Guhandar, guhanî an jî memikdar (Mammalia), çînek movikdar in ku mêyên wan ji bo zadpêdana zaroyên xwe di memik an guhanên xwe da şîrî çê dikin.
Guhandar Temporal range: Ji serdema triyasî ya jorîn heta nuha | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Binefilûm: | Vertebrata |
Jêrefilûm: | Amniota |
Joreçîn: | Tetrapoda |
(ne aşkera ye): | Synapsida |
Çîn: | Mammalia Linnaeus, 1758 |
Bieçîn û jêreçînan | |
|
Memikdaran mû an hirî heye, sê hestiyên biçûk di nav guhên wan a hene, di mejiyê wan da çîneka nû ya korteksê heye, didanên wan taybetmend in, xwîngerm in anko germî ya laşê wan di hundir da tiraz dibit û li goreyê germiya derdorê nahêt guhartin. Piraniya wan hevalzaro heye. Mejiyê wan germiya laşê wan û gera xwînê bi rêya dilekê çar odeyî tiraz dikit.
Di xwezayê da, nêzî 5.800 cure an tuxmên memikdaran hene ku di navbera 1.200 cins an nivşan (mirov jî ji wan in) û 152 famîle û 46 kom an tîreyan da hatine dabeşandin. Ev dabeşandina biyolojîk ya guhandaran bi riya Malkom Makkinna û Sûzan Bell hatiye danîn di sala 1997an de:
Çîna Mammalia
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Guhandar, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.