Zimanê sardî an jî zimanê sardînyayî (sardî: limba sarda), zimanekî ji zimanên romaniyê ku li girava Sardînyayê ji hêlê 1-1,3 milyon kes tê axaftin.
| ||||
---|---|---|---|---|
Welat | Îtalya | |||
Hêrem an navçe | Sardînya | |||
Hejmara zimanaxêvan | Nêzîkî 1-1,3 milyon | |||
Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de | — | |||
Alfabe | — | |||
Dabeşandina malbata ziman | ||||
Hînd û Ewropî (Dabeşandina zimanî li gorî SIL) | ||||
Rewşa fermî û kodên ziman | ||||
Zimanê fermî ye li | Sardînya | |||
Bi rêxistin | ||||
ISO 639-1 | sc | |||
ISO 639-2 | srd | |||
ISO/DIS 639-3 | ||||
SIL | ||||
Bibînin : ziman, listeya zimanan, koda rengan |
Mîna zimanên romanî yên din zimanê sardî jî, ji zimanê latînî pir peyv helgirtine û hêlê rêzimanî de jî bandorên mezin lê ditîne. Dîsa zimaneke dinê romanî, ji spanî jî gelek peyv helgirtine.
Li girava Sardînyayê 1-1,3 milyon kes (80% kesî hemû kesên giravê) bi zimanê sardînyayî diaxive. Dîsa ên ku bi sardî diaxivin, du zimanî mezin bûne û herwiha zimanê îtalyayî jî dizanin.
Kargeriya herêmê di sala 1997an de, kargeriya Îtalyayê jî di sala 1999an de zimanê sardî bi zimanê îtalî ve di statuya wekhev de qebûl kirin û wek zimanê fermî pejirandin. Lê ji bo bandora bi salan niha zimanê îtalî di nêv sardînyayiyan de bi ser zimanê sardî dikeve.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zimanê sardî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.