Brader muzîkvan û wênesazekî kurd e.
Brader ango Brader Mûsîkî di 1958an de li gundê Mûsîka, herêma Mêrdînê hatiye dinyayê. Bavê wî dengbêj bû. Zarotiya xwe li civata bavê xwe li ber stran û serpêhatiyên kurdî derbas kiriye.
Brader | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | 1958 Mûsîka, Mêrdîn |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Hunermend, lîstikvan |
Amûr | Mandolin, flut û tembûr |
biguhêre |
Brader dibistana seretayî û navîn li herêma Mêrdînê xwendiye. Lîseya tenduristiyê li bajarê Wanê xwendiye.Ji ber xebata xwe ya muzîkê dikeve zindana Wanê û 3 meh û nîvan ceza werdigire. Piştî ji dibistanê derdikeve mudurê dibistanê wî saleke ji dibistanê bi dûr dixe. Helbesta xwe ya yekem li zindanê dinivisîne.
Ji sala 1986an û vir ve li Holendayê jiyana xwe berdewam dike. Heta niha 10 albûm çêkiriye. Piraniya stranên xwe bi xwe çêdike. Xwe di nava dengbêjî û muzîka modern de mîna pirekê dibîne.
Di gelek film û rêzefilman de jî li gel produktionên kurd û holendî leyistiye. Weka li Medya TV de, Dengê Defê, Kolanên Xerîbiyê û De Jonge Die Niet Mer Praaten van Godlos niha jî di xebateka nû ya filmekî holendî de ye. Herwiha di filmê Meşê de jî bi roleke çûçûk xuya bûye. Brader li gel xebatên muzîk û sinemayê xebatên wênekariyê jî dike. Gelek caran li malper û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin.
Piştî 18 salan cara yekem di sala 2004 de vegeriya welêt. Li seranserê welêt nêzîkî 30-40 konser dan. Albûma talî di 2005an de bi navê Pepûlê derxistiye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Brader, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.