Siyehçal yan jî Çala Reş bi Înglîzî Black hole Objêkteka Astronomî ye, ku di derdor û Navenda wê çi Tişt nikare xwe ragire yan jî jê xelas bibe! Her çend Wateya Navê Siyehçal Çal yan jî Bîra-Reş e, lê ew bi xwe ne Çale, belkû Zêdemayê Stêrên mirî ye! Her Stêrek wê rojekê bimire û ev yêk bi Teqînekê pir bi hêz çêdibe, lê pêwist nake em bitirsin, ji ber ku Teqîna Pergala Rojê di 5,5-Milliard Salan de çêdibe! Siyehçal ji Stêrên gelek mezin çêbûye, kû piştî teqîn yan jî mirina van Stêran Ew ew qas tên prêss kirin kû êdî ew zêde nayên givişandin û ew keps dibin.
Hêza Rakêş (bi Înglîzî Gravitation) a Sîyehçalan ew qas xorte kû heta Ronahî jî nikare xwe jê xelas bike û têda wenda dibe, ji ber wê jî Navê wan Siyehçal e. Sîyehçal ne tene Ronahî belkû her tişt û her Matêrîyek kû nêzî wê bibe bi alîyê xwe dikêşe û nav xwe wenda dike û Hêza wê ew qas xorte, kû dikare Stêran bi saxî bixwe! Lê pêwist nake em ji Siyehçalan bitirsin, ji ber ku di nêzê Erd û Pergala Roja me de Sîyehçal tune ne!
Çala Reşa pêşî ko hate naskirin bi navê Cygnus X-1 bû, û di Birca Qû (Swan constellation) de bû, ew kaniya tîrêjên Rontgen bû. Dema ko cihê vê Çala Reş bi serestî (exact) hate naskirin, xuya bû ko hevalpişkekê vê kaniya tîrêjên Rontgen jî heye, û ew jî superbertelaşekî şînî mezin bû. Şîtelkirineke şebengbînî (spectroscopic analysis) hişkere dike, ko ew superbertelaş di çerxeke hêkeyî (elliptic orbit) de li dora heyberekî veşartî dizîvire.
Ya pêşî: Ji bo ko stêrek bi baristeke mezin weke ya superbertelaşê şîn bê kilkirin, dive ko barista heyberê veşartî bi xwe jî gelekî mezin be.
Ya diduyan: Ji bo ko tîrêjên Rontgen biweşin, dive tawdana (acceleration) gazên ko heyberê veşartî ji superbertelaşê şîn dimije, nêzîkî xurtbûna ronahiyê bibe.
Di sala 1974'an de Stephen Hawking modelek pêşkêş kir û tê de diyar kir ko Çalên Reş bi xwe jî dihêlin hin parçek (particle) ji Çala Reş li nav gerdûnê belav bibin. Ev diyarde (phenomenon) bi tîrêjên Hawking tê naskirin. Bi vê yekê Çala Reş beşekî ji barsta xwe ji dest dide. Ev diyarde berdewam dike, ta ko Çala Reş bi pejiqandineke pir mezin ya ji tîrêjên gama, biteqe.
Va ye ez li jêr delîlên li ser rastiya hebûna Çalên Reş li ber we dideynim:
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Çala Reş, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.