Îndûs, Sînd, Sind an jî çemê Sindê çemekî Asyayê û yek ji çemên herî dirêj ên dinyayê ye.
Dirêjbûna wî 3.200 km ye. Çem li Tîbeta Çînê dest pê dike, di nav Hindistan û Pakistanê ve diherike û li nêzîkî bajarê Keraçiyê digihêje Deryaya Erebî.
Îndûs | |
---|---|
23°59′40″Bk 67°25′51″Rh / 23.9944°Bk 67.4308°Rh | |
Parzemîn | Asya |
Dewlet | Pakistan, Çîn, Hindistan |
Li beşa îdarî |
|
Cihê zana çem | Sengge Zangbo, Tibetan Plateau |
Devê çem | Deryaya Erebî |
Tejaneya çem | Indus basin |
Şaxên çem | |
Welatê tejaneya çem | Pakistan |
Herik | 6600 |
Devera veqetîna avê | 1.165.000 km² |
Dirêjbûn | 3180 km |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Firehbûna tejaneya çemê Sindê digihêje zêdeyî 1.165.000 km2 (450.000 sq mi) û herika wî ya salane qederê 243 km3 (58 cu mi) tê texmînkirin, du caran zêdeyî ya Çemê Nîlê û sê caran ji Çemên Dîcle û Firatê bi hev re zêdetir e û ji bo herika wî ya nîvekî ya salane mîna yek ji rûberên herî mezin ê cîhanê tê hesibandin.
Navê Îndûs ji peyva sanskrîtî ya sindhu (çem) tê. Navên Hindistan û Sindh her du jî ji heman peyvê tên. Navê wî bi yewnaniya kevn: Ἰνδός, lat. Indós û bi latînî: Indus bû. Ji navên latînî India (Îndûs-stan) derket. Navên yewnanî û latînî ji peyva farisiya kevn a 𐏃𐎡𐎯𐎢𐏁, hindūš hatine wergirtin. Ji navê farisiya kevn navê Hindistan hatiye wergirtin.
Ev gotara li ser cihekî erdnîgariyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Îndûs, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.