Demarexane

Demarexane , xaneya demar(bi îngilîzî: neuron, nerve cell) yekeya koendama demarê ye.

Demarexane
Pêkhateya demarexaneya numûne

Şaneya demar ji du cor xaneyan pêk tê; demarexane û xaneyên glîa (bi înglizî: glial cells).

Xaneyên gilîal piştevanî ya demarexaneyan dikin û wan xwedî dikin. Demarexane di laşê mirov de mîna torek aloz belav dibin. Di navbera demarexaneyan de peywendî heye. Bi vî awayê erkê kar ji demarexaneyek tê guhêztin ber bi xaneyek din. Kartêkirin ji derveyî (hawirdorê) laş an jî kartêkirin ji nav laş dibin sedema çêbûna erkê kar. Wekî mînak; sarî (sermayî), ronahî, deng û behn kartêkirin ji hawirdorê ne, lê guherîna xestiya glukoza xwînê, zêdebûna xestiya karbona dîoksîda (CO2) nav xwînê an jî êşa diran jî kartêkirin nav laş in. Di demarexaneyê de ragîhandina demarê (demareragîhandin) bi şêweyê elektrîkî û kîmyayî rû dide. Demarexane li gor erkên xwe an jî li gor pêkhate û şêweyên xwe tên polênkirin.

Corên demarexane li gor pêkhate û şêweyê wan

Di vê polenkirinê de, niçikên laşê xaneyê ji bo navlêkirina xaneyan tê bikaranîn. Ji laşê demarexaneyan ve sîtoplazma û parzûna xaneyê wekî niçik ber bi derve direj dibin. Niçikên laşê xaneyê wekî cemser tê hesîbandin. Li gor şêwe û pêkhate, çar corê demarexane heye.

Demarexane 
Li gor şêweyê tewereyê, çar cure demarexane heye

Demarexaneya yekcemserî (bi îngilîzî: unipolar neuron)

Ajalên bêbirbirage yên wekî kirm, mêş û moz demarexaneyên yekcemserî yên rasteqîn lixwe digirin. Ji laşê xaneyê niçikek dirêj dibe. Demarexaneyên yekcemserî yên ajalên bêbirbirage, bêdendirîdî ne. Demarexaneyên yekcemserî yên mirov ligel tewereyê, dendrît jî lixwe digire. Ji laşê xaneyê niçikek dirêj dibe, niçik dibe du serî, seriyek niçikê dibe tewere, seriyê din jî mîna dendrîdan ragihandin werdigre loma wekî dendrît tê navkirin, lê bi eslê xwe ev beş beşek ji tewereyê ye. Ji ber ko dendrîdên demarexaneyên yekcemserî yên mirov ne yên rasteqîn in, evan demarexaneyên yekcemserî, wekî demarexaneyên ziryekcemserî (bi îngilizî: pseudounipolar) tê navkirin. Demarexaneyên yekcemserî demarexaneyên hestê ne.

Demarexaneya ducemserî (bi îngilîzî: bipolar neuron)

Ji laşê demarexaneyê du niçik ji du aliyên xaneyê de berevajiyê hev, ber bi derve dirêj dibin. Yek ji niçikan dibe dendrît a din jî dibe tewere. Wekî mînak; di nav  xaneyên rûkeş ên difin de ji bo hestê bêhngirtinê û di nav xaneyên çîna tora çav de, xaneyên ducemserî kar dikin. Ji xeynî demarexaneyên yekcemserî û yên ducemserî, hemû demarexaneyên laşê mirov firecemserî ne. Demarexaneyên firecemserî li gel tewereyek, du an jî zêdetir dendrît lixwe digirin. Wekî mînak; demarexaneyên ko demareragîhandin diguhazînin boy masûlkeyan an jî rijênan, demarexaneyên firecemserî ne.

Corên demarexane li gor erkê wan

Li gor cihanina erkê xwe û arasteya ragîhandina erkê kar, sê cor demarexane hene:

  1. Demarexaneya hestê (bi îngilîzî: sensory neuron)
  2. Demarexaneya navê (bi îngilîzî: interneuron)
  3. Demarexaneya livînê (bi îngilîzî: motor neuron)

Demarexaneya hestê

Demarexaneyên hestê, bi navbeynkariya wergirên hestê ji derve û hundirê laş, kartêkir werdigirin û dişînin bo demarekoendama navendî (bi îngilîzî: central nervous system). Ango arasteya demareragîhandinê ji derve an jî ji hundirê laş ve ber bi demarekoendama navendî ye, loma demarexaneya hestê wekî demarexaneya hatî jî tê navkirin. Demarexaneyên hestê, demarexaneyên yekcemserî ne û dendrîta rasteqîn lixwe nagirin. Bi gelemperî tewereyek dirêj a du serî lixwe digirin. Seriyek tewereyê ber bi demarekoendama navendî, yê din jî ber bi demarekoendama çêwe (bi îngilîzî: peripheral nervous system) dirêj dibe. Dibe ko serê tewereyê bi endamên hestê ve girêdayî be. Hin caran jî kotahiya tewereyê di nav xane û şaneyan de bi awayekî tazî dimîne. Wekî mînak wergirên êşê yên laşê mirov ji tewerekotahiyên demarexaneyên hestê pêk tê.

