qaîdeyên Binavkirinê

Qaîdeyên binavkirinê yan jî qaîdeyên binavkirina gotaran yek ji polîtîkayên wîkîpediyaya kurdî ye ku ji bo guhertin û binavkirina navê gotaran hatiye nivîsandin.

Navê gotaran sernavê gotaran e ku li jora naveroka gotaran hatiye nivîsandin, wekî navê gotarê tê dîtin û di nav URL ya rûpelê de tê dîtin. Navê gotarê mijara gotarê destnîşan dike û gotarê ji gotarên din cuda dike.

Navê gotarê dikare bibe navek ku ji bo mijara gotara têkildar yan jî navek diyarkirî ya mijara ku di gotarê de hatiye destnîşan kirin. Dibe ku carînan ji bo navê gotarê ji yekê zêdetir vebijark hebin. Di rewşên ku vebijêrkên zêde hene de nava herî ku ji bo gotarê baş e û naveroka gotarê rave dike wekî navê gotarê tê hilbijartin. Ji bo diyarkirina navê herî lêhatî di nav çavkaniyên kurdî de tê dîtin û nava herî ku di nav çavkaniyên kurdî de berbelav hatiye bikaranîn ji bo navê gotarê tê diyarkirin. Di rewşên wiha piştî biryardayina navê gotarê divê gotar ji bo navên din ên alternatîv neyê beralîkirin.

Hilbijartina navê gotaran

Di hilbijartina navekî gotarê de yekem tiştê ku meriv li ber çavan digire ev e ku navê ku were bikaranîn bi lêkolîna çavkaniyên pêbawer ên kurdî yên ku di derbarê mijara gotarê de ne were verast kirin. Di hinek rewşan de dibe ku ji yekî zêdetir navên lêhatî yên gotarê bêne dîtin. Di vê mijarê de divê ji bo diyar kirna navê gotarê nîqaşek bê destpêkirin bikin û ji bo diyarkirin navê gotarê biryareke hevkar a bikarhêneran bê dayîn û li gorî encama vê biryarê navê gotarê bê diyarkirin an jî bê guhertin.

Navê lêhatî ya gotarê ew nav e ku hemî krîterên xalên li jêr peyda dike:

  • Naskirin – navê naskirî ew nave ku ravekirina mijarê yan jî navê gotarê di çavkaniyan de tê naskirin û tê bikaranîn.
  • Xwezayîtî – navê xwezyî ew nav e ku xwendevan dikarin bi hêsanî lê binihêrin yan lê bigerin ku bikarhêner di dema nivîsandina gotaran de bi xwezayî bi vî rengî bikar bînin.
  • Hurgilîtî – navê gotarê divê têra xwe diyar be ku mijara gotarê bi awayekî lêhatî diyar bike û ji mijarên din cuda bike.
  • Kurtbûnî – dema ku navê gotarê ji bo tesbîtkirina mijara gotarê û cudakirina gotarê ji mijarên din têra xwe cuda be ne hewce ye ku nav bi awayekî bê wate were dirêj kirin.

Krîterên ku li jor hatine nivîsandin ne rêgezin tenê krîterin ku ji bo binavkirina gotaran bibe alîkar. Dibe ku ev krîterên ku li jor hatine nivîsandin ji bo binavkirina hinek gotar yan jî mijaran têra ravekirinan nekin. Di vê rewşê bi vê rengî de krîterên li jor wekî vebijêrkên hêsan bikarbînin.

Di dema binavkirin gotaran de di warên taybetî de yan jî di derheqê pirsgirêkên taybetî de, bi gelemperî lihevhatinek berê ku hatiye çareserkirin dikare bê pêşniyarkirin û ji bo çareseriya pirsgirêkê were bikar anîn. Hilbijartina sernavên gotaran divê bi ser berjewendîyên xwendevanan, bi ser berjewendîyên edîtoran, bi ser berjewendiyên temaşevanên giştî û bi ser berjewendîyên pisporan ve bê girtin û nav bi temamî li gorî hêmana bêalî bûne bê hilbijartin.

Beralîkirin gotarê divê ji gotarên ku bi awayekî maqûl di bin du an zêdetir navan de bêne lêgerîn yan jî bi wan re bêne girêdan (wek rastnivîsên cûda an navên berê) bêne beralîkirin.

