Şerê Iraqê şerek bû ko ji 20ê adara 2003an heta 1ê gulana 2003an ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wê ve dijî Iraqê çêbû.
Giraniya şer li ser milê şervanên DYA û Brîtanyayê bû, lê hijmareka kêm ji şervanên welatên mîna Polonya, Danîmarka, Spanya û Awistralyayê jî arîkariya wan kir. Piştevan anko hevalbendên DYAyê di nava Îraqê de hêzên pêşmerge yên herdu partiyên siyasî yên serekî yên Başûrê Kurdistanê anko Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û hinek hêzên erebî bûn. Di encama wî şerî da desthilata Sedam Huseyn li Îraqê bi dawî bû.
Ew şer bi awayekî fermî di roja 1ê gulana sala 2003an bi dawî bû, lê şerê desthilatdariya nû ya Iraqê û dijbêrên wê heta îro jî dewam dike. Lewma jî gelek welatên dî hatin rêza hevalbendên Amerîkayê (mîna Korêya Başûr) û hindek jî ji rêza wan derçûn.
Ev gotara têkildarî dîrokê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şerê Iraqê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.