Gul (bi latînî: Rosa) an vil (vilik) kulîlkek ji famîleya Rosaceae ye.
Gul | |
---|---|
Sorgul | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Parçe: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Kom: | Rosales |
Famîle: | Rosaceae |
Binefamîle: | Rosoideae |
Cins: | Rosa L. |
Kulîlkeke navdar e û nîşaneya evînê ye. Bi qasî 300 cureyên wê hene. Ji bo kozmetîkê çandiniya wê tê kirin. bîhna gulan yê pir xweş e. wê lomê Kurên misliman pê ra dibêjin gulê mihemmedî. ji bişkuyên gulan reçel çêdibe. Gulên Xelfetîyê yên sorê tarî yên pir meşhûr in.
Gula sor nîşaneya "destnîşankirina hezkirinê", ya zer "daxwaza zewacê" û ya spî jî "evindarî heya mirinê" ye. Li her deverekê Kurdistanê gul tê çandin bo şênkirina baxçe û devedorê avahiyan.
Bi sedan stran li ser gulê hatinê çêkirin û navê wê bo zarokên rindik hatine danîn. Dîsa di wêjeya nivîskî ya Kurdî de jî herwiha cihekê wê yê bêhempa heye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Gul, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.