Lucy, anku Lûsî, an jî AL 288-1, navê bi sedan hestiyên mayî yên fosîleke Australopithecus afarensis e ku di sala 1974'an de li Hadarê, li newala Awash a depresyona Afarê (Etiyopya, Afrîka) ji hêla tîmeke geolog û antropologan ve hatiye dîtin.
Bawer dikin ku Lucy berî 3,2 milyon salan dijiya û li ser her du lingên xwe dimeşiya. Navê wê ya katalogê û zanistî AL 288-1 e û hestiyên wê ku hatine dîtin 40% ji hemû hestiyên cureyekî mirovkî australopîtekus in.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Lucy, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.