Hevzayendîtî

Hevzayendîtî, hevregezxwazî an jî hevzayendxwazî tevgereke romantîk an jî nêzîkbûneke zayendî di navbera mirovên heman zayendê ne.

Hevzayendîtî wekî berpêbûniyeke wisa tê pênaskirin: Çawaniya wî/wê kesê/î ku ya bi piranî yan jî bi giştî bi riyên romantîzmê an jî bi nêzîkbûna zayendiyê ve beraliyî kesên din dibe yên ku di heman zayendê de ne. Di heman demê de van helwest an jî rewşa jî dihewîne: Endamên civaka ku bingehê xwe li ser van tevgeran pêk aniye yan jî kesên ku nasnameyeke têkilîyî van hestên xwe ava kirine.

Beşdarên Taipei Pride
Beşdarên Taipei Pride 2011
Hevzayendîtî
Beşdarên NYC Pride 2012
Hevzayendîtî
Qanûnên cîhanê yên têkildarî jiyan û nasnameyên hevzayend     Zewaca qanûnî     Hevjînên sîvîl     Sînorkirinên derbirînê     Zîndan, bi girtin an binçavkirin (hê nehatiye pejirandin)     Girtîgeh; mirin pêk nayê     Cezayê îdamê (hê nehatiye pejirandin)     Cezaya îdamê
Hevzayendîtî
Daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî yên li ser mafên LGBT
     Yên piştgirî didin (sal 2008 an 2011)      Yên dijber

Hevzayendî, ligel heteroseksuelî û bîseksuelî yek ji nav çeşîtdariya sê hêmanên berpêbûniya zayendî ye. Nerînekê hevpar a zanyaran tuneye ku ka çima mirov berpêbûniyeke taybetî pêşdixin. Li ser jêderka berpêbûniya zayendî çend teoriya biyolojîk ku ji aliyê zanyaran hatine pejirandin, hatine berhemandin; wekî faktorên genetîk, hawira malzaro ya demên zû yan jî kombînasyona her du teoriyê. Piştrastên xurt li ser bandorkirina şiklên mezinkirinên malbatan an jî serpêhatiyên zarokatî ya yekem tune ye. Li gorî hin kesan çalakiya hevzayendî ya dijî xwezayê ye yan jî xerabûyîtiyeke fonksiyonî ye lê belê vekolîn nîşan didin ku hevzayendî çavkaniya xwe ne ji bandorên psîkolojîk a neyînî dibe, ew varyasyoneke erênî û normal a zayendiya mirov e. Hindik caran mirov hestên hilbijartina berpêbûna zayendî ya xwe diceribînin an jî qet naceribînin. Piştrastên destekariya psîkolojîk a ji bo guhartina berpêbûna zayendî tune ne.

Ji bo pênasiya hevzayendan çend têgîn tên bikaranîn. Ji bo pênasî hevzayendên jinan ji salên 1800an û vir ve peyva lezbiyen û ji bo zilaman (piştî demekî ji bo jinan jî) ji salên 1960an û vir ve bi jêderka fransî, peyva gey tên bikaranîn. Peyva gey (kurdî: gey an jî gêy, fransî: gai, îngilîzî: gay) piştî çend salan ji bo hevzayendên jin û mêr hatiye bikaranîn. Ji ber berpêbûniya zayendî bi riya devkî yan fizîkî bi tundî çûna ser hevzayendan, gotinên bi wateya hevzayendî bikaranîna bi mebesta xeberdanê an jî ji bo biçûkxistinê li çend dewletên pêşveçûyî de di nav sûcên nefretê tê hesibandin û van tawan bi danekirina cazayî tê muamelekirin.

Pîvandina hejmarên kesên ji nasnameya gey û lezbiyen an jî serpêhatiya hevzayendî ceribandiye, ji bo lêkolîneran bi çend sedeman gelek zor e. Yek ji van sedeman ev e ku kesên hevzayendî ji ber cudakeriyên homofobîk û heteroseksîst nasnameyên xwe eşkere nakin/nikarin bikin. Tevgerên hevzayendî di heman demê de di nav gelek cureyên ajalan de hatiye çavderî kirin.

Her çiqas tenê serjimarî yan jî şert û mercên polîtîkayê ya xuyanîtiya wan hêsan bike jî gelek gey û lezbiyen hevratiyên giran avadikin. Di navbera van pêwendî û têkiliyên heteroseksuelan de tu cudatî ji hêla kespê psikolojîk a kesên ku li nav pêwendî de tune ye. Bizav û pêwendiyên hevzayendan, di nav dîroka bi qeydkirî de, li gorî şeklê wan a li nav ew çandê de, carinan hatine pîrozkirin û carinan jî hatine darizandin. Ji sedsala 19. vir ve xêndî zêdekirina naskirin û xûyanîtiyên wan, ji bo biserketina mafên zagonî têkoşînekî mezin tê dan: wekî zewac û pêwendiyên şarmend, ewlad ji xwe re kirin û dêûbavitî; pesendkirina leşkerî û ewlehiya karê û gihaniya xizmetên tenduristiyê.

Dîrok

Hevzayendîtî 
Ji aliyê Jean Broc ve mirina Hyacinthê ciwan û hezkiriyê wî Apollo li nav simbilan hatiye wênedarkirin, 1801.
Hevzayendîtî 
Li dîrokê kesên hevzayendî û ketine têkiliya hevzayendî dihat cezakirin. Di wêneyê de; du kesên ku bi hetîwbazî hatiye pênaskirin, li ber dîwarên Zurihê bi saxî tê şewitandin, 1482.

Hevzayendî yê ku mîna tiştekî dibe başkirin, bi metodên dûrî aqil ku ji berê ve tê bikaranîn û di bijîşkî de rê dan/dide nîqaşan, di zemanê modern de ji aliyên zanyaran ve ji nexweşiyan nayê hesibandin. Ev 35 sal e ku psîkolog û psîkiyatr pesend kirine ku hevzayendî ne nexweşî yan xerabûyîtiya rûhî yan jî pirsgirêkeke dilînî ye. Cara yekem di sala 1973ê de Heyeta Rêveberiyê ya American Psychiatric Association (Yekîtiya Psîkyatrîk a Amerîkî) derxistina hevzayendî ji kategoriya nexweşiyê pesendkir. Li komcivîna ku di sala 1974ê de hat lidarxistin, ji aliyên piraniya endamên komelê ve jî hat pesendkirin. Komel li komcivîna ku di sala 2006an de hat lidarxistin, vê biryara xwe carekî din bi raya giştî re parvekir. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî di 17ê gulana 1990an de mîna Komela Psikiyatrî ya Amerîkî, hevzayendî ji kîsta nexweşiyan derxist. Ev biryar di sala 1992ê de bi raya fermî li lîsta ICD-10ê (Senifandina Nexweşiyan a Navnetewiyê) hat tomarkirin.

Di 1ê kanûna paşîn a 1993ê de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hevzayendî ji “Senifandina Nexweşiyan a Navnetewiyê” derxist. Ji 1994ê û vir ve dewletên ku endama WHOyê destpê bikaranîna vê lîstê kirin. Ji hêla zanyarên bijîşkê ve hatiye zeftkirin ku hevzayendî ne nexweşî, ne xerabûyîtî û ne kêmasî ye. Hevzayendî yek ji nav çeşîtdariya sê hêmanên berpêbûna zayendî ye û mirov nikare vê taybetî hilbijêrin, ji ber ku ev çawanî ji zayînê heta 3-4 salî diyar dibe. Piştî vê qebûlê piraniya welatên pêşveçûyî mafên hevzayendan -heta ku zewacê- wekhevî kirine mafên heteroseksuelan.

Yekîtiya Psikiyatrî ya Amerikan (APA) jî, di sala 1973ê de hevzayendî ji “Rênîşa Statîstîk û Teşxîs a Nexweşiyên Hişî”yê derxist. Pozîsyona APAyê îroyîn ev e: xebatên zanyariyê ku bi objektîf û baş hatine plankirin û lîteratura klînikê rê dide ku hevzayendî cureyeke zayendiya mirovan a “erênî û pozîtîf” e. Li gorî APAyê sedema ku di paşerojê de hevzayendî yek ji nexweşiyên hişiyê hatibû qebûlkirin, ev e ku hişyarkirina xelkê ji aliyê paşdarazîbûn û alîgirbûna profesyonelên ku li beşa nexweşiyên hişê de dixebitîbûn. Benda ICD-10ê bi vî rengê ye: Berpêbûniya zayendî, nayê pejirandin ku bi serê xwe nexweşî ye.