Demarexaneya navê (navberê)

Demarexaneyên navê an jî demarexaneyên navberê, demareragîhandin ji demarexaneyên hestê werdigirin û diguhêzînin demarexaneyên livînê. Gelemperiya demarexaneyên navê di nav demarekoendama navendî de cih digirin. Dendrîdên van xaneyan gellek in û liqdar e, teweryê wan kin e. Dibe ko yek demarexaneyek livînê, bi gellek demarexaneyên din ve girêdan çêkirîbe û ji wan hemûyan sînyalan werbigire.

Demarexaneya livînê

Demarxaneyên livînê, demareragîhandin werdigirin ji demarekoendama navendî û digihînin xane an jî endamên armanc. Wekî mînak xaneyên masûlkeyan an jî xaneyên rijênan, xaneyên armancin ji bo demarexaneyên livinê. Ji bo demarexaneya livîne navê demarexaneya derçûn (derkevtî) jî tê bikaranîn.

Anatomiya demarexaneyê

Demarexane 
Hemû demarexane sê pêkhateyên hevbeş lixwe digirin; laşê xaneyê, dendrît (liq û pop) û tewere.

Li gor şewe û erkên xwe gellek corên demarexane heye, lê hemû demarexane sê pêkhateyên hevbeş lixwe digirin; laşê xaneyê, dendrît (liq û pop) û tewere.

Navik û piraniya endamokên demarexaneyê di laşê xaneyê de cih digirin. Beşa herî gewre ya demarexaneyê laşê xaneyê ye.

Ji sîtoplazmaya demarexaneyê niçikên kin ber bi derve dirêj dibin, evan niçikên sîtoplazmayê wekî dendrît tê navkirin. Dendrît ji hestewergiran an jî ji demarexaneyên din kartêkir (demareragîhandin) werdigire. Kartêkir bi şêweyê erkê kar ji dendrîdan derbasî tewereyê dibe. Tewere jî mîna dendrîdan ji niçikê sîtoplazmayê pêk te, lê tewere ji dendrîdan gellek dirêjtir e. Di laşê mirov de hin tewere hene ko dirêjiya wan ji metreyek zêdetir e. Bi gelemperî demarexane yek tewereyek lixwe digirin. Tewere demareragîhandinê ji laşê xaneyê diguhêzîne ber bi xaneyek din. Ango dendrît kartêkirên ji derdora demarexaneyê ber bi laşê demarexaneyê ve dişîne, tewere jî kartêkiran bi şêweyê elektrîkî diguhêzîne dûrê laşê xaneyê. Di nav sîtoplazmaya tewereyê de hin endamok jî hene, mîtokondrî yek ji wan endamokan e. Tewere hin caran wekî rîşalê demar (demarerîşal) jî tê navkirn. Demar (bi îngilîzî:nerve) ji gurzê tewereyan, ango ji gurzê demarerîşlan pêk tê.

Demarexane 
Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û guhaztina erkê kar leztir dike.

Parzûna hinek tewereyan tazî ye, lê bi gelemperî demarexaneyên navê û yên livînê bi xaneyên glîa pêçayî ne. Xaneya Schwann û xaneya olîgodendrosîd mînak in ji bo xaneyên glîa. Parzûna xaneyên glîa, madeyek bi navê maylîn lixwe digirin. Maylîn madeyek çewrî ye û bi rengê xwe spî ye. Pêçanên xaneyên Schwann li ser tewereyê bergek ava dike, ev berg wekî bergê maylînî tê navkirin. Xaneyên Schwann tewereyên demarexaneyên demarekoendama çêwe dipêçinin, herwisa olîgodendrosîd jî tewereyên demarexaneyên demarekoendama navendî dipêçînin. Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û guhêztina erkê kar leztir dike. Di navbera bergê maylînî yên xaneyên Schwann de hin valahî dimîne, ango xanyen Schwann bi navber rêz dibin li ser tewereyê. Navbera herdu bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin. Beşa ko tewere ji laşê xaneyê dirêj dibe wekî tûmika tewereyê tê navkirin. Erkê kar li vir ava dibe. Kotahiya tewereyê liqdar e. Serê van liqan wekî tewerekotahî an jî demarekotahî tê navkirin. Tewerekotahî bi xaneyên din ve bi navbeynariya gehînkeyê têkilî çêdike.

Fîzyolojiya demarexaneyê

Demarexane 
Erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike heta tewerekotahiyê beş bi beş didome.

