Ketelanî (bi ketelanî: català ), zimanekî romanî ji koma hind û ewropî ye.
Zimanê ketelanî ji aliyê 9,5 milyon kes ve li Ketelonyayê, li herêma otonom Valensiya, li giravên Balear, li Andorrayê (li Andorrayê zimanê fermî tenê ketelanî ye, lê li vir bi fransî û spanî jî dipeyivin), li Roussillonê (bi ketelanî: Rosselló), li rojhilata Aragonê û li bajarê Alghero (bi ketelanî: l'Alguer) jî tê peyvîn. Zimanê ketelanî ji zimanê latînî tê. Ji sedsala 15an û vê de ew di bin bandora spanî ango kastîlî de maye. Her çiqas ev ziman biser spanî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her wiha). Gerek mirov wî wek zaravayekî spanî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye û zaravayên xwe yên taybet hene.
Ketelanî | ||
---|---|---|
català | ||
Welatên lê tê axaftin | Spanya, Fransa, Andorra û Îtalya | |
Herêm | Andorra, Ketelonya, Giravên Balear û Valensiya, Roussillon (Rosselló), Aragon, Mursiya, Sardînya | |
Axiverên zimanê zikmakî | nêzîkî 9,5 milyon | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Şiklê kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên latînî | |
Rewşa fermî | ||
Welatên lê zimanê fermî ye | Andorra; Ketelonya, Giravên Balear û Valensiya li Spanyayê | |
Sazkerên zimên | Enstîtuya Lêkolînên Ketelanî, Akademiya Valensî ya Zimanî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | ca | |
ISO 639-2 | cat | |
ISO 639-3 | cat |
Li hember spanî a ku bû zimanê fermî yê dewleta spanî, ketelan bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn û li hember spanî sekinîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma ketelonî daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina dîktator Franco re hat cih. Parlamena spanî di sala 2004an de ev daxwaz li komisiyona Ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi ketelanî dipeyivin (zêdeyî maltayî û estonî).
Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên ketelanî ji 95% in (ji 95% hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem keteloniya rojhilat e, yê ku li Barselona , li Girona, li giravên Balear û li Roussillon tê axaftin. Yê duyem jî keteloniya rojava ye, yê ku li bakur rojava, li Lleida û Valensiya tê axaftin.
Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku rewşa zimanê ketelonî wesa ye (2007):
Kurdî | Zimanê ketelanî |
---|---|
Rojbaş! | Hola, bon dia! |
Tu çawan î? | Com estàs? |
Ez baş im, spas, tu çawan î? | Estic bé, gràcies, i tu com estàs? |
Tu ji kûderê yî? | D'on ets? |
Ez ji Kurdistanê me, ez kurd im. | Soc del Kurdistan, soc kurd (nêr), soc kurda (mê). |
Tu bi ketelanî/bi kurdî dizanî? | Parles català? Parles kurd? |
Hindik. | Una mica. |
Bi xatirê te! | Adeu! |
Em ê hev bibînin! | A reveure! |
Êvarbaş! | Bona tarda! |
Şevbaş! | Bona nit! |
COM ensenyar català als adults. Mapes per a l'estudi de la llengua catalana, 6 (1989). Departament de Cultura, Barcelona.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zimanê ketelanî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.