Zimanî Tacîkî (be Tacîkî: Забо́ни Тоҷикӣ́, Zaboni Toçikī) zimanêk e ke Tacîkekan qisey pêdeken û zimanî fermîy wilatî Tacîkistan e.
Bo nûsînî zimanî tacîkî sûd le Elfubêy kîrîlî werdegîrêt.
Egerçî zimanî Tacîkî û zimanî Farsî her dûkyan dirêjey zimanî Farsîy Derîn in belam zimanî Tacîkî hendêk taybetmendîy terxankirawî xoy heye ke debête hoy ciyabûnewey le zimanî Farsî; lewane:
Le zimanî Farsî da ciyawazîyek le nêwan dû pîtî "ğ" û "q" (tenya le zarawey Têhranî) niye û em dû pîte wekû yek godekirên belam le zimanî Tacîkîda em dû pîte le yekdî ciyadekrênewe û derbirînî taybet be xoyan heye.
Leber ewey ke zimanî Tacîkî le şwênêk qisey pêkirawe ke be zimane Êraniye rojhelatîyekan û zimane Turkiyekanî Asyay nawendî nizîk bûwe, kewtûwete jêr karîgeriy em zimanane; her boye le zimanî Tacîkî da wişey wa heye ke le zimanî Farsî da nîye yan zor kem be kar dêt, lewane: kûrşebperek, fûtbalbaz, çaycûş, pananc, neẍz, kelan û htd..
Wişegelêkî zorîş le zimanî Rûsî wergîrawe ke bûwete hoy pitewbûnî wişekanî Tacîkî le biwarekanî zanist, komelayetî, çand û htd..
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zimanî tacîkî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.