Xartûm (bi erebî: al-Chartūm) paytexta welatê Sûdan e.
Xartûm | |
---|---|
الخرطوم | |
Xartûm li ser nexşeyê | |
Koordînat: 15°36′11″Bk 32°31′35″Rh / 15.60306°Bk 32.52639°Rh | |
Dewlet | Sûdan |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Qada rûerdê | |
• Giştî | 30000 km2 (10.000 sq mi) |
Bilindahî | 382 m (1253 ft) |
Nifûs | 5.345.000 (2018) |
Dem | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bajar li kêleka Nîlê Spî û Nîlê Şîn e. Navê al-Chartūm, "kurmê fîlan", li ser çemê ev derê, ku li girava Tutî ye tê hesibandin.
Nifûsa bajara Xartûmê 2,7 milyon niştecîh e û 8,363,915 niştecîh (hejmar 2007) di kombûna bi navçeyên Omdurman û El-Xartûm Bahriyê re hene. Bi wê ra jî, Xartûm bajarê herî mezin a pençêmîn gorî kombûna nifûsê de ye. Li gorî hesabên sala 2012an, yekîneya îdarî ya Xartûmê 5,827,729 nîştecîh jimartin da.
pêşveçûna nifûsê:
Sal | niştecîh | |
---|---|---|
Bajar | Kombûn bi navçe | |
1907 | 69,349 | |
1956 | 93,100 | 245,800 |
1973 (serjimarî) | 333,906 | 748.300 |
1983 (serjimarî) | 476,218 | 1,340,646 |
1993 (serjimarî) | 947,483 | 2,919,773 |
2007 (hesabkirin) | 2,207,794 | 8,363,915 |
2012 (hesabkirin) | 2,682,431 |
Ji ber koçberiya gundewarî û bi gelemperî mezinbûna nifûsa li welêt, kombûna Xartûmê bi lez berfireh dibe. Ji bo sala 2050an, nifûsa 16 milyon niştecîh li herêma metropolê û ji bo 2100an jî 57 mîlyon niştecîhan tê pêşbînîkirin.
Xartûm di sala 1820an de ji aliyê Misiriyan ve di bin serokatiya Mihemed Elî (ku bi eslê xwe kurd bû) de weke kampeke leşkerî hatiye avakirin. Şêniyên herêmê zû li wir bi cih bûn da ku bazirganiya bi Misriyan re zêde bikin.
Di salên 1970 û 1980 de, Xartûm bû cihê bi sed hezaran penaberên ku ji pevçûnên li Çad, Etiyopya û Uganda digeriyan. Wan penaberan li zozanên mezin ên li derûdora bajêr bi cih bûne. Ji sala 1983an vir ve, ji ber şerê nû yê veqetîna Sûdana başûr û şerê Darfûrê, gelek kesên ji Sûdanê bi xwe jî koçber bûne.
Di 20ê Tebaxa 1998an de rêveberiya Clinton a Amerîkî fermana bombekirina kargeha dermanên Aş Şîfa ya li derûdora bajarê El Xatûm Behrî da, ji ber ku guman hebû ku pêkhateyên çekên kîmyewî li wir têne hilberandin.
Di Nîsana 2023 de, şerekî giran li Xartûmê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez, paramîlîterekî ku ji aliya serokatiya Cîgirê Mihemed Hamdan Daglo re şêr dijî hikûmetê kirin.
Di rêzbendek ji sala 2018an ji bajarên dinyayê ji bo hêla kalîteya jiyanê ve, di nav 231 bajarên ku hatin lêkolîn kirin, Xartûm di rêza 227an de bi cih girt.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Xartûm, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.