stan paşgirek e ku navên cih û welatan pêk tîne, mîna daristan (cihekî bi daran), goristan (cihekî bi goran), Kurdistan (welatê kurdan) û hwd.
Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê gotarê de tê emilandin ne islûbeke ensîklopedîk be. |
Koka navê stan qet ne diyar e, lê hin zimannas dibêjin ku peyv ji zimanê farisî ango ji zimanên arî yan îranî tê , lê li gor hin çavkaniyên din ew ne nihêrîneke bêalî ye. Protohindoewropî yan hind û ewropiya kevn zimanekî gelek kevn û êdi êdî ev ziman bûye bavê zimanan wekê înglîzî, rûsî, latinî, hindî, kurdî û hwd. Li gor hin pisporan koka peyva kurdî stan ji zimanê protohind û ewropî *stâ tê. Wergera *stâ bi kurdî "li ser piyan man, rawestin" Peyva protohind û ewropî *stâ di gelek zimanên hind û ewropî de tê dîtin. Bo mînak:
Bi îngiliziya kevin “standan” û bi îngiliziya-îroyin “to stand”. Bi almanîya-kevin “stân”. Bi îslendî “standa” . Bi norwêcî “sta”, bi holendî “staan” .
Bi latinî "stare, bi rûmenî "stare/stat". Bi spanî "estar".
Bi farisî nabêjin "stan", lê dibêjin "ایستادن" = "istadan", bi Zimanî tacîkî "istodan", bi hindî "avasthâ" . Bi sanskrîtî "tiṣṭhati" = "tishth-hati"
Bi zimanê ûkraynî "stan", bi polonî "stan", bi serbî "stane", bi çekî "stât".
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (adar 2024) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article -stan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.