Frîgya (bi yewnanî: Φρυγία, lat. Phrugía; bi latînî: Phrygia; bi tirkî: Frigya) paşageheke li rojavayê Anatolyayê bû ku di nav salên 1200 û 680î yên berî zayînê de nêzîkî çemê Sakaryayê hatiye danîn.
Frîgya | |
---|---|
39°Bk 31°Rh / 39°Bk 31°Rh | |
Parzemîn | Asya |
Dewlet | Tirkiye |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Frîgiyayî gelekî hind û ewropî bûn û li Trakyayê dijiyan. Gelê frîgyayî di derdora 1200î berî zayînê de, piştî hilweşandina dewleta Hîtîtî, ji Trakya koçî Anatolyayê kiriye û paytexta xwe Gordion li wir avakiriye. Herweha şahê welatê Frîgya Aryo Barzanê Frîgyayî bû.
Li gorî zimanzanan frîgî yan frîgyayî zimanekî hind-ewropî ye û bêhtir nêzîkî yewnanî, ermenî û zimanên îranî ye, û herwiha bi albanî, zimanên slavî û baltikî re xwediyê taybetmendiyên hevpar e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Frîgya, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.