Rewş û etîmolojiya berpêbûniya zayendî

Her çiqas li welatên rojavayî de ji hev qetandina peywirên kesê/î ku li têkiliya zayendî de xelasbûyî be jî li welatên ku hevzayendî bi awayekî veşartî tê jîn, zilamên hevzayendî (nêrbaz) wekî aktîf û pasîf tê li nav kirin. Ev çandên kevneperestan bi taybetî zilamên pasîv ango/an jî yên jinokî wekî hevzayendî dipejirînin û van zilaman ji aliyê piraniya civakê tên vederkirin/dûrxistin.

Li pêlingên civakî de jin wekî pasîf û negatîf aliyê din zilam aktîf û pozîtîv tê watedarkirin. Peyvên aktîv û pasîv ji ber vê yekê rewşekî biçûkxistî yan jî mezinahî dide fikirîn, ji sedema vê ev peyvan di van çendan de nayê xwestin ku bê bikaranîn.

Berpêbûniya zayendî û nasname

Pîvanga Kinsey (Kinsey scale)

Hevzayendîtî 
Alfred Kinsey di pirtûka xwe de ya bi navê "Tevgerên Zayendî ya Mêran" gotiye “The world is not to be divided into sheep and goats” ango bi kurt û kurmancî "Cîhan ji mîh û bizinan pêknaye" û vê pîvanga berpêbûniya zayendî pêşkeş kiriye.

Pîvanga Kinsey ku bi navê Heterosexual–Homosexual Rating Scale (Pîvanga Bipelkirina Heteroseksuelî-Hevzayendî) jî tê zanîn, dixwaze ku paşeroja yan jî beşên paşeroja çalakiya zayendiyê ya kesan pênas û şîrove bike. Bipelkirin ji 0 (sifir)ê heta 6ê ye. 0 bi temamî tê wateya heteroseksuelî, dijî wê 6 jî bi temamî tê wateya hevzayendî. Li pîvangê ji bo aseksuelan terîfbike, nîşana “X” hatiye bikaranîn.

Berpêbûnî û tevger

Berpêbûniya zayendî ji aliyê American Psychological Association (Yekîtiya Derûnnasî ya Amerîkî), American Psychiatric Association (Yekîtiya Psîkyatrîk a Amerîka) û National Association of Social Workersê (Saziya Karkerên Civakî ya Netewî) ve ne tenê taybetiyeke cihêbûyî, ji xêndî wê wekî gerdûna kesên ku dixwazin bi kesên din re ji bo tetmînbûnê têkiliya zayendî avabikin, pênasdikin.

Coming Out

Hevzayendîtî 
Serokwezîra kevn a Îslendayê Jóhanna Sigurðardóttir di serdema modern de serokwezîra yekem e ku hevzayendîtiya xwe aşkere kiriye.

Coming Out ("Derketin"), daxuyaniya kesî/ê ji bo berpêbûniya zayendiya xwe an jî nasnameya zayendê xwe ye û bi şeklên cuda wekî pêvajo yan jî rêwîtiya psîkolojîk tê pênaskirin an jî tê ceribandin. Coming out, bi gelemperî ji sê qonaxê pêk tê. Qonaxa yekem xwe naskirin û fêmkirina/pejirandina xwe ya ji bo avakirina/ketina têkiliyên hevzayendî ye. Ev qonax bi gelemperî wekî coming out’a navxweyî tê pênaskirin. Qonaxa duyem biryardana ravekirina berpêbûna xwe ya zayendî ya kesî/ê ku ji bo kesên din(wekî mînak ji malbat, heval û hemkarên xwe) e. Qonaxa sêyem bi gelemperî jîyîna kêsî/ê ku wekî ferdeke LGBT, dihewîne. Mirov, di van rojan de li Amerîkayê bi gelemperî di temenên lîseyê yan jî zanîngehê de berpêbûna zayendiya xwe vedibêjin. Lezbiyen (mêbaz), gay (nêrbaz) û bîseksuel, dema bepêbûna wan a zayendî ji aliyê civakê ve neyê pejirandin, di be ku ji kesên din re bawernekin an jî alîkarî nexwezin.

Li gori Rosario, Schrimshaw, Hunter û Braun (2006) nasnameyên zayendî ya kesên lezbiyen, gey û bîseksuel(LGB) kompleks e û ew ji pêvajoyên zehmetî derbas dibin. Li dijî eqliyetên din (wekî mînak eliyetên etnîk û nijadî) piraniya LGB, li nav civakên ku qala nasnameyên xwe ji wan agahî an jî alikarî bistînin, mezin nabin. Loma li nav civatên ku ya dijminê hevzayendî yan jî ji hêla agahî ve nezan mezin dibin.

Outing ("Derxistin"), bêdilî eşkerekirina berpêbûna zayendiya keseke ye. Berpêbûna zayendiya gelek siyasetmedar, navdar, kesên li xizmeta leşkeriyê dixebitin û alimên dînî bê dilê wan bi nêtên xerabî, rewiştî an jî siyasî hatiye eşkerekirin.

Nasnameya zayendê

Hevzayendîtî 
Károly Mária Kertbeny cara yekem ku bêjeya «homoseksuel» bi kar aniye (1868)

Li berê berpêbûniya hevzayendî bi zayenda kesî/ê re hatiye girêdan. Wekî mînak hatiye fikirîn ku taybetiyên jinê ku têkilî nîşan dide jinekê, mêrokî(maskulen) ye; an jî taybetiyên zilamê ku têkilî nîşan dide zilamekî din jî jinokî(femînen) ye. Lê belê di nav sedsala 20. de nasnameya zayendê ji berpêbûniya zayendî ve hat qetandin û wekî diyardeyekî azad hat pejirandin.

Her çiqas belavbûna rêjeya berpêbûna zayendî li nav kesên ku bi nasnameya zayendê û transgender re ahengdar in, ji hev du cudabin jî ew kes dikarin/dibe ku têkilî bi jin, mêr an jî ji her du zayendê re nîşan bidin. Kesên heteroseksuel, hevzayendî û bîseksuel mumkûn e ku bibin mêrokî yan jinokî yan jî ew dikarin her du taybetî rêbidin. Xêndî vê, sterotipên “hevzayendê/a bêahengî zayendê xwe” û “hevzayendê/a ahengdarî zayendê xwe” di endamên civatên gey û lezbiyen de hene. Lêbelê vekolîn ê ku ji aliyê J. Michael Bailey û K.J. Zucker hatiye çêkirin, dîtine ku gelek gey û lezbiyen di zaroktiya xwe de bi zayendê xwe re demên bêahengî jiyîne.

Nasname û berpêbûnên hevzayendî

Gey (nêrxwaz, hevzayendxwaz, hevregezxwaz)

Bêjeya gey di ferhenga îngilîzî ya Oxfordê de bi pênasa “kesê/î hevzayend(gelemperî mêr)” hatiye ravekirin.Gey, berê ji ber ku kêmasiya bêjeyeke pênaskirina hevzayendên mêr tunebû, hatiye bikaranîn û bere bere destpê nîşandana “kesê/î hevzayend”ê jî kiriye.

Jêderka bêjeya “gey” “gai” a fransî ye. Bi eslê xwe ev peyv dihat wateyên “kêfxweş, xemok” û “bi rengê rojen, mirêsdar”ê. Lê piştî salên 1960ê ji aliyê hevzayendên mêr ve ji bo nîşanî xwe hat bikaranîn. Di Ingilizî de wateya din a bêjeya gey ber bi hişk bûnê ve çûye.

Lezbiyen (mêbaz)

Lezbiyen ji salên 1800î û vir ve ji bo nîşanî hevzayendên jin tê bikaranîn.

Jêderka vê bêjeyê ji navê welatê Sapfoyê, Lesbosê tê. Sappho di helbestên xwe de qala hestên xwe yê ji bo jinan kiriye. Bi hêla zimannasî ve wateya lezbiyen ji Lezbosî ye.

Bîseksuel

Bîseksuelî, candarên ku ji aliya hestî û berpêbûna zayendî ve têkiliyî him zayendê xwe û him jî dij zayendê xwe nîşan didin.

