Biyok, bihok an jî bih an jî Sefergel(lat.:Cydonia oblonga) navê riwekekê ye ku dara wê dikare 3-6 metroyan bilind bibe.
Dareke kulîlk mezin û kulîlkên wê pêncpel e. Rengên kulîlkan, spî û pembeyî ne. Belga wê kesk e û hinekî bi pûrt e. Fêkiya wê weke sêvan û hirmiyan e, lê ji wan mezintir e. Rengê wê zer û hinek bi pûrt e.
Fêkiyên bihan ji dema Akadiyan ve tên zanîn. Welatê wê bi esehî ne kifş e, lê welatên wê weke Kurdistan, Ûzbekistan, Tacîkistan, Îran, Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan, Pakistan, Efxanistan tê pejirandin.
Li Wiki Commons medyayên di warê Bihok de hene
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Bihok, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.