Trablûs (bi erebî: طرابلس الغربية, lat. Tarabûlûs el-xarbîyye trablûsa rojavayî an طرابلس, Tarabûlûs), paytext û bajarê herî mezin ê Lîbyayê ye ku li gorî daneyên sala 2019an nifûsa bajêr nêzî 1.18 milyon kes e.
Bajêr li bakurê rojavayê Lîbyayê li qiraxa çolê ye û li ser xala erdek kevirî hatiye avakirin ku ber bi Deryaya Navîn ve diçe.
Trablûs | |
---|---|
| |
طرابلس | |
Trablûs li ser nexşeyê | |
Koordînat: 32°52′30.68″Bk 13°11′14.86″Rh / 32.8751889°Bk 13.1874611°Rh | |
Dewlet | Lîbya |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | Sedsala 7an b.z. |
Damezrîner | Fînîkya |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 3127 km2 (1207 sq mi) |
Bilindahî | 81 m (266 ft) |
Nifûs | 1.293.016 (2020) |
Dem | |
Koda telefonê | 21 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Trablûs malavaniya Bendera Trablusê dike ku navenda bazirganî û hilberîna herî mezin a Lîbyayê ye. Di heman demê Zanîngeha Trablusê jî li bajêr e. Baregeha berfireh a Bab el-Azizia, ku sîteya berê ya malbata Muemer Qedafî tê de ye li bajêr e. Qedafî bi giranî welat li vê baregehê birêve dibir.
Trablus berî ku bikeve destên serwerên yewnanî yên cyrenaica wekî Oea (bi yewnanî:Ὀία, Oía), di sedsala 7an a berî zayînê de ji aliyê fenîkiyan ve hatiye avakirin ku navê Lîbîko-Berberî Oyat (fenîkî:𐤅𐤉𐤏𐤕, Wyʿt) li bajar danîne. Ji ber dîroka dirêj a bajêr, li Trablusê gelek cihên girîng ên arkeolojîk hene.
Trablûs li rojavayê Lîbyayê li nêzîkî sînorê Tûnisê, li parzemîna Afrîkayê hatiye avakirin. Bajêr zêdetirî hezar kîlomêtre dûrî bajarê Bingazî yê ye ku Bi gazî duyemîn bajarê herî mezin ê Lîbyayê. Bajar bi qasî 70 kîlometreyan li bakurê Çiyayên Nafusa ye ku çavkaniya çemên demsalî yên wekî Wadi Al-Mjeneen e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Trablûs, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.