Kesên ku xwediyê vê nasnameya berpêbûna zayendî, hewce nakin ku di heman demê de têkiliyî him jinan û him mêran bikin. Hin bîseksuel, neketine têkiliyî zayendî bi zayendên civatiya xwe an jî dijî zayendê xwe (an jî bi her du re). Wekî heteroseksuel û hevzayendan jî derbasdar e ku tevgera cazîbeya zayendî di her xwestinê de nayê kirin.

Hevratiya hevzayendî

Kesên ku xwediyê berpêbûniya hevzayendî ne, ji bo ravekirina zayendiya xwe dikarin ser li rêyên curedar bikin an jî xwe ravenekin.

Pîvanga Kinsey, dixwaze ku paşeroja yan jî beşên paşeroja çalakiya zayendiyê ya kesan pênas û şîrove bike. Bipelkirin ji 0(sifir)ê heta 6ê ye. 0 bi temamî tê wateya heteroseksuelî, dijî wê 6 jî bi temamî tê wateya hevzayendî.

Vekolîn rêdinin ku gelek gey û lezbiyen hevratiya temendirêj dixwazin Wekî mînak li gorî encamên pirsnameyan rêdidin ku ji navbera ji %40 û ji %60a gey, ji navbera ji %45 û ji %80a lezbiyen li wê demê de di hevratiyeke romantîk de ne.

Li gorî daneyên pirsnameyan li Amerîkayê hevbera gey li navbera %18 û %28 û hevbera lezbiyen li navbera %8 û %21, deh sal zêdetir pev re dijîn. Vekolîn dîtine ku hevberên hevzayendan mîna hevberên heteroseksuelan hev du têrdikin û pêwendiyên giran avadikin. Giraniya pêwendî û ji têkiliyê têrbûn, baştir îstatîstîk ji temen û zayendê û berpêbûna zayendiyê didin. Hêla din heteroseksuel û hevzayendî ji hêvî û bendewariyê hevpar dibin ku ev hevparî bi hêsanî tê ber hev du.

Demografiya hevzayendî

Ji bo polîtîkayên raya giştî daneyên ewlemendî ya qala gelheya gey û lezbiyen gelek girîng e. Wekî mînak demografî alî biryardana hevpariya xwecihî, zagonîkirina mafê hevzayendan a ji xwe re ewlad kirinê, hesibandina maliyet û kêrhatîbûna polîtîkaya Nepirse-Nebêje ya li artêşa Amerikan, dike. Agahiyên li ser gelheya gey û lezbiyen alî fêmkirin û biryardana pirsgirêk û mijarên bijartina bazarên karkeran a zanyarên civaknasan, koma sermaye ya mirov, pisporbûna li ser gelê malbat, cudakerî û rewşa erdnîgarî jî dike.

Pîvandina belavbûna hevzayendan gelek zehmet e. Gelek mirov xwediyê tevger û taybetmendiyên hevzayendiyê bibin jî pêkan e ku ew xwe wekî hevzayendî an jî bîseksuel nebînin.

Vekolîn mecbûr in ku him mînakên tên pênaskirin û him jî yên nayên pênaskirin, bipîvin. Dibe ku hejmara kesên xwediyê dilbijiya hevzayendî ji yên hejmara ev dilbijiyên xwe dipeyitin, zêdetir bibe. Her wiha hejmara kesên dilbijiyên xwe dipeyitin jî dibe ku ji hejmara kesên ku xwe wekî nasnameya gey, lezbiyen û bîseksuel dibînin, zêdetir bibe.

Alfred Kinsey piştî vekolînên ku di navbera salên 1948 û 1953an de çêkirîbû, ragihandibû ku ji % 46 kobayên mêr reaksiyon nîşanî her du zayendê daye; ji % 37ê wan jî herî kêm carekî ketiye têkiliyeke hevzayendî. John Turkey, ji ber ku Kinsey kobayên ne rasthatî, bi yên pêketî bi kar aniye, wî rexnekiribû. Vekolîna dawiyê, bi tunebûna alîgira mînakê ve gihiştibû encamên hev. LeVay ragihandiye ku divê encamên Kinsey ji bo ravekirina vekolînên demografiyê bên.

Vekolînên girîngî rê didin ku ji % 2 heta ji % 11a mirov, di paşerojên xwe de ketine çalakiyeke hevzayendî.

Dema tevger û/an jî cazibeyên hevzayendî tê ragihandin rêje derdikeve heta % 16-21ê. Vekolîneke di 2006an de hatiye çêkirin, rê daye ku ji % 20a beşdarên ku tevlî vekolînê bûne, hin hestên hevzayendî ecibandiye lê tenê ji % 2-3 xwe wekî hevzayendî hesibandiye.

Vekolîneke di sala 1992an de hatiye çêkirin, ragihandiye ku ji % 6. 1ê mêrên brîtanî û ji % 4.1ê mêrên fransî têkiliyeke hevzayendî ceribandiye.

Pirsnameyek di sala 2008an de hatiye çêkirin, dîtiye ku ji % 13ê Brîtanyayî ketiye têkiliyeke hevzayendî lêbelê yên ku xwe bi nasnameya hevzayendî an jî bîseksuel dibînin ji % 6 in. Pirsnameya ku ji aliyê Ofîsa Statîstîk a Netewî (ONS) gihiştiye ku ji % 1.5ê Brîtanyayî xwe bi nasnameya hevzayendî an jî bîseksuel dihesibînin.

ONS îdîa kiriye ku ev encam bi encamên vekolînên din re ahengdar e ku ew di navbera % 0.3 û % 3ê de ne.

Pirsnameyê ku di sala 2008an de li Amerîkayê di roja hilbijartina serokî de hatiye çêkirin rêdide ku ji % 4ê hilbijêrên Amerîkayî xwe wekî gay, lezbiyen û bîseksuel dibînin. Ev rêje wek rêjeya 2004ê ye.

Li gorî statîstîkên serjimariya 2000ê di Amerîkayê de, 601.209 hevparên hevzayendî li heman malê de bê mehr dijîn.

Hevzayendî û derûnnasî

Hevzayendîtî 
Hevzayendîtî, homoseksuelî tevgereke romantîk an jî nêzîkbûneke zayendî di navbera mirovên heman zayendî de ne.

Derûnnasî yek ji beşên zanyarî ye ku yekem car hevzayendî wekî berpêbûniyeke cuda vekolandiye. Li nav nexweşiyan de senifandina hevzayendî ji aliyê seksologên Ewropayê ve hat çêkirin. Di sala 1886an de seksolog Richard von Krafft-Ebing di pirtûka xwe ya bi navê Psychopathia Sexualisê de çalakiyên zayendî ya bêzêdebûnê bi dawî dibin ku hevzayendî yek ji wan e, di bin beşa rêşaşbûna zayendî de rêzkir. Li gorî wî hevzayendî him ji dayikbûnê tê û him jî bi dû re tê bûn û bi xelaskirina masturbasyonê û tedawîkirina nevrozê hevzayendî wê ji holê rabe.

Li gorî baweriya Sigmund Freud, hevzayendî di zarokatî de yekgirtina zarok bi dêûbavê re ku bi bandora yê xwediyê dijî zayendê wê/wî, pêkbûye û ew wekî encama lihevxistina geşedana psîkoseksuel pênaskiriye.

Heta di nav sedsalên 20an de modelên patalojîk a hevzayendî standard e.

Daxuyaniya American Psychological Association (Yekîtiya Derûnnasî ya Amerîkî), American Psychiatric Association (Yekîtiya Psîkyatrîk a Amerîkî) û National Association of Social Workersê (Saziya Karkerên Civakî ya Netewî) wanî ye:

“Li ser hevzayendî nêrîna hevpar a beşên tevgerîtî û zanyariyên civakî û derûnnasî ev e ku tevgerên hevzayendî û hestên romantîk a li hemberî hemcinsên mirov, varyasyoneke normal e û erênî ya zayendiyeke mirov in.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hevzayendiyê ku di sala 1977an de di ICD-9ê de wekî nexweşiyeke derûnî senifandibû, bi pesendkirina Kongreya Tenduristiyê ya Cîhanê a 43. ve (17ê gulana 1990an) ji ICD-10ê derxist.

