | 8 sibat 1979 Bertioga |
Sedema mirinê | Stroke (Qezaya ku mirin tê de) |
Cihê goristanê | Embu das Artes |
Hevwelatî | Împeratoriya Almanî, Komara Weimarê, Almanyaya Nazî, Paraguay (1959–), Arjentîn (1954–) |
Perwerde | |
Pîşe | |
Partiya Siyasî | |
Dê û bav | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Josef Mengele lawê mezin ê Karl û Walburga Mengele (jdb. Hupfauer) e. Malbata wî dewlemend e, li ser teknîka çandiniyê kargehek wan heye, Mengele Agrartechnik li Günzburgê.
Mengele perwerdeya antropolojî û bijîşkiyê dibîne li München, Bonn û Viyanayê. Di nava salên 1931-1934 dikeve nava refên SA'yê. Sala 1937an jî tevlî NSDAPê dibe.
Di 1939an de bi Irene Schönbein re marî dibe (dizewice). Sala 1940î tevlî artêşê û hêzên çekdar ên SSê dibe. Salên 1960î de tevahiya dîplom û payeyên wî tên betalkirin. Wî bi hêza sazûmaniyê ji xwe re kariyereke mezin çêkiribû.
Ew beriya here Auschwitzê jî li ser girtiyên kampan ceribandinan dike. Bi taybetî li ser cêwî û çîganan. Wî dixwest biselmîne ku nîjada aryanî li ser mirovên din e.
Ew girtiyan dikuje, laşê wan parçeyî dike, dermanan li ser zarokan diceribîne, tî-birçî dihêle hwd. Navê wî wekî "firîşteyê mirinê" belav dibe. Helbet ew ne tenê ye, bi sedan bijîşkên wekî wî hebûn û wan jî ceribandinên wiha dikirin. Lê bi qasî Mengele navdar nebûn.
Bi hatine Artêşa Sor a 17ê rêbenadana sala 1945an, direve, xwe vedişêre. Herçendî Mossad wî diselmîne jî, ji ber sedemên nayên zanîn, Mengele nayê girtin. Bi nasnameya Fritz Hollmann li parzemîna Amerîkayê dijî.
20ê hezîrana sala 1949an bi keştiya navê wê North King e direve Buenos Airesê. Li wir heya sala 1950î dijî. Wekî bijîşk dixebite.
Tê gotin bi navên sexte qet nebe carekê çûye Almanyayê jî. Li balyozxaneya Buenos Airesê bi du nasnameyan qeydên wî tên bidestxistin. Saziyên almanan bi dizî alîkariya wî kirine.
Mengele 7ê sibata sala 1979 di avjiberiyê de felcê derbas dike û dimire. Medyaya Alman dezînformasyonê dike, wî ji bala rayagiştî dide dûrxistin. Heya îro jî nayê zanîn ku çima daîreyên Almanyayê yên wê demê bi ser Mengele de neçûne, alîkarî dane wî.
Sala 2004an rojnivîsên wî yên li Brezîlê nivîsîne hatin weşandin. Di wan de Mengele berevaniya jiyan û karê xwe dike. Ango ti poşmanî nebûye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Josef Mengele, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.