Orîgamî bi Japonî pevgihana peyvên orî(ta kirin) û gamî(kaxiz) pêk tê û ji hunera takirina kaxizan re tê gotin.
Her çiqas navê wî bi Japonkî bibe jî hin çavkanî angaşt dikin ku ew hunereke Çînî ye. Bi giştî bê bikaranîna meqes û zeliqandox, tenê bi takirin, nîgarên giyan an jî negiyanewer tê çêkirin. Cureyê ku meqes tê bikaranîn jê re Kîrîgamî tê gotin.
Orîgamî di nav xwe de bi navê Klasîk û bi navê bi parçe dibe du beş. Orîgamiyê Klasîk bi giştî ji kaxizê yekparçe tê çêkirin.Bi orîgamiyê klasîk nîgarên ajal an jî eşya tê çêkirin. Bi orîgamiyê bi parçe jî bi tevî hev bûna parçeyên wek hev pêk tê. Orîgamiyê bi parçe di çêkirina nîgarên hendesayî(geometrîk) yên sê dîmenî de tê bikaranîn. Gewşîna orîgamiyê ku Orîgamiyê ji Kîrîgamiyê ji hev dike kîrîgamî hunera sîmetrîkî ye û orîgamî jî hunera teşedana lewnê ye. Orîgamî hunereke navdar ya cîhanê ye.
Quling, di çanda Japonan de cihekî mezin digire. Heman giringî ji bo qulinga orîgamiyê jî çûnbar e. Bawer dibin ku kî/kê 1.000 heb çûka qulingê çê bike jîneke dirêj û baş dê bidomîne.Sedema girîngiya qulingê keçeke 11 salî ya bi navê Sadako Sasakî ye. Ev keç wexta şerê cîhanê yê duyem de ji ber bombeya atomê ya ku li Hîroşîmayê hate avêtin bû losemî(êşa xwînspîbûnê). Ev keç bi heviya başbûnê dest pê çêkirina Qulingê dike. Lê belê piştî qedandina qulingê ya 664. ew jiyana xwe ji dest dide. Ji bo bîranîna wê her salvegera avêtina bombeyê(6'ê gelawêjê) li Japanê û li cîhanê zarokan çûka Qulingê çê dikin û dişeynin bîrdariya Sadakoyê ya ku li Hîroşîmayê ye.
Tê gumankirin ku Orîgamî herî pir dekoratîf û wek hobî tê bikaranîn lê belê gelek qada bikaranînê orîgamiyê heye.
Bo nimûne di dîzayna antenê de ya ku li fezayê tê bikaranîn bi bikaranîna orîgamiyê tê çêkirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Orîgamî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.