Li ICD-10ê berpêbûna zayendî ya egodîstonîkê pê ve kiriye ku ev tê wateya ji sedema xerabûyîtiya tevgerî yan jî derûnî xwestin ku berpêbûna zayendiya xwe an jî nasnameya zayenda xwe biguhere.

Saziya Psîkiyatrî ya Çînê, piştî xebat û lêkolînên 5 sal dewamkiriye, di sala 2001ê de hevzayendî ji senifandina nexweşiyên derûnî derxist.

Daxuyaniya Komela Psîkiyatrên Brîtanyayê wanî ye: “Vekolîn rêdidin ku gey, lezbîyen an jî bîseksuel bûn ahengdarî tenduristiya derûnî ya normal e. Ji ber ku lezbîyen, gey û bîseksuel ji aliyên civak, malbat û heval tên vederkirin û dûrxistin, li nav wan rêjeya pirsgirêkên derûnî bilind derdikeve. Her çiqas komên kevneşopên Amerîkayê îdîa dikin ku ev pirsgirêkên derûnî ji ber hevzayendiyê pêk tê, delîl û îspata wan tune ne.”

Piraniya lezbiyen, gay û bîseksuel, bi heman sedemên(stres, zehmetên pêwendiyê, li hawira kar û civakê gurivîn hwd) heteroseksuelan dixwazin psîkoterapî bistînin.

Girîngiya berpêbûniya zayendiya wan li ser tedaviyê dibe ku pir be, hindik be yan jî qet bandora wê tune be.

Mimkûn e ku lezbiyen, gey û bîseksuel rûbirû bi xetera anti-gay bimînin. Ev tevgerên derûnnas çavkaniya xwe ji agahiyên pirtûkên ku di sedsala 19. Û 20. de hatiye nivîsandin, distîne. Wekî mînak Richard von Krafft-Ebing û Sigmund Freud.

Sedemên egerî ya hevzayendî

Faktorên biyolojîk

Lêkolîner çend faktorên ku mimkûn e têkiliyê wan bi berpêbûna zayendî ve hebin, pênaskirine, wekî gen, hormonên berê zayînê û bastûra mejiyê.

Zanyar fikirîne ku berpêbûna zayendî bi ne tenê faktorek hema bi hevpariya faktorên genetîk, hormonal û hawirî diyar dibe û ew bawerkirine ku berpêbûna zayendî girêdayî di dema malzarokê de hevbandora kompleksê ya faktorên biyolojîk û genetîkê ye û ji yên din zêdetir van teorî pejirandine.

Li gorî zanyaran berpêbûna zayendî ne encama bijartin e. Kes heteroseksuel, hevzayend, bîseksuelyan jî aseksuel bûnê bi xwe hilbinajêrin.

Delîl û îspatên girîng a bandordarbûna serpêhatiyên zarokatî, şikla mezinkirinên malbata, tacîz û bûyerên xerabî ji berpêbûna zayendî ve tune ye.

Lê belê bandora ramanên dêûbav a qala berpêbûna zayendî li ser ecibandina tevgerên berpêbûna zayendî ya zarokê heye ku zanyar ev tişt bi encamên vekolînên xwe dîtine.

Ramanên berê ya bi qala berpêbûna zayendî ya mirov, mîna serpêhatiyên xerabî ya zarokatî û geşedana çewtî ya psîkolojîk, piranî xwe dispêrin agahiyên çewt û pêşbiryaran.

Vekolînên nuha bandora faktorên biyolojîk li ser pêkhatina berpêbûna zayendî digerin. Lê vekolînên zanyarî yê hatiye dubarekirin qet piştgirî nadine hebûna etiyolojiya taybet a berpêbûna zayendî. Aliyê din vekolînên zanyarî rêdane ku cudahiyên biyolojîk di navbera kesên heterosksuel û hevzayendî de hene. Ev cudahiyên biyolojîk mimkûn e ku dispêrin di heman sedemên pêkhatina berpêbûna zayendiyê.

Vekolînên genetîk

Çend xebatên li ser cêwiyan bi armanca berawirdkirina girîngiyên faktorên hawirî û genetîk çawa bandorî li ser pêkhatina berpêbûna zayendî dikin, hatiye çêkirin.

Bailey û Pillard bi encamên vekolînên xwe yê di sala 1991ê de çêkirin, gihaştin ku ahengiya hevzayendî di cêwiyên lawikên a monozygotic de rêjeya ji % 52 ye û di cêwiyên lawikên a fraternal de ji % 22 ye. Vekolîna Bailey, Dunne û Martinê jî ku di sala 2000ê de li ser 4901 cêwiyên Awistiryayî hat çêkirin, heman encam da. Ew dîtin ku di cêwiyên lawikên a monozygotic de rêjeya ji % 52 û di cêwiyên keçikên a fraternal de rêjeya ji % 24 ahengî hene.

Hershberger (2001) di vekolîna xwe de 8 vekolînên ku li ser cêwiyan hatiye çêkirin, berawird kiriye. Di nav 6 vekolîn de li gorî cêwiyên fraternal, ahengiyeke mezin di cêwiyên monozygotic de hatiye dîtin. Ev daneyan piştgirî didin bandora faktorên genetîk a li ser pêkhatina berpêbûna zayendî.

Vekolînên berê ya Bearman û Brücknerê (2002) ji ber ku hejmarên kobayan(100) hindik bûn, hatine rexnekirin. Bearman û Brückner, vekolîna xwe ya li ser 289 cêwiyên monozygotic û 495 cêwiyên fraternal çêkirine, di cêwiyên monozygotic de tenê ji % 7.7 û di cêwiyên keçikan a fraternal de % 5.3 ahengiya hevzayendî dîtine.

Di encama daneyan hatiye îdîa kirin ku bêyî hawira civakî bandora genetîk tuneye. Di vekolîneke ku di sala 2010an de li Swêdê hatiye çêkirin, hatiye dîtin ku tevgerên hevzayendî mimkûn e ku him bi faktorên genetîk û him jî bi faktorên hawirî ya ji kesê/î re xweser (hawira malzaro ya demên zû, nexweşî û tramva, komên heval û serpêhatiyên zayendî) bê diyarkirin. Di heman demê de ev vekolîn dîtiye ku faktorên hawirî wekî hawira malbatî û helwesta civakî jî her çiqas hindik be jî bandor dikin.

Faktorên genetîk pir hindik bandorî berpêbûna zayendiya jin dikin ya mêr qet bandor nakin. Li gorî daneyên modela biyometrîk, faktorên genetîk di nav mêran ji % 34-39, faktorên hawirî ya parvekirinê ji % 0, faktorên hawirî ya ji kesê/î re xweser ji % 61-66 bandorî li ser berpêbûna zayendî dikin; dîsa faktorên genetîk di nav jinan ji %18-19, faktorên hawirî ya parvekirinê ji %16- 17, faktorên hawirî ya ji kesê/î re xweser ji %64-66 bandorî li ser berpêbûna zayendî dikin.

Xebatên pêwendiya kromozom û berpêbûniya zayendî hebûna faktorên genetîk rê didin Dean Hamer û hemkarên wî di sala 1993an de daneyên analîza li ser 76 gayên bira hev du û malbata wan weşandiye. Hamer û hemkarên wî dîtine ku mêrên hevzayendî li gorî aliya bavê, ji aliya dayik ve xwediyê gelek xalê/n gey û zarokên xalê ya gey in. Bi van birayên gey ên binemala dayikî nîşan didin, pêwendiya kromozom a X bi bikaranîna genên nîşankirî hatiye testkirin.

Di vekolîneke din de (li ser 40 birayên cêwî hatiye çêkirin) di 33 birayên cêwî de alelên wek hev du di herêmên dûrî Xq28ê, hatiye dîtin. Ev rêje ji bo birayên lawik gelek bilind e. Ev encam ji aliyê gelek kesan ve wekî “gena gey” hatiye bi nav kirin û bû sedema nîqaşan. Her çiqas daneyên li ser pêwendiya kromozom encamên girîng rê didin jî ji bo diyarkirina faktorên genetîk a bi tenê serê xwe bandorî pêkhatina berpêbûna zayendî dike, divê genên din jî bê kifşkirin.

Di vekolîneke de (li ser 894 heteroseksuel û 694 mêrên hevzayendî hatiye çêkirin) pêwendiya kromozom nehatiye dîtin.

