Shakira Isabel Mebarak Ripoll an jî bi kurtî Shakira (jdb.
2ê sibata 1977an, Barranquilla, Kolombiya) stranbêjeke kolombiyayî ye ku yek ji stranbêjên cureyê latîno ên herî navdar e. Heta îro bi milyonan albûmên wê hatine firotin.
Shakira Shakira Isabel Mebarak Ripoll | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | 2ê sibata 1977an (47 salî) Barranquilla, Kolombiya |
Cureyê muzîkê | Pop |
Amûr | Vokal |
Malper | shakira |
biguhêre |
Shakira ya ku li Barranquilla ji dayik bû û zarokatiya xwe li wir derbas kir, îro wekî "qralîçeya muzîka latino" tê binavkirin û ji ber pirrengiya xwe ya muzîkê tê zanîn. Wê di 13 saliya xwe de bi Sony Music Colombia re debuta xwe tomar kir. Piştî têkçûna bazirganî ya du albûmên xwe yên pêşîn, Magia (1991) û Peligro (1993), ew bi albûmên xwe yên din, Pies Descalzos û Dónde Están los Ladrones? (1998) li welatên hîspanîk/spanyolaxêv derket pêş. Ew bi albûma xwe ya pêncemîn, Laundry Service (2001), ku li çaraliyê cîhanê zêdetirî 13 mîlyon kopî firot, ket bazara zimanê îngilîzî. Bi serkeftina navneteweyî ya stranên wê Whenever, Wherever û Underneath Your Clothes ve, albûmê populerîteya wê wekî hunermendek pêşeng a crossover pêşve xist. Broadcast Music, Inc., Shakira wekî "pêşeng" binav kir, ya ku rê li ber stranbêjên Latînî vekiriye ku li cîhanê navdar bibin.
Sal | Album | Firotin |
2001 | Whenever, Wherever | 9,000,000 |
2002 | Underneath Your Clothes | 7,000,000 |
2002 | Objection (Tango) | 2,184,000 |
2003 | The One | 732,000 |
2005 | La Tortura | 6,000,000 |
2005 | Don’t Bother | 2,833,000 |
2006 | Hips Don’t Lie | 10,000,000 |
2006 | Illegal | 864,000 |
2007 | Beautiful Liar | 4,567,000 |
2009 | She Wolf | 3,105,000 |
2010 | Waka Waka | 2,640,000 |
Ev gotara ji bo stranbêjeke şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Shakira, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.