Navên gotarên li ser Wîkîpediyayê bi gelemperî ji navên ku bi berfireh ji bo mijara gotarê têne bikar anîn tên hilbijartin. Lêbelê dema ku ji bo hinek gotaran ji yekê zêdetir navên ku bi gelemperî têne bikar anîn hene, dibe ku hinek nav ji yekê yan jî zêdetir ji bo mijarên gotaran ku bi gelemperî têne bikar anîn lêhatî (minasib) bin, ev jî dibe sedema nîqaşan ka kîjan nav divê were bikar anîn. Her çiqas navê herî berbelav bi gelemperî ku di nav navên ku di çavkaniyên pêbawer ên kurdî de têne bikar anîn de bêne hilbijartin jî dibe ku bikaranîna navê hevpar ji bo gotarê derbasdar nebe. Ger navekî zelal û hevpar ji bo gotarekî tine be divê ji bo navê herî lihevhatî nîqaşek bê destpêkirin û bi biryardayinekî hevparê bikarhêneran navê herî lêhatî ya ku mijar û naveroka gotarê rave dike ji bo gotarê bê hilbijartin.

Navên gotarên li ser Wîkîpediyayê ne hewce ye ku ew di nav navên fermî, navên jidayikbûnê, navên yekta an navên zanistî de were hilbijartin. Ger navekî ku gotarê rave dike, ji navê fermî zêdetir were bikar anîn, dibe ku ev nav li cihê navê fermî were tercîh kirin. Wek mînak: li cihê navê fermî ya Komara Polonyayê ji ber ku ev nav bi berbelavî nayê bikar anîn û navê Polonya ji navê fermî zêdetir berbelav e zêdetir tê zanîn navê gotara welêt wek Polonya hatiye binavkirin. Mînakek din jî ev e ku li cihê navê rastîn a William Jefferson Clinton ku navê Bill Clinton a rastîn e, gotara Bill Clinton bi navê fermî û navê herî berbelav wekî Bill Clinton hatiye binavkirin. Mînakeke din jî peyva single ku bi kurdî tê wateyê tekane. Ji ber ku single ji peyva tekane zêdetir peyveke berbelav e (li gorî tercîh a bikarhêneran dikare were guhertin) di naveroka gotaran de single dikare were nivîsandin. Gotara li ser lîstikvana rûsî Marîna Andreyevna Pûpenîna dibe ku di çavkaniyên pêbawer ên kurdî de rasterast bi transkrîpsiyona îngilîzî wekî "Marina Andreevna Pupenina" were bikaranîn lê ev nav dikare li gorî transkrîpsiyona kurdî, wekî Marîna Andreyevna Pûpenîna were binavkirina.

Ji bo diyarkirina kîjan navî zêdetir tê bikaranîn, di saziyên navneteweyî, saziyên çapemeniya kurdî, ansîklopedî, databas, saziyên zanistî û weşanan de dikare were lêkolînkirin. Lêgerîna li ser înternetê bi motora lêgerînê jî dikare bibe alîkar lê ji bo ku lêgerînên rastî werin dîtin divê nav bi alfabeya kurdî (bi alfebeya latînî) were nivîsandin.

Bêalîtî

Navê gotarê carinan dibe sedema nîqaşan ka gelo naveke li gorî polîtîkaya nêrîna bêalî ye yan na. Di dema pirsgirêkên bi vê awayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên weha de, carinan bikarhêner dikarin li cihê navê ku di çavkaniyên pêbawer de hatiye bikar anîn, navek diyarkirî ku ji aliyê bikarhênerên Wikipediayê ve hatiye dîtin li gotarê zêde bikin.