Vekolîn û teoriyên epîgenetîk

Vekolînek pêwendiyeke di navbera bastûra genetîk a dayik û hevzayendiya lawikên wan dîtiye. Jin xwediyê du kromozoma X in û yekî jê tê înaktîve.

Bocklandt û hemkarên wî dîtine ku înaktîvasyonên kromozoma X a dayikên ku xwediyê lawikên hevzayendî ne, bi rêjeyeke gelek bilind ji dayikên ku ne xwediyê lawikên hevzayendî ne, asîmetrî rêdidin.

Ji % 4ê dayikên ku ne xwediyên lawikeke hevzayendî ne, di înaktîvasyonên kromozoma xwe ya Xê de asîmetrî rêdidin. Aliyê din asîmetrî rêdan di dayikên ku xwediyê lawikekê hevzayendî ne, ji % 13 ye û ev rêje di dayikên ku xwediyê zêdetir lawikên hevzayendî ne, dibe ji % 23.

Di dema avisî û piştî zayîn, kontrola epi-marksên li ser derbirinên gen, bi demeke diguhere. Epi-marks, modîfikasyona komên metil û asetil in ku ew xwe bi histonên DNA û proteînên histon grêdidin. Ew peywira proteîn diguherin û bandorî li derbirina gen dikin.

Epi-marks ji bo fetus têkeve geşedaneke zayendî, alî wê dikin. Lê dema mitosis pêka e ku ev derbasî zarok bibin. Eger ev epi-marks ji dê derbasî lawik an jî ji bav derbasî keç bibe, pêkan e ku taybetmendinên jin maskulen; yên jin jî feminen bibin. Çepgerîna feminenbûn û maskulenbûn dibe ku bibe sedema çepgerîna berpêbûna zayendî jî.

Hormonên berê zarokanînê

Teoriya hormonal a berê zarokanîn, dibêje ku hormonên binîşan mîna bandorkirina fetûs li cudabûna zayendê, bandorî berpêbûniya zayendiyê jî dikin. Hormonên berê zarokanînê pêkan in ku diyarkerên yekemîn a eşkerebûna berpêbûna zayendê ne yan jî ligel gen, faktorên biyolojîk, helwestên hawirî û civakî faktoreke alîkar in.

Tê bawerkirin ku hormonên ligel şaneyên mejiyê ya pêşdikevin re hevbandorî ne û cudatiyên li bastûra mejiyê ya gen bandorî wan dikin, bingehên tevgerên bêjimar mîna berpêbûna zayendî ne. Hormonên berê zarokanînê, dibe ku bandorî tevgerên li zayendên zarokan tê (sex-typed behaivor), bikin. Ev hîpotez, piştî bi encamên xebatên ku li ser ajalên şîrdaran hatiye çêkirin, hatiye darpêşkirin.

Vekolînên norolojî

Di sala 1991ê de Simon LeVay, 4 komên noronan ku bi navê INAH1, INAH2, INAH3 û INAH4 in, vekolandiye. Ev beşa mejiyê girîng e. Ji ber ku hatiye peyitandin ku ev beş li darxistina tevgerên zayendî yên ajalan roleke dilîze û hatiye rapordan ku li jin û mêran cudatî rêdide. Simon LeVay, dîtiye ku mezinahiya INAH3 ya mêrên heteroseksûel du qet ji yên mêrên hevzayendî û jinên heteroseksuel mezin in.

Faktorên hawirî

Lêkolînerin dibêjine ku faktorên hawirî ji faktorên hormonal cuda ne û hinek jî dibêjine faktorên biyolojîk mîna hormonên berê zarokanîn yek ji beşên faktorên hawirî ne. Vekolîn nîşan didin ku pêkan e ku berpêbûna zayendî kombînasyona faktorên genetîk, hormonal û hawirî ne.

Bergehên werarî

Hîpoteza apê gey îdîa dike ku kesên ku nexwediyê zarokeke, bi riya peydekirina tiştan (xwarin, lê xwedî derketin, parastin, temînkirina penagehê hwd) ji bo zarokên merivên xwe yên nêzîk, dikarin genên xwe yê malbatê ji nifşên nû re veguhêzin. Ev hîpotez, firehkirina teoriya hilbijartina mervatî (kin selection theory) ye. Hilbijartina mervatî ji bo şîrovekirina çalakiyên fidakarî yên binîşan ku wekî bêahengî xuyadikin, hatiye perisandin.

Fikra yekem di sala 1932an de ji aliyê J.B.S. Haldane hatiye derpêşkirin. Piştî jî ji aliyên John Maynard Smith, W.D. Hamilton û Mary Jane West-Eberhard ve hat biteferuatkirin. Vekolîn îdîa dikin ku genên nêzîkî hevzayendî avantaj ji bo gayîn a heteroseksuelan didin. Ev jî werara hevzayendî û domandina wan li populasyonê ravedike.

Vekeolîneke di sala 2008an de hatiye çêkirin, rê daye ku zarokanîna jinên ku ji aliyê dayik merivên hevzayendî ne gelek bilin in.

Îdîa û xebatên bo guhartina berpêbûna zayendî

Xebatên guhartina berpêbûna zayendî (SOCE), metodên ku dixwazin kesên hevzayendî ne û bîseksuel biguherînin heterosksuelî.

Ev xebat pêkan in ku teknîkên tevgerî (mîna terapiya rastkirinê), teknîkên psychoanalytic, rêbazên bijîşkî û amûrên olî û derûnî bikarbînin. Li hin cihên cîhanê mîna “tecawiza rastkirinê” (tecawiza ku ji bo jinên lezbiyen bibin heteroseksuel) tundiya zayendî jî tên bikaranîn.

Vekolîneke li ser serkeftina SOCEyê tune ye ka bi rastî jî dikarin berpêbûna zayendî biguherin an na. SOCE li nav gengeşiyek e ji ber ku giraniya di navberên komelên mafên LGBT û qedr û qîmetên komelên olî ku diparêzin û komelên profesyonel û zanyarî.

Li ser hevzayendî nêrîna hevpar a beşên tevgerîtî û zanyariyên civakî û derûnnasî ev e ku tevgerên hevzayendî û hestên romantîk a li hemberî hemcinsên mirov, varyasyoneke normal û erênî ya zayendiya mirov in.

Kesin û komin hene ku hevzayendî wekî xerabûyîtiyeke werarî yan jî mehf û xelasbûna olî didin naskirin û îdîa dikin ku tevger û hestên hevzayendî bi riya psychotherapy û xebatên olî dikarin biguherînin. Tê dîtin ku ev kes û kom, ji bizav û rêbazên olî û polîtîk tên ku ew hevzayendî mîna tiştekî biçûkxistî û şermdêr dihesibînin.

Royal College of Psychiatrists, daxuyaniyeke li ser van kom û kesan daye. Li gorî wan ev komel, pêşbiryarî û cudakerî li hemberî hevzayendî zêde dikin û divê ji aliyên komelên zanyarî ve neyê alîkirin.

Qayîşokiya berpêbûniya zayendî

Vekolîneke di sala 2004an de hatiye çêkirin, encam daye ku hestên zayendî ya jinên heteroseksuel û lezbiyen a piştî temaşekirina fîlmên erotîk a jin-mêr, jin-jin, mêr-mêr, ji hev du ne pir cuda nin. Lê hestên zayendî ya mêrên heteroseksuel piranî ji fîlmên jin-jin, mêrên hevzayendî jî ji filmên mêr-mêr, zêde bilind bûne. Vekolîner dîtine ku jin ne wek mêran in ku hestên zayendî ya wan ew bi işq naşîne zayendeke. Hestên zayendî ya wan li nav demê de diguhere.

Dê-bavitiya hevzayendî

Vekolînên zanyarî rê didin ku zarokên hevparên gey û lezbiyen qasî zarokên hevparên heteroseksuel ji hêla derûnnasî nojdar in û ahengdar û jêhatî ne. Vekolîneke beravajiya vê vekolînê rêdide, tune ye.

Bi vê encamên vekolînê hatiye dîtin û îdîakirin ku zarokên hevparên hevzayendan her çiqas bi rêjeyeke mezin heteroseksel bin jî hinek ji ber faktorên genetîk (Li Amerîka ji % 80ê zarokên hevzayendan, zarokên bi xwe yê biyolojîk in) û ji ber pêvajoya sosyalîzasyona malbatê (xwendina zarokan di dibistanên bi tolerans, hawirên ne heteroseksîst) tevgerên zayendên kevneşopî pir hindik rê û tevdidin û ew ji bo têkiliyên homoerotîk ji yên din pir tir vekirî ne.

