Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(adar 2024) |
Catalunya (ca) Catalonha (oc) Cataluña (es) | |||||
Ketelonya | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Els Segadors | |||||
Zimanên fermî | Ketelanî, spanî û aranî (oksîtanî) | ||||
Paytext | Barselona 41°23′Bk 2°11′Rh / 41.383°Bk 2.183°Rh | ||||
Bajarê mezin | Barselona | ||||
Sîstema siyasî | Herêma otonom a Spanyayê | ||||
- Serok | Pere Aragonès (2021) | ||||
Rûerd - Giştî | 32.114 km2 | ||||
Gelhe - Giştî (20019) - Berbelavî | 7.619.494 kes 218,73 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | *801 wîlayeta Barselona
| ||||
Dirav | Euro EUR | ||||
Nîşana înternetê | .cat | ||||
Koda telefonê | +34 97- +34 93 (Barselona) | ||||
Ketelonya yan jî Katalonya (bi ketelanî: Catalunya, bi aranî Catalonha, bi spanî: Cataluña, bi fransî: Catalogne), welatek û civakeke xweser e ku li perava bakurê rojhilatê Spanyayê ye, ku ji hêla statûya xweser ve wekî neteweyek tê destnîşankirin.
Ketelonya ji çar parêzgehên Barselona, Girona, Lleida, û Tarragona pêk tê. Paytext û bajarê herî mezin Barselona ye.
Ew ji hêla bakurê Fransa (Oksîtanya) û Andorra re sînordar e, ji rojhilat ve Deryaya Navîn, û ji civakên xweser ên Spanyayê ji rojavayî Aragon û başûr bi Valensiya re. Zimanên fermî ketelanî, spanî û aranî ne.
Nasnameya gelê ketelan ne spanyol, ne fransî, ne îtalî jî ye. Lê belê, Dadgeha qanûna bingehîn a Spanyayê ketelan mîna gelekî naxwaze pejirandin û Statuya Otonom a Ketelonyayê ya sala 2006 dixwaze biguherîne.
Ketelonya li bakur rojhilatê nîvgirava Îberî ye. Rûerda wê 31 950 km² û di sala 2006 de jimara niştecihan digehe 7 milyon kesî. Li hawîrdorê herêma ketelonî, parêzgehên xweser ên Valensiya û Aragon, welatên Fransa û Andorra û Deryaya Navîn in.
Ketelonya ji çar herêman pêk tê: Barselona, Girona, Lleida û Tarragona.
Bajarên Mezin ên Ketelonyayê: Barselona, Badalona û l'Hospitalet de Llobregat in.
Zimanê Ketelonyayê ketelanî ye, lê ji xeynî ketelanî, spanî û zimanê aranî li Ketelonyayê fermî ne. Spanî jî zimanê fermî yê hemû Spanyayê ye.
Madeya 6ê ya sêyem Statuyên Xweseriya Ketalonyayê yên ku li sala 2006an hatine erêkirin wesa dibêje: "Zimanê Ketelonyayê ketelanî ye. Ketelanî li Ketelonyayê zimanê fermî ye. Zimanê kastîlî jî fermî ye, wek zimanê fermî li hemû dewleta Spanî. Herkesî maf û erka zanîna her du zimanan hene." Madeya 6ê berdewam dibe: "Zimanê okzîtanî, yê binavê aranî zimanê niwala Aranê ye û li Ketelonyayê fermî ye."
Ketelanî, (bi ketelanî: català, wekî "ketelá" bixwîne) zimanekî romanî ji koma hind û ewropî ye. Zimanê ketelanî ji aliyê 9 milyon kesan ve li Ketelonyayê, li herêma otonom Valensiya, li giravên Balear, li Andorrayê (li Andorrayê zimanê fermî tenê ketelanî ye, lê li vir bi fransî û spanî jî dipeyivin), li Roussillon, û li Alghero jî tê peyvîn. Zimanê ketelanî ji zimanê latînî tê. Ji sedsala XV han û vêde ew di bin bandora spanî ango kastîlî de maye. Her çiqas ev ziman biser spanî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her wiha). Gerek mirov wî wek zaravayekî spanî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye.
Li hember kastîlî (spanî) a ku bû zimanê fermî yê dewleta spanî, ketelan bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn û li hember spanî sekinîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma ketelanan daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina diktatorê Franco re hat cih. Parlamena spanî di sala 2004an de ev daxwaz li komisiyona ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi ketelanî dipeyivin (zêdeyî maltayî û estonî).
Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên ketelanî ji 95% in (ji 95% hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem keteloniya rojhilat e ku li Barselona, li Girona (bixwîne: Jîrone), li giravên Balear (Illes Balears) û li Roussillon (bi ketelanî: Rosselló, bixwîne: Ruselyo) tê axaftin. Yê diyêm jî keteloniya rojava ye e ku li bakur rojava, li Lleida (bixwîne: Lyêyde) û Valensiya tê axaftin.
Li gorî serjimêriya zimanî ya sala 2001ê de, li dor 5.900.000 kesên li Ketelonyayê (95% ji akinciyên herêmê) zimanê ketelanî têdigihên. Ji sediya mirovên ku dizanin bi ketalonî bipeyivin, bixwînin û binivîsin ev in:
|
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ketelonya, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.