Di hinek rewşan de, vebijarka herî çêtirîn ji bo navê gotarê hevokek ravekar e ku mijara gotarê rave dike. Ev bi gelemperî navên ku tenê ji bo wan gotaran hatine afirandin in û nêrînên bêalî nîşan didin. Mînak gotara “Mirina Usame Bîn Ladîn” navekî gotara ravekar e û bi awayekî objektîf mijara gotarê tîne ziman. Dema ku navê gotareke bi vî awayê hate hilbijartin pêdivî ye ku ji peyvên ku hukim nîşan didin û alîgir in neyên hilbijartin. Li gel vê yekê dibe ku di hinek rewşan de ji bo ravekirina naveroka gotaran di hinek navan de nêrînên alîgirî hebin. Wek mînak navê gotara Berxwedana Kobanê her çiqas ev nav nêrîneke alîgir werbigire jî ji bo ravekirina diyar a gotarê navên bi vê awayê dikare were bikar anîn.

Hurgilî û cudahiya wateyî

Bi gelemperî navên gotaran bi têra xwe hûrgilî ne ku mijara gotarê rave bikin û pêwistiya hurgiliyên zêde tineye. Wek mînak navê gotara Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst ji ber ku navekî pir dirêje ji bo vê gotarê bikaranîna Yekîtiya Sovyetê bes e.

Ji bo gotareke bikaranîna rast a navê herî maqûl ji ber hebûna gotarên ku xwediyê heman navî ne her gav ne gengaz e. Di rewşên wiha de pêdivî ye ku di navbera her du gotaran de ji hêla wateyê ve cudahiyeke were pêkanîn. Wekê mînak gotara çiyayê Nemrûd (volkan) e ku bi cudahiya "volkan" ji gotarên dînên di derbarê Nemrûd de hatiye cudakirin.

Wekî qaîdeyeke gelemperî heger navê gotara ku mijarek vedibêje ji bo gotarên ku mijarên din vedibêjin jî were bikar anîn divê rêbazên jêrîn werin şopandin:

  1. Ger gotara têkildar di nav gotarên ku ev nav ji bo wan tê bikar anîn de pêşînek hebe, navê têkildar; ji bo vê gotarê, divê nav bêyî guheztinan were bikar anîn.
  2. Ger gotara têkildar di nav maddeyên ku ev nav ji bo wan tê bikar anîn de pêşanî ne be, navê têkildar; Ji bo vê gotarê, divê nav bi afirandina cudahiyeke di wateyê de were bikar anîn.

Ji bo binavkirina gotaran ji bo ku kîjan cudahiya wateyî bê bikaranîn divê rêbazên jêrîn werin şopandin:

  1. Cudahiya wateya xwezayî: Hinek caran îhtîmal hene ku hinek gotar heman navê werbigirin. Ji bo pirsgirêkên bi vî awayê ji bo binavkirina gotarê navên alternatîv dikare were bikaranîn. Divê ev nav a alternatîv di çavkaniyên pêbawer ên kurdî de were lêkolîn kirin û nava ku bi gelemperî ku di çavkaniyan de hatiye behs kirin dikare were bikar anîn.

Tags:

qaîdeyên Binavkirinê Hilbijartina navê gotaranqaîdeyên Binavkirinê Navên ku bi berfirehî têne bikaranînqaîdeyên Binavkirinê Bêalîtîqaîdeyên Binavkirinê Hurgilî û cudahiya wateyîqaîdeyên Binavkirinê

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

AIDSChauffour-lès-BaillyCanbolatXaçek2012Mickey MouseLautaRiwekXelfetî (navçe)Partiya Wekhevî û Demokrasiya GelanZimanê azerîWîkînûçeSosyalîzmTelekomunîkasyonKomara AgiriyêRûdawQonyeAlaya KurdistanêMetîna, EfrînDonald TrumpMalperLester PearsonHTMLÎngilistanOmerHalil ÇavgunTara MamedovaGola XamirpêtêMeydan, XinûsNîjadkujiya ermeniyanRojdaEbdulqadirê GeylanîGovend17ê çiriya paşînMetîna, MehsertPaltokanMizgefta MenûçêhrTirkRojnamegerîSenatoya Dewletên Yekbûyî yên AmerîkayêÎnternet27ê çiriya paşîn2000Karlê MezinÇanda tazîtiyêKûçikRustem CudîÎsraêlMelayê CizîrîQuz (vûlva)Hejmara Çapik ên Standardî yên NavneteweyîKurdÎmperatoriya Romê ya RojavaTîr (çek)WelatEndulus (herêm)HîpermetnHespê çemîPîrosaSilêmanîNû Jersey🡆 More