Di 2005an de Charlotte J. Patterson ji bo American Psychiatric Association vekolîneke li ser zaokên hevzayendan çêkiriye. Di encamê vê vekolînê de hatiye dîtin ku zarên hevzayendan rêjeyeke mezin hevzayendîtî rê nadin.

Qanûn û polîtîka

Hevzayendîtî 
Li Arjentînê pankartê ku ji bo piştgiriya zewaca hevzayendîtiyê, hatiye vekirin.

Qanûniya hevzayendîtî

Piraniya welat, têkiliya zayendiyê ya kesên ku reşît in û ne merivê hev du ne, qedexe nakin. Welatin ji hevparên hevzayendan re îmtiyazin didin wan, mîna mafên wekhevî ya heteroseksuelan, parastin û zewicîn. Welatin jî tevger û têkiliyên hevzayendî qedexe dikin.

Pêkan e ku mîna li welatên Îran û hin herêmên Nîjeryayê ji aliyên misilmanên kevneperest ve cezayên giran wekî kuştin, ji kesên ketine têkiliyên hevzayendî re bê dayîn. Lê bi gelemperî di navbera rêzikên fermî û peyitandina cezayan hinek cudatî hene.

Tevgerên hevzayendî, her çiqas li hin welatên rojavayê de ji nav sûcbûnê hatiye derxistin jî (wekî mînak Polonya di 1932ê, Danîmarka di 1934ê, Swêd di 1944ê, Brîtanya di 1967ê de) bi destxistina mafinên sînorkirî ji bo hevzayendan piştî di navbera salên 1970ê de destpê kiriye.

Hindistan di 2ê tîrmeha 2009an de hevzayendîtî ji nav sûcê derxistiye.

Ji vê mijarê xala werçerxê, biryara American Psychiatric Associationê ye ku hevzayendî di sala 1973ê de ji nav lîsteyên nexweşiyan derxistiye.

Quebec yekem parêzgeh e ku cudakeriya berpêbûna zayendî qedexe kiriye.

Di salên 1980 û 1990ê de piraniya welatên pêşveçûyî, tevgerên hevzayendî j nav sûcbûnê derxistiye û cudakeriya bo gey û lezbiyen qedexekirine.

Îro hevzayendî li piraniya welatên Rojhilata Navîn û Afrîka û hin welatên Asya û Pasîfîka Başûrê de sûc e. Tevgerên hevzayendî di nav şeş dewletê de bi cezaya zindanê ya heta mirinê û di deh dewletê de jî bi kuştinê tê cezakirin.

Zewaca hevzayendan

Hevzayendîtî 
Qanûnên bo vegotina hevratiya hevzayendiyê.
Welatên ku hevzayendîtî serbest in      Zewaca hevzayendan      Pevratiya welatî (yan jî pevratiya bêqeyd)      Zewaca hevzayendan a welatên din tê naskirin      Tenê li herêmên federal tê naskirin, ne dewlet      Pevratiya hevzayendan nayê naskirin Welatên ku hevzayendîtî sînor dikin an jî qedexe dikin      Qanûnên ku vegotin û rêxistinan sînor dikin      Ne pratîkî lê bi qanûnî tê cezadan      Hebskirin      Hebskirin (heta ku cezayê sermedî)      Îdam

Îro şanzdeh dewlet û sêzdeh parêzgeha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê destûrî zewaca hevzayendan (bi ingîlîzî same-sex marriage an jî gay marriage) didin.

Zewaca hevzayendan a nuha di tevayiya dinyê de di 17 dewletan de, di tevayiya Ewropa de di 12 dewletan de qanûnî ye. Holenda di 2001ê de bû dewleta ewil ku zewaca hevzayendan disepîne. Pişt re Belçîka, Spanya, Danîmarka, Norwêc, Swêd, Portûgal, Îslenda, Fransa, Keyaniya Yekbûyî, Lûksembûrg qanûnî kir. A dawî li Îrlendayê cara yekem bû ku zewaca hevzayendan rêya referandûmê bû qanûnî. Piştî li Îrlenda hat pejirandin Almanyayê jî zewaca hevzayendan pejirand.

Di 26ê hezîranê ya 2015an de Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi biryara Obergefell v. Hodges zewaca hevzayendan li tevayiya welêt qanûnî kir. Kanada di 2005an de li dinyê de bû 4. dewletê ku di nav qanûnên medenî de zewaca hevzayendan dipejirîne.Ji 2010an vir ve li Arjentînê zewaca hevzayendan qanûnî ye. Uruguay di parzemîna Amerîkaya Başûr de bû dewleta yekem ku vê zewacê pejirand.Li Brezîlê di 2013an de hikûmeta navendî li tevayiya welêt zewaca hevzayendan qanûnîkir. Li Meksîko, herêma federal a Meksîkê ye, zewaca hevzayendî fermî ye.

Îsraêl zewacên hevzayendan a dewletên biyanî li beşa qanûnî nasdike lê li nav welêt destûrî zewaca hevzyendan nake. Di 2006an de li Komara Afrîkaya Başûrê zewaca hevzayendan hat pejirandin ku ev li Afrîkayê cara ewil û yekem e. Li Zelanda Nû ji 17ê nîsana 2013an vir ve zewaca hevzayendan qanûnî ye.

Pevratiya welatî

Welatin qanûnên ku pevratiya welatî (bi ingilîzî "civil union", "civil partnership" an jî "registered partnership”) dipejirînin, dipeyitin.

Pevratiya welatî, ji bo hevparên hevzayendan tê peyitandin bo mafên zewacên heteroseksûelan bidin wan mîna bac, mîrat û mijarên têkilî qanûnî wek koçerî.

Welatên Skandînavya, Awistralya, Brîtanya, Swîsre, Awistirya û Almanya yekem dewlet in ku hevratiya welatî pejirandine.

Parêzgehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ku berî yên din hevratiya welatî pejirandin e ev in: di sala 2000an de Kalîforniya û Vermont, di sala 2005an de Connecticut, di sala 2006an de New Jersey, di 2007an de Oregon û di 2008an de New Hampshire.

Hevzayendîtî 
Afîşek li Şîle ji bo zewaca hevzayendan qanûnî bibe.

Civak û civaknasî

Nêrînên civakan

Rêjeya pejra xêndî heteroseksuelî berpêbêbûniya zayendî li gorî yên din li welatên Asya û Afrîka yê herî kêm in, li welatên Ewropa, Awistralya û Amerîka ji yên din herî bilind in.

Di nav civaka Rojava de rêjeya pejirandina hevzayendîtî piştî 20-30 salan vir ve bilind dibe.

Ol

Têkiliyê ol û hevzayendîtî li gorî herêm û demê gelek diguherin.

Olên herî mezin, bi gelemperî xwediyê nêrînên negatîf in bo hevzayendî. Olin nîşandidin ku berpêbûniya hevzayendî guneh e û hin jî dibêjin tenê aktîvîteyên hevzayendî guneh in.

Hin ol jî hevzayendî dipejirînin û heta pal didin.

Di sedasala 21ê de di gelek civakan de nêrîn û baweriyên hevzayendî guheriye û bû mijarên nîqaşkirinê. Hevzayendî wekî vegotina zayendiya mirovî hat pejirandin û di vê encamê de bîr û baweriyên tewş û vala yên qala hevzayendî hatiye berdan. Bi gelemperî jî baweriyên ku di salên 50 û 60an de belaw bûbû mîna mêrên hevzayendî jinokî ne û jinên lezbîyen jî mêokî ne, bi rêjeyeke mezin hatiye berdan.

Îslam û hevzayendîtî

Di sala 2003an de pirtûka binavê "The trouble with Islam" ya nivîskara Canadayî Irshad Manji derket.

Di sala 2007an de fîlma dokumenterî ya binavê "A Jihad for Love" ya Parvez Sharma tê pêşkêşkirin. Ev fîlm li ser hevgirtina Îslam û hevzayendîtiyê ye.

