Zimanê kurdî li gora Şeref Xan:
Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Seref Xan di vê esera xwe de wiha dinivîse.
"Eşîr û civakên Kurdan, ji alî ziman, adet û rewşa civakî ve bi ser çar beşan de dabeş dibe:
Heger, em vê tesbîta Şeref Xan nehesibînin, lêkolînên li ser lehceyên kurdî heta nîvê pêşîn ê vê sedsala me, di esasî de ji alî biyaniyan ve hatine kirin. Di vê meselê de takeîstisna, ew broşura Mele Mehmûdê Bazîdî ye ku di 1858`an de ji bo Aleksander Jaba; konsolosê Rûsya Qeyserî yê Erzurûmê amade kiribû û ji ferhenga Sêwa Hekarî û ya Rewendî ya hevberkirî pêk hatibû. Mele Mehmûdê Bazîdî, di destpêka vê broşurê de, berî ku ji alî rêzimanî ve li ser hin xalan raweste, dide diyarkirin ku zimanê Kurdî jî ji ber ferqîtiyên herêmî û eşîrî xwediyê lehceyên cuda ye. "mesela" dibêje,
Mele Mehmûdê Bazîdî di vê xebata xwe de, Kurdî bi navê Kurmancî bi nav dike, wek lehce jî behsa navê Botan, Hekarî û Rewendî dike û di ferhenga xwe ya hevberkirî de jî şêweyên Hekarî û Rewendî hevberî hev dike.
G. Givrinliyê ku di salên 1836-1837`an de çend meqale li ser ziman û etnografya Kurdan belav kirin, zimanê Kurdî, bi navê Kurdiya jorîn û ya jêrîn dike du beş. Li gor Givrimlî Kurdiya jorîn ji Mukrî, Hekarî, Şikakî û Bayezîdî, Kurdiya jêrîn jî ji Lurrî, Gelhurrî, Lekî pêk tê. (5) Peter Lench jî di xebata xwe ya bi navê "Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nardchöldaer", (Petersburg, 1857-1858) de zimanê Kurdî bi ser lehceyên Kurmancî, Kelhurî, û Lurî dabeş dike. (6) Yek ji wan lêkolînerên zimanê Kurdî; Oskar Mann, Kurdî bi navê Kurdiya Rojava, ya Rojhilat û ya Başûr dike sê beş. Ely Bannister Soane, di esera xwe ya bi navê "Grammar of Kurmanji or Kurdish Language" (London, Luzak and Company, 1913) de zimanê Kurdî, beşî bi ser sê lehceyan kiriye û ji her du lehceyên pêşîn re gotiye lehceyên bingehîn. Dabeşkirina Soaneyî wiha ye:
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zimanê kurdî li gora Şerefxan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.