Gava demarexane ji hawirdorê an jî ji demarexaneyek din sînyal digire, bersîva sînyalan bi tena serê xwe nade. Sinyalên hawirdorê dişîne demarekoendama navendî, li vir sînyal tê şîrovekirin. Heke sînyal ji aliyê demarekoendama navendî ve hatibe şandin, îcar demarexane van sînyalan dîşîne bo xane an jî şaneya armanc. Demarexane sînyalan bi şêweyê elektrîkî û kîmyayî diguhêzîne. Sînyal li seranserê demarexaneyê, ji dendrîdan hetanî kotahiya tewereyê bi şeweyê elektrîkî tên guhêztin. Lê ji demarexaneyêk ber bi xaneyek din ve ragihandina demarî, di gehînkeyê de, bi gelemperî bi şeweyê kîmyayî rû dide. Li hundir û derveyê demarexaneyan de iyon hene, iyon barê elektrîkê lixwe digirin. Xestiya iyonan li herdu aliyê parzûna tewereyê de ne yek e loma bargeya elektrîkê ya nav xaneyê û derveyê xaneyê jî ji hev cuda ye. Li herdu aliyê parzûnê de cudahiya bargeya elektrîkî dibe sedema çêbûna erkê parzûne (bi îngilîzî: membrane potential). Iyonên sodyum (Na+) û potasyum (K+) iyonên sereke ne ji bo çêbûn û berdewamiya erkê parzûnê. Iyonên Na+ û K+ bi navbeynkariya pompeya sodyum-potasyum, an jî bi navbeynkariya cogên iyonan ber bi derveyî an jî ber bi nava xaneyê li parzûna xaneyê de tên guhêztin. Erkê parzûnê du cor e, erkê bêhnvedanê (bi îngilîzî: resting potential) û erkê kar (bi îngilîzî: action potential). Dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragîhandin nediguhêzîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî:polarization) tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin. Di qonaxa cemsergirî de xestiya potasyuma (K+) nav xaneyê ji xestiya potasyuma derve zêdetir e. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê (Na+) û ya klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir e. Wergirtina ragihandinek elektrîkî, kîmyayî an jî mekanîkî ji demarexaneyek din, an jî wergirtina kartêkirek ji hawirdorê, dawî li qonaxa cemsergiriyê, ango erkê bêhnvedanê tîne. Xerabûna erkê parzûnê dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Ji tûmika tewereyê ber bi kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de veguhaztina demareragîhandin, wekî erkê kar tê navkirin (bi îngilîzî: action potential).

Alûgorkirina iyonên sodyum û potasyumê yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya xaneyê. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe. Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na+ li nav xaneyê zêde ye, xestiya potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye. Ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) tê navkirin. Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji bo wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Ligel cogên potasyumê, pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê jî kar dikin ji bo vegeriyana cemsergiriyê. Erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê, yek alî ye. Kotahiya tewereyê bi demarexaneyêk din ve di nav têkiliyê de ye. Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya masûlke an jî bi xaneya rijên ve di nav têkiliyê de be. Divê demareragîhandin( erkê kar) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî xaneyên din bibe. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî gehînke an jî gehînkeya demarî tê navkirin. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din, bi navbynkariya gehînkeya demarî tê gihandin. Ji bo pirraniya demarexaneyan, ragihandina erkê kar di gehînkeyê de bi navbeynkariya demareguhêzeran, bi şêweyê kîmyayî rû dide.

Girêdana derve

Ferhenga Biyolojiyê [1]

Çavkanî

Tags:

Demarexane Corên demarexane li gor pêkhate û şêweyê wanDemarexane Corên demarexane li gor erkê wanDemarexane Anatomiya demarexaneyêDemarexane Fîzyolojiya demarexaneyêDemarexane Girêdana derveDemarexane ÇavkanîDemarexaneKoendama demarê

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

2018Zozan (erdnîgarî)1909SeksCivaknasîSiyasetSosîsRey MysterioMafên kesên LGBT li cîhanêWeqfa WîkîmedyayêNîgarZimanê erebîKelhûrîDerwêşê Evdî (destan)Pêjgeha kroatîRexnekirina HedîsanDuclairMezdavendVeronaNûrheqSerê Kaniyê, HesîçeÎranFarismalperGoogleMiguel de CervantesXwepêşandanBacansorkBirayên WrightQadir DîlanBurgenlandDuçerxeKerengNewark, Nû JerseyŞorbilax xoy9ê adarêHerêmên Kurdistanê2014Stêrk TVEbûzêydabadWîkîÇiriya pêşînViyetnamGurcistanCemiyeta Tealiya KurdNûrî DêrsimîThe New York TimesZazaMediaWikiWíkípédíyaGiloverKurd DoblazhÇîkanMirin1984Xecê HerdemFransaDiransazîNâzım Hikmet RanHevaltîAhmed ArîfPeptîdVegirtina Têhna Bermayî (VTB)HerefordÎmperatoriya OsmanîKemberLîsteya bajarên Kurdistanê2004MalperMûsa1994Serbistan🡆 More