Cudakeriyên hemberî hevzayendan

Zorkeriya li dijî hevzayendan

Zorkeriya [li dijî] hevzayendan ev e ku bi riya devkî an jî fîzîkî tacizkirina mêrê hevzayendî an jî jinê hevzayendî ji aliyê kesê/a ku heteroseksûel an jî berpêbûniya wê/wî nayê zanîn. Li gorî vekolîneke li Amerîkayê di sala 1998an de hatiye lidarxistin, di 14 deqîqeyeke carekî ciwan tevger û peyvên anti-gay mîna “homo”, “qûnde” û “serjinik” dibihîzin.

Heteroseksîzm û homofobî

Di gelek çandan de cudakerî û pêşbiryarî li hemberî hevzayendan tê dîtin.

Li gorî vekolîneke di sala 2011an de li Holendayê hatiye lidarxistin, ji % 49ê ciwan û ji % 58ê ciwanên ku pêgirî nijadê din a li Holendayê ji hevzayendîtî ne razî ne.

Hevzayendî mîna eqeliyetên din tên stereotipikirin. Ev ji ber homofobî û heteroseksîzmê ne.

Heteroseksîzm; pejirandina heteroseksuelbûna herkesî ye loma jî têkiliya zayendên dij (jin-mêr) normal e û ji yên din bilindtir e.

Homofobî; cudakerî, kêfnexweşî yan jî tirsa irrasyonel a li dijî hevzayendan e. Homofobî bi riyên cuda tê nîşankirin û tê pejirandin ku gelek tîpên wê ya cuda hene.

Li nav van tîpan de mîna homofobiya navxweyî, homofobiya civakî, homofobiya hestî, homofobiya ku hatiye rasyonelkirin û yên din hene.

Di heman demê de têgînên lezfobî û bîfobî jî hene.

Cinayetên ku ji ber vê tevgeran tên kirin, bi gelemperî bi têgînên cinayeta nefretê û zorkeriya [li dijî] hevzayendan tê nav lê kirin.

Stereotipiyên ku li qala LGB’yan bi gelmperî ev in: Ew nikarin pêwendiyên giran avabikin, ew bi her mirov re dikevin têkiliya zayendî, ew meyldarî tecawiza zarokan in û hwd. Lê daneyên zanyarî li ser van stereotipiyan tune ne.

Gay û lezbiyen dikarin pêwendiyên giran avabikin û ev pêwendî mîna pêwendiyên heteroseksuelan in.

Berpêbûniya zayendî, bandorî li ser tecawiza zarokan nakin.

Terapiyên tevgerî û nêzikahiyên analîtîk a li ser ji hevzayendiyê bûna heteroseksuelî hene û serkeftiyên wan gelek gumandar in. Ev terapî, dixwazin ku arezûya hevzayendî ji yê heteroseksuelî hindiktir bikin. Lê belê hatiye peyitandin ku li nav komekî baş motîvebûyî bin jî berpêbûniya zayendî û hestî nayê guhartin.

Tundiyên li dijî hevzayendan

Ji ber hawireke êrîşker û lomeker, bedkariyê fizîkî û bidevkî, redkirina ji aliyê malbat û mirovên din û tecrît/tenêbûnê, rêjeya îhtimala xwekuştin, bendebûna narkotîkê,li dibistanan xwe li nav pirsgirêkan dîtin û tenêbûna ciwanên gey û lezbiyen mezitirin e.

Zayendî û berpêbûniya zayendî weke yek ji hêmanên bingehîn a hebûnê ne, diyarkerên girîng a hestên takekesî û asta dilfirehiya li cîhan in.

Îro xebateke zanyarî ya têrkirî kêrhatiya li ser selihandin û guhartina hevzayendan tune ne. Di sala 1998an de ji ber ku Matthew Shepard gey bû, ji aliyên Aaron McKinney û Russell Henderson ve hatibû bi sêncê girêdan û ji dawiya lêxistina bi armanca kuştinê ve canê xwe dabû. Piştî vê bûyerê, berpêbûniya zayendî ketibû li navbera tawanên nefretê.

Pêkan e ke ji bo biguhere heterosekselî, lezbiyen tên tecawizkirin.

Li gorî raporên FBI, ji % 24ê cinayetên nefretê ji ber berpêbûniya zayendiyên kesan tê kirin.

Pêşbiryarên li dijî hevzayendan

Her çiqas hevzayendî ji aliyê bijîşkî û psîkolojî, wekî nexweşî yan jî pirsgirêkeke derûnî nayê hesibandin jî, piraniya civakên girtî, hîna jî hevzayendî mîna nexweşiyeke, pisrgirêkeke derûnî yan jî li gorî qeydeyên olî rêşaşî dipejirin û hevzayendan vederdikin.

Bi taybetî jî civakên kevneşopî ku hestên oliyê wan xurt in, hevzayendan mîna “ê din” dibînin. Li nav van civakan de rolên zayendî ji biçûkî tê nîşankirin û rê ji têkiliyên ji heteroseksuelî cuda, nadin. Ew bawerdikin ku hevzayendî “li dijî hebûna mirovan” e û ew berbendî zêdebûnê ne ku li gorî wan armanca ewil a mirovan ku zêdebûn e.

Lê belê zanyarî diparêze ku nasnameya zayendî, bandorî li ser armanca bingehîn a mirovan nake. Aliyên din, hatiye peyitandin ku normên kevneşopî û arişî mîna li çandên Yewnan a Kevn û Romayê ku ew bixwe civakên pederşahî bûn, her dem ne li hemberî hevzayendî nin.

Di nav ferdên hevzayendan de xwekûjî

Ji ber hawireke êrîşker û lomeker, bedkariyê fizîkî û bidevkî, redkirina ji aliyê malbat û mirovên din û tecrît/tenêbûnê, rêjeya îhtimala xwekuştin, bendebûna narkotîkê, li dibîstanan xwe li nav pirsgirêkan dîtin û tenêbûna ciwanên gey û lezbiyen mezitirin e.

Rêjeya xwekûjiya girêdayî homofobî jî piranî li nav hevzayendên ciwan de gelek bilind e. Li gorî pirsnameya ku li Brîtanyayê ji aliyê komela mafên hevzayendan, Stonewallê hatiye lidarxistin, ji % 17ya hevzayendên ciwan gef lê hatiye xwarin û ji % 12ya wan îstismara zayendî dîtine.

Li gorî vekolînin, li Îrlendayê yek ji sê hevzayendên ciwan ketine keda xwekuştinê; li Skotlendayê nîvê hevzayendên di navbera temenê 15 û 26, xwekûştinê fikirîne; li Fransayê ji % 27ê hevzayendên mêr ên temenê wan li binî 20ê ne û li Îtalyayê ji % 13ê hevzayendan ketine keda xwekûştinê. Li Belçîkayê rêjeya rîska xwekuştinê ya hevzayendên di navbera temenê 15 û 20ê, li gorî kesên din pênç car mezintir in.

Li Almanyayê ji % 18 ya hevzayendên di navbera temenê 15 û 27ê, herî kêm carekî xwekuştinê fikirîne; ji % 66ê wan ji aliyê malbata xwe ve bedkariyê fizîkî û/yan jî bidevkî dîtine; ji % 27ê wan ji aliyê mamosteyên xwe ve tade dîtine.

Li gorî vekolîneke di sala 2007an de hatiye lidarxistin, ji % 30yê hevzayendan di dawiya 12 mehê de herî kêm carekî xeber xwarîne, gef lê hatiye xwarin an jî bûye qurbana êrîşeke. [202] Hin welat di dibîstanan de li dijî homofobiyê xebatan lidardixin. Wekî mînak, Li Spanyayê koma bi navê DecideT ku komeke mafên LGBT ye, ji bo ku astengî li zilm û zordariyê bike, broşureke weşandiye.

Di Ewropaya Rojava de homofobî, di beşa werzîşê de jî gelek belav e. Bi taybetî di civakên rugby û futbolê ku ev wekî maço tê dîtin, pir hindik wezîşvan wêrekiya berpêbuniya hevzayendiya xwe bi raya giştî re parve kirine.

Justin Fashanu, piştî coming outa xwe ku di sala 1990an de kiribû, ji aliyên malbat û heval û hejmetkarên xwe ve vederkirin û xeber ji wan xwar. Birayê John Fashanu, wî bi eşkere ji birayîtî redkir.

