Lêkdana Şaristanan

Lêkdana Şaristanan, teoriyeke ku nasnameyên çand û dînî dê bibin sedemên ewilîn yên şerî piştî Şerê sar li dinyayê.

Ev ji aliyê zanyarê polîtîkayê Samuel P. Huntington ve hatiye pêşniyarkirin di dersên xwe yên 1992an de li Enstîtûya Enterprîse ya Amerîkî yê. Paşî di nivîsara xwe ya Foreign Affairs, 1993 de pêşxist bi navê Lêkdana Şaristanan. Her wisa ev ji bo pirtûka bi navê The End of History and the Last Man ya xwendevanê wî yê berê Francis Fukuyama jî bersiv bû. Huntington paşî li sala 1996an de teza xwe fireh kir bi navê The Clash of Civilizations and the Remaking of World Order.

Ev îfade bi xwe di demek berê de ji aliyê Bernard Lewis ve di nivîsara xwe de li îlona 1990an di jimareke kovara The Atlantic Monthly de bi sernavê The Roots of Muslim Rage hatibû bikaranîn. Heta hêj zûtir, ev îfade diyar dibe di pirtûkeke 1926an bi Rojhilata Navîn ve têkildar ji aliyê Basil Mathews bi navê Young Islam on Trek: A Study in the Clash of Civilizations.

Ev îfade ji lêkdana çandan derketiye holê, jixwe di dema kolonî û Belle Époque de dihate bikaranîn.

Nêrîneke giştî

Huntington fikirînên xwe bi lêkolînên teoriyên curbecur derbarê sirûştiya polîtîkayên navnetewî piştî periyoda Şerê Sar de destpê kir. Gelek zanyar û nivîskar diparêzin ku mafên mirovan, demokrasiya lîberal û ekonomiya azad ya bazarî ya kapîtalîst bûn alternatîvên îdeolojîk yên nav mayî de ji bo netewên piştî dinyaya Şerê Sar. Bi taybetî, Francis Fukuyama diparast ku dinya gehiştiye dawiya tarîxê li gor fikirîna Hegelî. Nasnamekirina şaristanên rojavayî li gel mesihiyên rojavayî (katolîk-protestan) fikra resen ya Hungtinton nebû, ew tenê nêrîneke gelêrî ya Rojavayî bû û binpareke herêmên berî Şerê Sar bû. Huntington bawer dike ku bi dawîbûna temenê îdeolojiyan, dinya bû xwediyê guherîneke bi lêkdanên çandî ve karakterîzekirî wek welatên sirûşti.

Bi dûçûna Hungtington şaristanên sereke

Hungtingon dinyayê wek şaristanên sereke parçe dike di teza xwe de, wiha:

  • Cîhana Îslamî ya ji Rojhilata Navîn ya Mezin(ji bîlî Ermenistan, Kîpros, Etiyopya, Gurcistan, Îsraêl, Malta û Sûdana Başûr), bakurê Rojavaya Afrîkayê, Albanya, Bengladeş, Brûney, Komor, Îndonezya, Malezya, Pakistan û Maldîvan pêk tê.
  • Şaristana Afrîkaya binsehrayî ya ji Afrîkaya Başûr, Afrîkaya Navîn(ji bilî Çadê),Afrîkaya Rojhilat (ji bilî Etiyopya, Komor, Kenya, Maurîtius û Tanzanya),Kap Verde, Peravê Diranfîl, Gana, Lîberya û Sierra Leone pêk tê.Tê pejirandin wek şaristana 8emîn ya pêkane ji aliyê Hungtington.
  • Hindî ku wek endamê şaristanên sereke bêne nasîn jî,Etiyopya û Haîtî wek welatên Lone têne etîket kirin.Îsraêl dibe ku wek şaristaneke serbixwe bê pejirandin bi dûçûna Hungtington lê ev şaristan bi zêdehî dişibe şaristana Rojava.Her wisa Hungtington bawer dike ku Komcivakên Karîbî,kolloniyên Brîtanî yên berê li Karîb wek hebûnên cuda dide nasîn.
  • Hindek welat jî hene ku wek welatên qelişî têne pejirandin, ji ber ku ev welatên hane gelek komên mezin yên mirovan yên ji şaristanên cuda cuda dihundirîne.Bo mînak;Hindîstan ( di navbera xelkê xwe yê pirranî Hîndû û kêmaniya mezin ya Misliman de qelişîye),Ûkrayna( di navbera Rîte Katolîkên Rojhilatî ku li herêmên Rojava serdest in û Ortodoksên ku li rojhilat serdest de qelişiye), Frense ( di navbera Amerîkaya Latîn bi Guyanaya Fransî û Rojava de qelişiye), Bênîn, Çad, Kenya, Nîjerya, Tanzanya û Togo (ev hemû di navbera Îslam û Afrîkaya binsehrayî de qelişîne), Guyana û Sûrînam ( di navbera Hîndû û Efrîqaya binsehrayî de qelişîne), Çîn ( di navbera Sînî, Budîst taybet li herêma Tîbet û Rojava taybet li herêmên Hong Kong û Macau qelişiye), û Filîpîn ( di navbera Îslam taybetî li Mîndanao, Sînî û Rojava de qelişiye), Her wisa Sûdan jî di navbera Îslam û Efrîqaya binsehrayî de wek qelişî tê dîtin;Ev cudatî li tarîxa Tîrmeh 2011 bû sebeba parçebûna dewleta Sûdanê piştî referandûma Çile 2011 ji bo azadiya Sûdana Başûr bi dengandaneke xurt.

