Hemoglobîn

Hemoglobîn (bi inglîzî: haemoglobin an jî bi kurtenivîsê Hb, Hbg) molekulek gewre (makromolekul) ye.

Ji proteîn û hesin pêk tê. Peyva hemoglobîn ji peyvên bi yewnaniya kevn: αἷμα, lat. haîma û bi latînî: globus çêbûye. Çar heb proteînên gogî yên hemoglobînê heye, her yek ji van proteînan wekî globîn bi nav dibe. Di nav molekulek hemoglobînê de 2 heb α (Alfa), 2 heb β (Beta) globîn heye. Taybetmendiya van polîpeptîdan ew e ku, her zincîrek polîpeptîdê komeleya hem li xwe digire. Ango hemoglobîn ji çar binebeşan(zincîrên polîpeptîd) pêk tê, di her binebeşê de komeleya hem heye, komeleya hem jî, îyona hesin (Fe+2 ) lixwe digire. Proteînên globîn komeleyên hemê dorpêç dikin.

Hemoglobîn
Molekula hemoglobînê
Hemoglobîn
Xirokên sor di moxê sor de tên çêkirin.

Hemoglobîn di xaneyên moxê sor a hestî de, ji aliyê mîtokondrî û rîbozoman ve di nav sîtoplazmayê de tê çêkirin. Karê sereke ya hemoglobînê, guhestina oksîjen û karbona dîoksîd e. Her îyonek hesin molekulek oksîjenê bi xwe ve girê dide. Ango hemoglobînêk dikare 4 molekul oksîjen bixwe ve girê bide. Hemoglobîn li ser xirokên sor e. Xaneyek xiroka sor bi qasî 280 mîlyon hemoglobîn li xwe digire. Ango yek xiroka sor dikare ji mîlyarek pirtir oksîjen biguhezîne.

Hemoglobîn di pişikê mirov de bi oksîjenê ve tê girêdan, ev rewşa hemoglobînê wekî oksîhemoglobîn bi nav dibe. Rengê oksîhemoglobînê sor e. Hemoglobîna bêoksîjen bi rengê şîn e. Hinek ji karbona dîoksîd ji xaneyan bi navbeynkariya hemoglobînê, ber bi pişikan ve tê guhestin. Pêkhateya hemoglobîn û karbona dîoksîd wekî karbomînohemoglobîn tê navkirin. Eger di pişikan de li gel oksîjenê, karbona monoksîd jî hebe, hemoglobîn ji dewsa oksîjenê, pêşî bi karbona monoksîdê ve girêdan çêdike. Girêdana hemoglobîne ya bi karbona monoksîdê, ji girêdana oksîjenê zexmtir e. Ev taybetmendiya karbona monoksîdê dibe sedema bijehrêketina karbona monoksîdê. Hin caran mirov ji ber dumana sobê bijehrêdikeve, sedem karbona monoksîd e.

Molekula hemoglobîn bi qasî 120 roj çalak dimînê, bi mirina xiroka sor, hemoglobîn jî neçalak dibe. Xirokên mirî, di kezeb, sipil an jî di moxê hestî de tê hilweşandin. Beşa proteîn, hildiweşe û yeke ya proteîn, ango asîdên amînî çêdibin. Ev asîdên amînî ji bo çêkirina xirokên sor yên nû di xaneyên bineretî (binxane) de tên bikaranîn. Hesinên nav komeleya hemê di sipil an jî di kezebê de wekî ferritîn tê embarkirin. Di nav plazmaya xwînê de glîkoproteînek bi navê Transferrîn heye, transferrîn ferritînê diguhezîne moxê hestî ku hesinê ferritîn tevlê xirokên sor ên nû bibe. Komeleya hem a bêhesin, perçe dibe û ji komeleya hemê bilirubîn çêdibe. Bilirubîn bi navbeynkariya albumîn (proteîna plazmayê) diçe kezebê. Di kezebê de ji boy çêkirina zeravê tê bikaranîn. Kêmasiya hemoglobîn, bi taybetî kêmasiya hesinê hemoglobînê, rê li ber çêkirina xirokên sor digire, ev rewş dibe sedema nexweşiya kêmxwînî (anemî).

Çavkanî

Tags:

ProteînTîpguhêziya latînîZimanê inglîzîZimanê latînîZimanê yewnaniya kevn

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Arif ZêrevanQazî MihemedHesenan (eşîr)Erzîngan (parêzgeh)HawpaAppleDilşad SeîdQersEvdalê ZeynikêŞivankaranGermanyaTirkiyeMetîna, MehsertSancaqKurdên ÛkraynayêXola Nayab a KurdistanêRomantîzmMecaristanMadagaskarHecî Qadirê KoyîKoma gindorikên keyanParçikê bingehînGame of ThronesGNUDûpişk (kêzî)Navçeya saetîMarsîlyaŞerê DimdimêGewdanŞaristaniya sumeriyan0Mela Huseynê BateyîÎzmîrTehranYaşar Kemal2004BexdaTelefona destanMamekîHollywoodHawar (kovar)Serhildana DêrsimêSilêmanî (bajar)PaytextEbdulqadirê GeylanîHande YenerGoogle WergerFêrgîn Melîk AykoçÎskenderiyeQerejdaxApple SafariDêrsim (parêzgeh)Keça KurdAtv (Tirkiye)NaturalîzmBelfastDîcleNuakşotMereş (parêzgeh)Pisîk1862Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê21ê adarê🡆 More