Justin Fashanu di 3. 05.1998ê de întihar kiriye û li paş xwe vê notê hiştiye: “ (…) Qey ez tawanbar im. Ez naxwazim ku îde heval û malbata xwe fedîkar derxînim… Ez hêvîdarim ku Îsa Mesîhê ku ez wî pir hezdikim, ewê dilnazikî nêzîkî min be û ezê aram bim. “

Menajerê Tîma Futbol a Neteweyî ya Albanyayê, Otto Barić, bi raya giştî re parvekriye ku ew qet nahêle hevzayendek têkeve tîma wî. Di 31ê tîrmeha 2007an de, ji aliyê UEFA ve ji ber homofobiyê 3000 euro ceza hatiye dan wî.

Homofobiya li nav sporê ne tenê li futbolê ye. Seroka Şaredariya Berlînê ya hevzayend, Klaus Wowereit, dema ew çûbû temaşeyî tîma hokeya ser qeşayê ya şarederiyê, aligirên tîma din dirûşmên mîna “Hauptstadt der Schwulen, wir sind die Hauptstadt der Schwulen” (‘[…]Paytexta Qûnekan’) gotibûn.

Hiqûq, polîtika û civak

Di gelek welatan de hevzayendîtî yan jî têkilî û seksa di navbera mêr bi mêr re, mîna tawaneke tê hesibandin. Lê belê di van salan de hejmarên van welatan kêm dibin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji sala 2007an vir ve ji aliyê 70 welat hevzayendîtî tê cezakirin.

Hevzayendîtî li hin heremên Afrîkayê, Guyana, Jamaika, Koreya Bakur, Malezya, Papua Gîneya Nû, hin dewletên Asyaya Navîn û piraniya dewletên Misilman ên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, bi qanûnî qedexe ye.

Dewletên ku ji kesên hevzayendî an jî ketine têkiliya hevzayendî re cezaya kuştinê didin, ev in: Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Îran, Morîtanya, hin parêzgehên bakur a Nîjeryayê, Somalî, Sudan û Yemen.

Demografiya wan a li gorî bijîşkî

Buyera ewil a AIDSê di sala 1981ê de li New Yorkê û Kalîfornyayê hatiye qeydkirin. [208] Kesên ku nav li AIDSê dan piranî hevzayendên ku bi riya zayendî girtibûn û kesên bendeyên narkotîkê bûn ku şiringaya hevpar bikaranîbûn. Îro belavbûna HIVê ku riya herî pir tê dîtin, têkiliyên heteroseksuel in.

Hevzayendî di navbera heywanan de

Hevzayendîtî 
Li navbera qûyên reş de jî tevgerên hevzayendî tê dîtin.

Li nav cîhana ajalan de candarên ku tevgerên hevzayendî nîşan didin an jî têkiliya hevzayendî dikin, hene. Ev helwesta ku li nav cureyên civakî de gelek belav e, bi taybetî di nav guhandar û çûkên bahrê, meymûnan û apeyan de tê dîtin. Tevgerên hevzayendî bi nêzîkî di 1500 cureyê de hatiye dîtin û 500ê wan bi rindî hatiye vekolandin û dosyakirin.

Ev venasîn, nîqaşên ku têkiliyî “xwezayîbûn û miteberiya” hevzayendiyê û nîqaşê ku li gor hin kesan hevzayendî “biryareke civakî” tê hesibandin, germijandiye. Wekî mînak tê zanîn ku hin penguenên nêr bi jiyana xwe ya temamî derin ba hev û pev re hêlîn çêdikin û kevirên girover mîna hêkê xwedî dikin.

Di sala 2004an de karmendên Bexçeyê Ajalan a Central Park ê DYA, hêka bi kevir ên cotepenguenên nêr bi hêka rast guherandine û piştî derketina çêlik, ev cotepenguen ew çêlika wekî yên xwe xwedîkirine. Ev penguen dikevin têkiliya zayendî, ji hev du re stranan dibêjin û penguenên mê bi rundî red dikin.

Xebatin li ser mêşa Drosophila melanogasterê ji bo genetîka hevzayendiya ajalan hatiye kirin.

Hatiye gihaştin ku di ajalan de pêkan e pevrebûna hevzayendî û ketina têkiliya hevzayendî ji ber du genê derkeve holê.

Tê fikirîn ku ev gen bi riya feromonan û guhartina binyata mejiyê tevger kontrol dikin. Bi vê xebatê bandora faktorên hawirî ya li ser hevzayendiya mêşan jî vekolandiye.

Li gorî teoriya profesor Janet Mann ku li Zankoya Georgetown dixebite, şiklê tevgerên hevzayendî - bi gelemperî li delfînan- avantajeke werarî ye ku di nav cureyê de agresyonê kêm dike, bi taybetî di nav ferdên nêr/mêr de. Li gorî hin daneyan, hevzayendî di hin cureyên ajalan de berî zarokanînê heye. Ev dane ji bo mafên hevzayendan çend encamên polîtîk û civakî derxistiye.

Çend navdarên hevzayendîtiyê

  • Sapfo (610-580 b.z.), helbestvana grekî
  • Îskenderê Mezin (356-323)
  • Hadrianus, împeratorê romayî
  • Mehmûdê Xaznî (971-1030), siltanê Xorasan û Xazniyê
  • Oscar Wilde (1854-1900), nivîskarê îrlendî
  • Konstantînos Kavafîs (Kavafî) (1863-1933)
  • Federico García Lorca, helbestvan û şanonivîserê spanî
  • Jean Genet (1910-1986), nivîskarê fransî
  • Pier Paolo Pasolini (1922-1975)
  • Sergei Paradjanov (1924-1993)
  • Pedro Almodovar

Bide ber

Bîbliyografî

  • William Stewart (1995). Cassell's Queer Companion: a dictionary of Lesbian and Gay life and culture. Cassell, London-New York.

Çavkanî

Girêdanên derve

Tags:

Hevzayendîtî DîrokHevzayendîtî Rewş û etîmolojiya berpêbûniya zayendîHevzayendîtî Berpêbûniya zayendî û nasnameHevzayendîtî Nasname û berpêbûnên hevzayendîHevzayendîtî Demografiya hevzayendîHevzayendîtî Hevzayendî û derûnnasîHevzayendîtî Sedemên egerî ya hevzayendîHevzayendîtî Îdîa û xebatên bo guhartina berpêbûna zayendîHevzayendîtî Dê-bavitiya hevzayendîHevzayendîtî Qanûn û polîtîkaHevzayendîtî Civak û civaknasîHevzayendîtî Cudakeriyên hemberî hevzayendanHevzayendîtî Di nav ferdên hevzayendan de xwekûjîHevzayendîtî Hiqûq, polîtika û civakHevzayendîtî Demografiya wan a li gorî bijîşkîHevzayendîtî Hevzayendî di navbera heywanan deHevzayendîtî Çend navdarên hevzayendîtiyêHevzayendîtî Bide berHevzayendîtî BîbliyografîHevzayendîtî ÇavkanîHevzayendîtî Girêdanên derveHevzayendîtîBerpêbûniya zayendîRomantîzmSeks

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Ayşe Deniz KaracagilGiyagezkNûrDîroka AmedêEBayRûsyaTorqWîkîpediyaya kurdîPozîsyona mîsyoneranEfrînDîroka Bakurê KurdistanêKendava OmanêDiyarbekir (parêzgeh)Serhildana DêrsimêISBNEdibe ÇetinkayaAramê DîkranCinsKobe BryantAzerbaycan (Îran)Alûdebûnî xwên be bektiryaSpanyaMedet SerhatSerhadEnver AtaHanna JaffLuscious LópezRoj (stêrk)Egît VartoEmine UygunŞirîta XezeyêRojbîn QizilHozan ŞiyarAwistirya.adSelahattin DemirtaşKela Dimdimê (pirtûk)ŞerTil XelefAram XaçatiryanWeqfa WîkîmedyayêAçînaParêzgehMuzîkŞanoFizîkÊlihQureyşZeynel Abidîn HanCegerxwînHeyvFîneas û Ferb (rêzefîlm)PisîkWêje21ê tebaxêMuhemmedê KurdîHong KongKardoxEbû Ubeyde bin CerahWîkîferhengKêvroşkXanedana EfşaranAl ParkerTankUrfan AlparslanOtomobîlRomaÎbrahîmê GoranîMelayê Cizîrî🡆 More