Lêkdana Şaristanan 

Tezên Hungtîngton yên lêkdana şaristanan

Rûsya û Hindistan bi terîmê şaristanên hêlekan dide nasîn û dibe ku ev rewş bi sûdagirtina wan jî be.Ji bo mîna li sinorên başûr yên Rûsyayê li gel gelek komên Misliman yên etnîk re lêkdan hene(wek Çeçenistan) lê bi dûçûna Hungtington hevkariyên li gel Îranê rê li ber tundiya Misliman-Ortodoks digire li Başûrê Rûsyayê û alikariya herikîna petrolê jî dike.Hungtington diparêze ku girêdaneke Sîno-Îslamî derdikeve holê ku di vê girêdanê de Çîn hevkariyên xurt li gel Îran,Pakistan û dewletên din re dike ji bo xurtkirina rewşa xwe ya navnetewî.Her wisa Hungtington diparêze ku şerên şaristanî taybetî navbera Misliman û ne-Mislimanan berbelave û sinorên xwînî kifş dike navbera şaristanên Îslamî û ne-Îslamî.Ev lêkdan ji paldana Îslamê bo Ewropa heta niha berdewam dike,Ev lêkdan ji paldana Îslamê bo Ewropa heta niha berdewam dike, di derxistina Îslamê ji Reconquista û derxistina erîşên Tirkên Osmanî li ser Ewropaya Rojhilatî û Viyana heta niha.Her wisa Hungtington bawer dike ku gelek faktor rê didin vî şerê ku di navbera Xrîstiyanîyê(ya ku ji Rojava tesîr girtî) û Îslamê:

  • Dînên mîsyoner,li guhertina yên din digere
  • Globalî,dînên an hemî an tine ,di wê baweriyê de ne ku tenê baweriya wan duriste û divê her kes bawer bike.
  • Dînên teleolojîk, ku nirx û baweriyên wan armanca hebûnê temsîl dike û ji bo hebûna mirovan armanc in.
  • Mirovên bê dîn ku prensîbên van dînan îhlal dikin û armancên xwe yên bêkêr didomînin.

Çima Şaristan dê lêk bidin

Hungtington şeş madeyên sereke rêz dike ku çima dê şaristan lêk bidin:

Çavkanî

Tags:

Lêkdana Şaristanan Nêrîneke giştîLêkdana Şaristanan Bi dûçûna Hungtington şaristanên serekeLêkdana Şaristanan Tezên Hungtîngton yên lêkdana şaristananLêkdana Şaristanan ÇavkanîLêkdana ŞaristananŞerê Sar

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

GarisPlessis-BarbuiseClevelandCegerxwînZimanê tirkîTevgera mafên sivîlBakurê KurdistanêKanadaArîstotelêsTongaHong KongFarqînÎmperatoriya BîzansêKurdkoy (navçe)20011909Celadet Alî BedirxanCezayirKomputerRocquesVilly-le-BoisZarok20Rojî Kurd (kovar)AlmanyaŞahmaranKuvarkTogoCoventryDallasBostonEfrînHesinZazakî6IRAŞerê Cîhanî yê YekemCambremerMezopotamyaFeqiyê TeyranCEOUtahOsman SebrîRojhilata Kurdistanê195218711920DînoAbdullah ÖcalanTerekemeŞivan PerwerBavPartiya Pilingê ReşBeytocanSeyda PerînçekPolat CanVîkîng2Taylor Swift1978Jêdera pileya yekemArîn MîrkanKeçên belafiroş (fîlm)Albert EinsteinXanedana QingMastanî1995ISO 3166-2Tabula rasaDilbixwîn DaraBaxçeGerokên webê🡆 More