Gurên Boz (bi romî: Bozkurtlar, ji aligiran re Bozkurtçular) komeke terorê ye ku endamên partiya rastradîkal MHPê û ji komeleya bi heman navê re dibêjin.
MHP („Milliyetçi Hareket Partisi - Partiya bizava neteweperwer“), sala 1961'ê ji aliyê Alparslan Türkeş ve tê damezirandin.
Gurên Boz | |
---|---|
Dewlet | Tirkiye |
Dema avabûnê | |
Nerîna siyasî | Rastgiriya tund |
Îdeolojiya siyasî | Ultranationalism, Tirkperestî, neo-fascism, Tûranperestî, Antîkomûnîzm, Anti-Shi'ism, anti-Chinese sentiment, dijî kurdbûn û Antîsemîtîzm |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Endamên vê bizavê xwe wekî Ülkücüler - Mengîweran/Îdealîstan binav dikin. Rêxistina vê tevgerê ya ciwanan Ülkücü Gençlik („ciwanên îdealîst“) e.
Gorî efsaneya Romayiyan bi navê Romulus, Paulus du şervanan bingeha Romayê avêtine û romayî ji wan herdu zilaman in. Van herdu zilam sêwî mane, bê dê û bav jiyane. Guran ew xwedîkirine. Şîrê dêleguran xwarine, wisa li jiyanê mane.
Efsaneyeke Çeçenan gurê dişibîne gelê Çeçen. Li ser ala Çeçenistanê ya neteweyî jî gur heye. Heger gur rûniştî be, gelê çeçen di aramî û aşitiyê de ye. Heger gur li ser piyan be û bizûre roja şer e, divê gelê çeçen cîhanê bihecînin. Hin îdia hene ku Alparslan Türkeş ev sîmbola gurê ji çeçenan girtiye, lewra malbata wî de bingeheke qefqazî heye. Ango dibêjin Türkeş di malbatê ev efsane bihîstiye, dema MHPê dadimezirîne jî vê sîmbolê werdigire.
MHPyî bi xwe van îdîayan napejirînin, bingeha gurên boz li Asyaya Navîn di zimanên altayî de digerin. Dibêjin di zimanê altayî de Kök Böri heye, di wateya „gurên şînboz an esmanî“ de ye. Di dîroka tirkên asyayî de cihê gur heye lê ya îro tê bikaranîn ji aliyê Türkeş ve hatiye vedîtin.
Armanca vê bizavê yekîtiya gelên tirk, avakirina dewleta yekgirtî ye. Ji deryaya Adriyatîk, Balkan heya Çînê welatê tirkan binav dikin ku ev herwiha bi navê pantirkîzm tê zanîn. Divê tirkên Anatoliyayê pêşengiyê bikin, Tirkiye piştgiriyê bide tirkên navenda Asyayê.
Gurên boz wekî dijmin an dijber cihû, xiristiyan, PKK, kurd, ereb, ermenî, yewnan, komûnîzm, siyonîzm, Vatîkanê dibînin.
Li Tirkiye, Azerbaycan, Îraq, Kîpros, Bulgaristan, Bosna û Herzegovîna û welatên rojavayê Ewropayê komele, weqf, rojname, kovarên wan hene.
Destên xwe yên rastê didin jor û bêçiya gustîlê û ya navîn didin ser a serî. Ango bi destên xwe serê gurê çêdikin. Ev silava han giregirê MHPê Necdet Sevinç derxistiye.
Bi texmînî heya niha zêdetirî 100.000 salar (komando) perwerde kirine. Ev yekîne ji sala 1968'ê ve li dijî kurd, elewî û çepgiran hatine bikaranîn. Bi îdiaya Faruk Şen a di pirtûka bi navê Türkei. Land und Leute. (München 1986, r. 110) de, komandoyên Gurên Boz kujeriyên profesyonel kirine, siyasetmedar, ronakbîr kujtine.
„Son bi Xwedê, Quran, welat, alê be. Şehîd û xaziyê min bawer bin. Wekî ciwanên tirkê Ülkücü (îdealîst), dê têkoşîna me ya dijî kapîtalîzm, faşîzm û bi her awayê emperyalîzmê bidome. Têkoşîna me heya neferê, bêhna, dilopa xwînê ya dawî be. Têkoşîna me heya Tirkiyeya neteweperwer, Tûranê ye. Wekî ciwanên tirkên Ülkücü, bêzar nabin, nakevin (nahedimin, têk naçin), dê biserkevin, biserkevin, biserkevin. Xwedê tirk biparêzê, berz bike. Amîn.“
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Gurên Boz, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.