Bûyer
Kurdistan
- 1999 – Weşana MED TV'yê hate rawestandin û lîsansa wê ya weşanê hate betalkirin.
- 2001 – Gerîllayên Kurd Bulent Omeroglu yê bi navê kod Mahîr Pazarcik, Herem Celal Muh yê bi navê kod Rênas, Vedat Boga yê bi navê kod Welat Serhat, Omer Bulut yê bi navê kod Zana Bagok li Basyayê jiyana xwe ji dest da.
- 2008 – Welatiyê kurd, Zekî Erînç ê 35 salî, li Wanê ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hate kuştin.
Cîhan
- 1896 – Yekem bazdana Maratonê Charilaos Vasilakos qezenç kir.
- 1904 – Yekem car, li Amerîkayê di rojnameyekê de (Daily Illustrated Mirror), wêneyê bi reng hate weşandin.
- 1946 – Serxwebûna Urdunê hate îlankirin.
- 1952 – Li Frankfurtê balafireke bi tîpa KLM kete xwarê, 44 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan.
- 1978 – Di berxwedana ku Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DİSK'ê lidar xist, 88 xwendekar û 14 karker û sendîkavanek hate girtin. Piştî destpêkirina berxwedanê bi tevlîbûna hin wezîran jî Komîteya Ewlekariyê li hev civiya.
- 1979 – Parlamena Îsraêlê, bi Misirê re Peymana Aştiyê erê kir.
- 1997 – Stêrkadûmdar a bi navê Hale-Bopp, di saetê de 160 kîlometir di ber dinyayê re derbas bû. Derbasbûna Stêrkadûmdar a bi çav dihate dîtin, li hemû cîhanê ji aliyê mîlyonan kes ve bi baldarî hate pêşwazîkirin.
Jidayikbûn
Mirin
Cejn û salveger
- Roja Avê ya Cîhanê
- Li Welatên Yekîtiya Ereban roja Yekîtiya Ereban
- Serxwebûna Urdunê
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article 22ê adarê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.