Oksîtanya (oksîtanî: Occitània ) herêmeke dîrokî ya li başûrê Ewropayê ye ku zimanê oksîtanî di dîrokê de zimanê sereke bû û hîn jî, bi piranî wekî zimanê duyemîn tê bikaranîn.
Îro Oksîtanya di navbera başûrê Fransayê, Spanya, Monako, û deverên biçûktir ên Îtalyayê de hatiye parçekirin.
Gelê Oksîtanyayê di dîroke de ji aliyê polîtîk ve tucarê nekarîbû yekîtiya xwe ava bikê û dewletek yekbûyî û serbixwe damezrînê, lê zimanê oksîtanî ku zimanekî serbixwe ye û nezîkî katalonî ye karîbû girêdanekê di nava gelê vê herêma başûrê Fransayê pêk binê. Di van demê dawî ye gelê herêmê li çand û zimanê xwe verdigere û lê xwedî derdikeve. Minakek vê yekê ew e ku li Oksîtanyayê navê gund, bajar û devedan li kêleka fransî edî bi zimanê oksîtanî jî tên nivîsandin.
|
|
|
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Oksîtanya, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.