Rijên an jî toşpî ji bo peyva “gland” a bi zimanê îngilîzî tê bikaranîn.Di laşê mirov de derkirina madeyên wek hormon, enzîm, çewrî (rûn), xwêdan, şîr, lîncemade hwd, wekî derdan tê navkirin.
Xane an jî koma xaneyan (ango şane) derdan çêdikin û ji xaneyê der dikin. Eger derdan ji aliyê xaneyek ve were berhemkirin û derkirin, ew xane wekî xaneya derdanî bi nav dibe. Eger derdan ji hêla komek xaneyan va were derkirin, îcar ew koma xaneyan wekî rijên tê navkirin. Di dibistan û zanîngehên başûrê Kurdistanê de ne peyva toşpî, lê peyva rijên tê bikaranîn. Ev peyv di nav xwendekarên Başûr de zindiyê û belavî ye.nDi laşê mirov de sê cor rijên heye.
Hin minak ji bo derdana rijênên cogedar; enzîm, xwêdan, lîncemade (mukus) û şîr e. Xane derdana xwe der didin nav cogê, cog ji rijênê dirêj dibe û derdanê dikişîne ber bi cihê ku derdan bê bikaranîn. Rijênê memik, rijênê prostad, rijênê xwedanê û lîkerijên (rijênê tûkê) rijênên cogedar ên sereke ne.
Ev rijênan hormon çêdikin û der didin. Rijênên kor derdanê xwe der didin nav xwînê. Mînakên sereke ji bo korerijên; rijênê hîpofîz, rijênê adrenal, rijênê tîroîdê.
Kezeb û pankreas rijênên têkel in, derdanên vana hem enzîm hem jî hormon e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Rijên, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.