Ekolojî yan jî hawirnasî, hevêrzanist (bi înglîzî: Ecology), zanistê lêkolîna li ser berbelavî û mişeyî ya endamwerên jînwer û ka çawa karlihevkirina endawerî digel derdor anko jîngeha xwe tesîrê li berbelavî û mişeyî ya wan dikit.
Derdora endamwerekî ji keristeyên fizîkî û yên jînewer pêkdihêt. Derdora fizîkî, mirov dikarit navê tevane yê nejînewer lê bikit, hokarên mîna tîrêja rojê, avûhewa anko seqayê û cihniyasiyê vedigirit.
Peyva ekolojî cara pêşîn li sala 1866ê ji aliyê biyologên alman Ernst Haeckel ve hat bikaranîn. Peyv ji οικος (oikos anko navmalî) û λόγος (logos anko znîn) pêkhatîye. Bi vî awayî, ekolojî lêkolîna navmalî ya xwerist anko siruştî ye. Di zimanê Kurdî da jî peyva hevêrzanist ji hevêr bi ramana cihê jîn û jîyarê û zanistî pêkhatîye.
Ev peyv hindek caran bi ramana derdora xweriskî an jî derdorparêzîyê dihêt bikaranîn. Ji ber hindê, hindek caran rengdêra ekolojîk anko hevêrzanistiyane bi ramana dostê derdorê dihêt xebitandin.
Hindek caran hevêrzanist wekî tayekê Biyolojiyê dihêt hesibandin. Mumkîn e ko endamwer bi gelek awayan û li gelek astan bihêt ber lêkolînan.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ekolojî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.